Diyarname
Lîstikvanê berê Ryan Giggs dest bi teknîk dîrektorî dike. Giggs ligel Tîma Neteweyî ya Galler li hev kir û ji niha û pêde dê tîmê bi rê ve bibe.
Giggs yek ji lîstikvanên efsanewî yê Manchester United e. Giggs ji Geller e û niha wî lgel Federasyona Fûtbolê ya Galler (FFG) li hev kir. FFG'ê ji ser tora civakî re li ser vê peyam weşand û got: "TogetherStronger" (Em bi hev re xurt in).
Teknîk Dîrektorê 45 salî di navbera salên 1991-2007'an de 64 caran formaya Tîma Neteweyî ya Galler li xwe kir. Giggs yekem car dê teknîk dîrektorî bike. Li gor agahiyên hatin weşandin David Moyes û Louis van Gaal dê cîgiriya wî bikin.
Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya 2018'an îsal dê li Rusyayê li dar bikeve. Galler nekarî here tûrnûvayê û ji ber vê yekê teknîk dîrektor Chris Coleman dest ji kar berda. Giggs niha hat cihê wî.