logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
news-details

Festîvala Fîlman a Stenbolê deriyê xwe vekir

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi merasimekê dest pê kir. 200 fîlm li benda sînemahezan in.

  • Dîrok: 03/04/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

29’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi merasimekê dest pê kir. Di şeva vekirinê de li ser girtina Salona Emekê jî axaftin hatin kirin û xwestin Emek careke din bikeve faliyetê. Di festîvalê de li dor 200 fîlmî hene.

29’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi merasima vekirinê ya li Salona Kongre û Pêşangehê ya Lutfî Kirdar vebû. Di şeva ku pêşkêşvaniya wê lîstikvan Yetkin Dikinciler û Ceyda Duvencî kir de Wezîrê Çand û Tûrîzmê Ertugrul Gunay jî têde lîstikvan, derhêner, rexnegir û hezkiriyên sînemayê, li dor 2 dezar kesî amade bû. Di şevê de Serokê ÎKSV’ê da zanîn ku di sala 1982’yan de wekî “Hefteya Fîlman” festîvalê dest pê kiriye û sala 1989’an da navê Festîvalê girtiye heta niha gelek gav avêtiye. Eczacibaşî wisa got: “Festîvala me îro digel bi bernameya xwe ya xweser nîşandayîna fîlmên bi qelîte û cureya wan, bi nêzîktêdayîna nûbûneke ku rê dide endustriya fîlmên navneteweyî ketiye asteke pêşeng a welatê me û ketiya nav festîvalên mezin ên Ewropayê.”

Emek divê dîsa vebe

Di dema axaftinê de du kesan li dû dikê da û girtina salona dîrokî Emekê şermezar kir. Eczacibaşi li ser Emekê jî axivî û wisa got: “Salona Emek ku bi festîvalê re bûye yek îsal di nav cihên ku lê fîlm têne nîşandayîn de nîn e û ev yek me xemgîn dike. Sînemaya Emekê ku di dilê sînemahezan de cihê wê yê taybet heye û ew sembola hebûna çanda me ye em hêvî dikin û li bendê ne ku di demeke nêz de cara din vebe û cihê xwe di nav çand û hunera bajarê me de cih bigire.”

Piştî axaftinan plaket dan sponsorên festîvalê û dûre jî Fatih Erkoç û Kerem Gorsev stranên “Moon River”, “Somewhere Over The Rainbow”, “Smile” û “Fly Me To The Moon” pêşkêş kirin.

Kadir İnanir xelatên rûmetê girt

Di şevaê de Xelatên Rûmetê yên Sînemayê jî hatin dayîn. Vesazkar Mevlut Koçak xelata xwe ji destê lîstikvan Nurgul Yeşilçay girt. Di warê derhênerî de jî xelata rûmetê dan derhêner Feyzî Tuna. Tuna xelata xwe ji destê lîstikvan Fatoş Guney girt. Tuna, di kurteaxaftina xwe de got “Îşev ez di nav du hestan de me. Yek jî heyecana ku ez niha dijî me. Ya diduyan jî ev 48 sal in ez di vî karî de m emin qet xelat negirtiye. Ev yekem xelata min e. Ezê xwedî lê derêm. Ger ronahîsaz, senaryonûs, kedkarên sedê, vesazkar, kesên navên wan di jenerîkên ku zû diherikin de nîn bana ezê îşev ne li vir bama” û bi vî awayî sipasiyên xwe pêşkêşî wan kedkaran kir.

Herî dawî jî lîstikvanê navdar ê Tirkiyeyê Kadir İnanir ji bo girtina xelata rûmetê derket ser dikê. İnanir xelata xwe ji destê lîstikvan Zuhal Olcay girt û wisa got: “Ez vê xelatê li ser navê mirovên reben, bi rûmet û xweşik ên vî welatî digirim.”

Di dawiya şeva vekirina festîvalê de xelata “Serketina di Hemû Jiyanê de” dan derhênerê îtalî, senarîst û lîstikvan Marco Bellocchio. Fîlmê Bellocchio yê bi navê “Yenmek/Têkbirin” ku li ser Ida Dalcer a diya zaroyê Mussoliniye ku Mussolini tu demê qebûl nekiribû ku ew kurê wî ye, wê bê nîşandayîn. “Yenmek” 3’yê mehê saet 16’an de li Sînemaya Atlasê wê bê nîşandayîn.

'The Concert' eleqeyek mezin dît

Şev bi nîşandayîna fîlmê “Li Parîsê Konsera Dawî / The Concert” ê derhêner Radu Mihailenau ku li Fransayê rekora gîşeyê şikandiye hat nîşandayîn. Lîstikvanê fîlm Aleksei Guskov jî di nav mêvanên şevê de bû. “The Concert” bi eleqeyeke baş re rû bi rû ma.

Fîlmên festîvalê îsal li Beyogluyê li salonên sînemayê Atlas, Yeni Ruya, Beyoglu, Sinepop, Muzeya Pera, li Kadikoyê sînemaya Kadikoyê û li sînemaya Nîşandayî CityLife têne nîşandayîn.

Di festîvala ku heta 18’ê mehê wê li dar be de gotûbêj, konser û şahî jî hene.

***

 

Nûçeyên li ser 29'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbole ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Bilêtên fîlmên festîvalê li benda we ne

- Li Stenbolê 200 fîlm li benda we ne

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

news
  • 11 04 2026

Dawiya hefteyê hin çalakî

news
  • 10 04 2026

Fîlmên Cannesê eşkere bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Şaredar û Mebûsên kurd li ser sînorê Kobanê ne

ad

'Emê meha bê federaliyê îlan bikin'

ad

Ji bo Festîvala Fîlmên Bêasteng dema serîlêdanê ye

ad

Li Qoserê Atolyeya Çîrokan li benda we ye

ad

Terîmê çêrbaz şingir mingir

ad

Gotina Hefteyê: "Tirkiye nizane çawa nêzî vê meseleyê bibe"

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname