Diyarname
Li Wanê navê parkek guhartin û navê helbestvanê mezin ê kurd Feqiyê Teyran li parkê kirin.
Meclisa Şaredariya Wanê ku piraniya endamên wê BDP'yî ne di bin rêveberina Şaredarê BDP'yî Bekir Kaya de li hev civiya û biryar girt, navê Parka Bajêr guherandin kirin Parka Feqiyê Teyran.
Li gor biryara civîna di meha pûşperê de li dar ket de tabelaya ku navê Feqiyê Teyran, kurtejiyana wî û berhemên wî têde nivîsandinî daliqandin. Di dema daliqandina tabelayê de Cîgirên Şaredarê Wanê Abdurrahman Dogar û Îdrîs Canbay jî amade bûn.
Ji bo navguhartina parkê gelek ji şêniyên Wanê jî li wê derê kom bûn û kêfxweşiya xwe ya ji bo guhartina nav anîn ziman. Li aliyekê parkê tabelaya bi kurdî daliqandin, li aliyê din jî wê tabelaya bi tirkî daliqînin.
Parka Feqiyê Teyran wê ji bo gelek çalakiyên 1'emîn Festîvala çand, Huner û Xwezayê ya Gola Wanê mazûvanî bike.
***
Nûçeyên eleqedar:


