Diyarname
Mebûsa DEP'ê ya berê Leyla Zana ji bo pêşberendamtiya mebûsiyê serî li BDP'ê da.
Zana çû rêxistina bajêr a BDP'ê ya Amedê û forma serîlêdanê teslîm kir. Di formê de Zana diyar nekir ku li ku derê dixwaze bibe pêşberendam û wisa got: "Biryar a partî û gelê min e."
Tê gotin ku Zana ji kotaya jinan a BDP'ê dê li bajarekî wekî berendam bê nîşandayîn.
Leyla Zana di sala 1991'ê de ji lîsteya SHP'ê kete meclisê. Zana ku li Amedê bi 70 hezar rêyan hate hilbijartin ji wê rojê de di nav siyaseta kurdan de sembolek e.
Di 2'yê adara 1994'an de li hemberî DEP'yan derbeyeke pêk hat û Zana digel DEP'iyên din hate girtin û 10 salan di girtîgehê de ma. Zana ku layiqê Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov hatibû dîtin, piştî ku ji girtîgehê derket çû xelata xwe girt.
Siyasetmedar Zana, piştî ji girtîgehê derket heta îro ji ber ku qedexeya wê ya siyasî hebû nebûbû berendam lê dîsa jî di nav siyaseta kurdan de xebata xwe dimeşand. Piştî 17 salan dîsa rêya meclisê ji bo Zana vebû.


