Diyarname
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş li Nisêbînê ser referandûmê axivî.
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş roja 23'yê mehê ji bo xebata referandûmê li Nisêbînê bû. Demirtaş da zanîn ku dest ji boykotê bernadin.
Demirtaş got ku ne roja dawî, ne şeva dawî ew dest ji boykotê bernadin.
Selahattin Demirtaş wisa got: "Ger Erdogan bendava hilbijartinê daxe sedî 5'ê. Hevalên me yên girtî serbest bêne berdan. Bi Zagoneke Bingehîn a nû pirsgirêka kurd çareser bike û vê jî di vê meydanê eşkere bike wê çaxê emê jî bi we re rûnin û biryarê nîqaş bikin. Ji bilî bi cih anîna van şertan çûyîna cem sindoqê û dengdayîn nîn e."


