Diyarname
Şaredariya Wanê yekemîn car festîvalekê li dar dixe. Çalakiyên ji festîvalê diyar bûn.
Şaredariya Wanê bi navê 1'emîn Festîvala çand, Huner û Xwezayê ya Gola Wanê wê 30'ê vê mehê dest pê bike û heta 4'ê tîrmehê bidome. Festîval bi diruşma "Li welatê rojê em bi hunerê li dîrokê dinêrin" li dar dikeve li bendê ne digel navenda Wan û navçeyên wê, ji bajarên derdorê yên wekî Agirî, Culemêrg, Bedlîsê jî gel beşdar bibe. Her wiha ew li bendê ku ji Ermenistan, Îran û Iraqê jî beşdarî pêk bê.
Ev sê meh in ji bo festîvalê amadehî têne kirin. Di festîvalê de çalakiyên çand, huner, dîrok û li ser xwezayê wê bêne li dar xistin û di çarçoveya festîvalê de kolana mezin a Wanê, Kolana Komarê jî wê 4 rojan ji bo trafîkê bigirin û li wê derê stand û pêşangehan vekin.
Festîvala ku giraniya wê dê bi kurdî be, têde konser, panel, gotûbêj, pêşangeh û lîstikên şanoyê jî wê bêne lîstin. Dîsa di vê festîvalê de wê li taxan jî nîşandayîna fîlman li dar bikeve.
Bernameya festîvalê
Roja yekem
Roja yekem a festîvalê wê bi civîneke taştê bi beşdariya endamên çapemeniyê li dar bikeve. Di civîkê de wê Tara Caf, Mehmet Atli û Şêrko bi hunera xwe bibin mêvan.
Dûre wê pêşangeha wêne, fotograf, peyker û vekirina standan bidome. Dîsa reqsên gel, lêdana def û zirneyê, beşdariya koma erbaneyê wê meşeke li dar bikeve. Dûre konsera li Parka Kultur a Keleha Wanê li dar bikeve. Di vê konsera destpêkê ya festîvalê de wê koma NÇM'a Wanê, hunermenda tûnûsî Amel Mathlouthi, Koma Girava Rojê, Hesen Şerif û Servet Kocakaya beşdar bibin.
Roja duyem
Di roja duyem de wê paneleke bi navê "Ji Dîroka Kurdan Sê reng: Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Saîd-î Kurdî" li dar bikeve. Sami Tan, Lal Laleş, Şerefxan Cizirî û Henife Taşkin wê wekî axifger beşdarî panelê bibin.
Piştî vê panelê wê paneleke din bi sernavê "Li her derê jiyanê çanda tecawizê" di bin moderatoriya Mekiye Ormanci de li dar bikeve û kesên wekî Psîkolog Pinar Saruhan, lêkolînvan Gulçiçek Gunel û Şaredara Bazîdê Dr. Canan Korkmaz wê başdar bibin.
Heman rojê wê Navenda Çanda Dîcle Firatê lîstika xwe "Evîna gul û masî" bilîne, dûre jî wê dengbêj Feyzoyê Rizo, Egîdê Cimo, Hemîdê Mecid, Caferê Farqînî, Gazin, Kurdê, Henif û dengbêjên Mala Dengbêjan wê bi klamên xwe derkevin pêşberî gel.
Di dawiya rojê de jî li Parka Yaşar Kemal wê konsereke bi beşdariya Grup Nena, Mahabad û Yucel Arzen li dar bikeve.
Roja sêyem
Di roja sêyem de wê gereke ber bi Girava Axdamar û Sûlava Mûradiyeyê ve bê lidar xistin. Li Girava Axdamarê wê Egîdê Cimo bi dûdika xwe, Feyzoyê Rizo jî bi dengê xwe reng li Axdamarê bikin. Di hema kêliyê de wê li Sûlava Mûradiye jî dengbêj klamên xwe bera nav ava Mûradiyeyê bidin.
Êvarê jî bi navê "Li Keleha Wanê Rojava: Li hemberî hemû komkujiyan em berê xwe didin rojê" li dar bikeve û hunermendê kurd Egîdê Cimo û hunermendê ermen Suren Aseduryan bi hev re li mey û dûdikê bidin.
Piştî vê bernemayê wê xwendina helbestan li dar bikeve. Di vê çalakiyê de helbestvanê kurd Berken Bereh bi kurdî, Hîcrî Îzgoren jî bi tirkî wê helbestan bixwîne.
Heman rojê li Kolana Komarê bi beşdariya Koma Agirê Zerdeşt û Koma Wetan wê konserek li dar bikeve û di dawiya rojê de jî wê Koma Dansê ya NÇM'ê lîstika xwe "Destana Kawa" pêşkêş bike.
Roja çaran
Roja dawî ya festîvalê de wê du panel pêşî li dar bikeven. Ya pêşî di bin moderatoriya rojnameger Nuri Firat de bi beşdariya Gulçiçek Gunel Tekin, Firatê Dengizî û Mehmet Çakmak bi sernavê "Komkujiya çandî û polîtîkayên alternatîf ên çandî" li dar bikeve. Heman rojên di bin moderatoriya Ayhan Bilgen de bi beşdariya Doç. Dr. Maya Arakon, rojnameger Huseyin Aykol, parêzerê Asrin Hukuk Burosu prz. Îrfan Dundar li dar bikeve. Mijara vê panelê jî "Bi awayekî demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muxabatî-muzakere" ye.
Konsera dawî ya festîvalê jî wê li Parka Çandê ya Keleha Wanê li dar bikeve. Di konserê de wê endamên Koma NÇM'a Wanê, Koma Gulên Xerzan, Silb û Sitarî û Serhado wê hunera xwe pêşkêş bikin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.