Diyarname
Hevserokên BDP'ê Sehalattin Demirtaş û Gultan Kişanak li ser hilbijartinê daxuyanî dan.
Kişanak û Demirtaş li Navenda Giştî ya BDP'ê piştî civîna Meclisa Partiyê daxuyanî dan çapemeniyê û gotin: Di hilbijartina pûşpera îsal de ewê piştgirî bidin berendamên serbixwe.
Pêşî Hevseroka BDP'ê Kişanak axivî. Gultan Kişanak got ku ew hay jê hene ku hilbijartin di nav mercên newekhev de li dar dikeve û wisa got: "Lê ji bo têkoşîna demokrasiyê me her tişt daye ber çavê xwe û em dizanin ku di vî warî de bedel divên."
Ji axaftina Kişanak çend not:
- Li 81 bajaran bi serketina berendamên "Bloka Demokratîk" dê bendava sedî 10 a hilbijartinê bê wate bibe.
- Ji bo bendava hilbijartinê ji holê rabe yan jî dakeve asteke meqûl me israr kir. Heta roja dawî jî emê li ser vê israr û daxwaza xwe bin.
- Meclisa Partiya me rewşa hilbijartinê kîte bi kîte nirxand. Di dawiyê me biryar girt ku piştgirî bidin berendamên serbixwe.
- Em gazî hemû hêzên alîgirên demokrasiyê, hemû hêzên siyasî, her sazî bê ba hev û têkoşînê bidomîne. Ev xebata me di rojên pêş de dê bidome.
- Lêgerîna me ya "Bloka Demokratîk" dê bidome û hedef ew e ku li 81 bajaran berendamên Bloka Demokratîk piştî hilbijartinê vîna hemû civakê derxe holê.
- Em bi awayekî wekhev nakevin hilbijartinê. Di warê alîkariya xezîneyê de rewşeke demokratîk derneket holê. Partiyên din ji xezîneyê alîkarî digirin lê BDP nagire.
- Niha nêzî 2 hezan xebarkar, rêveber û nûnerên me yên siyasî girtî ne. Ev yek jî nîşan dide ku pêvajoya hilbijartinê dê ne pêvajoyeke demokratîk be.
- Di hilbijartina borî de em bi berendamên "Hezar Hêvî" ketin hilbijartinê. Digel mercên ne demokratîk jî bi qasî em li meclisê komê ava bikin me mebûs derxistin. Di hilbijartina pêşiya me de hedef ew e ku em vê reqemê derxin du qatî.
- Em wekî BDP xwe muxalefeta demokratîk ya Tirkiyeyê bi nav dikin.
- Di rojên pêş me de emê ji bo berendamên serbixwe danezaneke hilbijartinê biweşînin.
- Hemwelatiyên li derveyî Tirkiyeyê dê dengan bidin hê ji bo wan kutuk nehatine çêkirin, ev pirsgirêkek cidî ye. Hemwelatiyên li derveyî welat jî divê bikaribin dengan bidin berendamên serbiXwe.
Li ser pirsa li ser şerawestinê jî Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş bersiv da û got: "Em nizanin dê şerawestin bidome yan na. Ji hêzeke ku şerawestin kiribe wekî din çi tê xwestin? Hikumetê heta niha tu gavek neavêtiye û ev pêvajo xerc kiriye. Gotin li cem hikumetê ye. Tu daxwaza me ji hikumetê nîn e. Mesele ne ew e hevdîtin pêk bê yan na. Lê ji hikumetê daxwaza hevdîtieke pêk bê emê wekî partî vê binirxînin."
Her wiha Demirtaş got ku di hilbijartinê de ew li îtîfaqan nagerin, kesên ku bixwazin bibin berendam dê herin serî li komîsyona ku bê amade kirin bidin.


