Diyarname
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş vê carê li Midyadê bû û agahiyên balkêş dan. Demirtaş di mîtînga li Midyada Mêrdînê ya ji bo boykotkirina referandumê de wisa got: "Çiqas sindoqên vala derên, wê ewqas nîşan bide ku çiqas pêdiviyeke lezgîn bi zagoneke nû heye."
Her wiha Demirtaş ji bo daxistina bendava hilbijartinê bang kir û got: "Du rojan de dikare meclis li hev bicive û bendava hilbijartinê dakeve. Wê çaxê BDP wê bi 80 mecbûsan bikeve meclisê. Partiya Saadetê wê were. Partiyên li derveyî meclisê mane wê bên. Wê çaxê di meclisê de em dest bidin hev û pirsgirêka kurd çareser bikin, pirsgirêka laçikê çareser bikin, pirsgirêka elewiyan, ya kedkaran, karkeran, xwendekaran çareser bikin. Wê çaxê em bi hev re Zagona Bingehîn a nû çêbikin. Em vê dibêjin, Serokwezîr çi dibêje? Dibêje 'na'be. Ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî dibêje nabe. Ji bo xweserî dibêje nabe, hemwelatiya di zagona bingehîn de dibêje nabe. Baş e, wê çaxê li hemberî sozên te yên vala emê ji te re sindoqên vala neşînin birêz Serokwezîr Erdogan? Çiqas sindoqên vala derkevin ew qas wê fêm bike ku çiqas şaşîkiriye. Çiqas sindoqên vala derkevin wê ew qas diyar bibe ku çiqas pêdiviya lezgîn bi zagoneke bingehîn heye."
***
Nûçeyên eleqedar:
- Hûn nikarin di pankartê de vê binivîsin!
- Ji devê Demirtaş vane şertên BDP'ê
- Baydemir: Boykot eniya alternatîf e
- BDP'ê tekzîbek ji bo Tarafê weşand
- Malpera boykotkirina referandûmê vebû



