Diyarname
Nivîskara Haberturkê Nagehan Alçi anketa KONDA'yê belav kir. Anket di rojên 1-2 avrêl û 15-16'yê avrêlê de hatiye çêkirin. Ji encama her du anketan encamên nû hatiye belavkirin.
Li gor vê yekê di dora yekemîn de kes ji bo serokomarî nikare bê hilbijartin û hilbijartin dimîne dora diduyan.
Li gor encama 15-16'ê mehê piştî dengên kesên bê biryar bêne belavkirin encam bi vî rengî ye:
- AKP: Sedî 36,2
- MHP: Sedî 7,4
- CHP: Sedî 24
- İYİ Parti: Sedî 13,7
- Yeşil Sol: Sedî 10,3
- Yên din: Sedî 8,5.
Bêyî yên bê biryar bêne belavkirin encama îtîfaqan bi vî rengî dixuye:
- Îtîfaqa Komarê: Sedî 38
- Îtîfaqa Milet: Sedî 32
Îtîfaqa Ked û Azadiyê: Sedî 10
Piştî belavkirina yên bê biryar encam bi vî rengî ye:
- Îtîfaqa Komarê: Sedî 45
- Îtîfaqa Milet: Sedî 38
Îtîfaqa Ked û Azadiyê: Sedî 12
SEROKOMARÎ:
Ji bo berendamtiya serokomarî di dora yekemîn de bêyî yên bê biryar bêne belavkirin:
- Kemal Kiliçdaroglu: Sedî 39
- Tayyip Erdogan: Sedî 39
- Muharrem İnce: Sedî 7
- Sinan Ogan: Sedî 2
- Yên Bê biryar: Sedî 10
- Yên dê deng bikar neynin: Sedî 3
Alçi gotiye ku pirsa "Di dora duyemîn de hûn dê dengê xwe bidin kî" jî hatiye kirin û encam wisa derketiye:
Kemal Kiliçdaroglu: Sedî 51
Recep Tayyip Erdogan: Sedî 49
Alçi li ser hejmara mebûsiyê jî çend gotine gotine: "Îtîfaqa Komarê bi yek lîsteyê biketa hilbijartinê dê bi sedî 45'î 335-340 deng bigirta. Lê niha bi sedî 45 îhtîmala 303-304 mebûsan bigire, belkî ji 300'î kêmtir jî. Çawa ku TÎP (Turkiye Îşçî Partîsî) bi serê xwe ket hilbijartinê fêdeya wê dê ji bo Îtîfaqa Komarê û Recep Tayyip Erdogan çêbe, aliyê desthiltdarî jî bi çend lîsteya dikeve hilbijartinê ev yek dê bi kêrî Îtîfaqa Milet û Kemal Kiliçdaroglu bê."