Diyarname
Di çarçoveya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de dawiya vê hefteyê gotûbêj û dersên sînemayê hene.
Gotûbêj û dersên sînemayên yên di çarçoveya 29’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de wê li Akbank Sanatê bê pere li dar bikevin.
Di vê çarçoveyê de 10’ê mehê saet 10.00-12.00 û 14.00 de wê hilbijêra fîlmên Mario Rizzi bi sernavê “Jiyan Vesazkirinek e?” li dar bikeve. Mario Rizzi di sala 2005’an, di 7’emîn Bîenala Sharjah de xelata hunermendê herî serketî girtibû. Mario Rizzi ku di sala 1962’yan de hatiye dinê di sala 2008’an de yek ji mêvanên fermî yê Festîvala Fîlman a Berlînê bû.
Çalakiyeke din a 10’ê mehê jî li heman cihî saet 16.00’an de li dar dikeve. Di bin kuratonriya rexnegira sînemayê Ayşegul Sonmez de bi beşdariya hunermendê vîdyoyê Omer Ali Kazma û Mario Rizzo de wê gotûbêjeke di bin sernavê “Videodram= Video art e yan filmê sînemayê ye?” li dar bikeve. Di vê çarçoveyê de wê li ser mînaka xebata “Jinên bê mêr” ê Şîrîn Neşat û “Nowhere Boy” ê Sam Taylor Wood bê sekinîn.
Di 11’ê mehê saet 16.00’an de jî wê lîstikvan, hunermendê grafîkê, karîkaturîst û ilustrator Priit Part wê derseke sînemayê bide. Ewê li ser sazkirina fikran teknîka sazkirina senaryoyê pêşkêş site.
***
Nûçeyên li ser 29'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbole ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- “Seyîd” di Festîvala Stenbolê de tê nîşandayîn
-Festîvala Fîlman a Stenbolê deriyê xwe vekir
- Bilêtên fîlmên festîvalê li benda we ne
- Li Stenbolê 200 fîlm li benda we ne


