logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Edebiyata Sînornenas: Kejo û Handa

Di deh salên dawî de cureyên romanên kurdî jî zêde bûn, nîqaşên li ser wê jî. Di "zincîreçîrokên" xwe yên bi navê "Handa

  • Dîrok: 05/04/2018
  • Beş: Serbest

Ferzan Şêr

Di gotar û xebatên xwe de her ji min tê, dixwazim termên zanistî û akademîk bi kurdî bi kar bînim, hewl didim li ser kurdiya wan bifikirim. Gelek caran ji ber ku kurdiya wan tam ne bi dilê min e, wekî awayê resen bi kar tînim. Peyvên bi "post-" dest pê dikin yên herî zehmet in bo wergerê. "Li pey, pey, pişt" hin peyv in ku em di nivîsan de laqê wan tên. Esil ev pêşgira "post-"ê, ne bes tiştên li pey têne, li pişt wan tên pênase dike; di heman demê de sînorên termê li paş xwe derbas dike. Mînak modernîzm, sînorên xwe hene lê post-modernîzm wan sînoran şêlo dike, tev li hev dike. Roman bi xwe jî bêyî vê peyva post- janreke post-roman e. Sînorên wê berfireh in, gelek qalibên ku li bejna wê tê kirin, hildiweşîne. Di deh salên dawî de cureyên romanên kurdî jî zêde bûn, nîqaşên li ser wê jî. Di "zincîreçîrokên" xwe yên bi navê "Handa" de Sîdar Jîr di warê honak û nivîsa afirîner de berê me dide sînorên janrên edebî da ku em bi guman nêzî wan bibin. Li derdora sînorên romanê digere lê nabêje ev roman e. Belkî naxwaze bibêje, belkî henûnî dike, belkî wekî gelek çîroknûs "romanê" ji çîrokê bilindtir dibîne, belkî û belkî. Em nêta nivîskar nizanin. Lê berê jî min di nivîseke xwe de qala vê taybetmendiya berhema Sîdar Jîr a bi navê "Dozdeh Çirk" xwendibû. Ez vegeriyam wê nivîsê, min wiha nivîsîbû: "Yek ji taybetmendiyên vê berhemê jî ev e: di vê serdemê de popûlîzma romanê di lûtkê de ye û nivîskarek radibe 'roman'a xwe ji hêla şiklî ve dişibîne çîrokê û navê kurteçîrokê lê dike. Ew nivîskar dixwaze derbek li hiyerarşiyên cureyan û li popûlîzmê bide."* Ne şaş bim, di Dozdeh Çirkê de hin beşên ku wekî serê xwe, wekî çîrok bêne xwendin hebûn. Di vir benên di navbera çîrokan de, a rastir di navbera beşan de hîn xurtir e. Hin beş û gotinên di çîrokan de rasterast ancax bi beşa beriya xwe dikarin bên xwendin. Lowma ew renga ku di Dozdeh Çirkê de dişibiya romanê di vê berhemê de hin bêtir ber bi çav e. Helwesta nivîskar dişibe serboriya Kejo ya bi midbexê re. Kejoyê pisîk, hevalê me yê malê ye. Dema Kejo hat malê, me sînor danîn jê re. Yek jê ew bû ku dê nekeve midbexê. Ez di nav midbexê de li ser zemîna qehweyî, ew li zemîna spî disekînî. Her ku gav davêt min digot "Na", îcar wekî kûçikên Pavlov, Kejo her ku zemîna qehweyî dibîne, disekine, gavek davêje zemîna qehweyî cardin dikişîne. Gavê din davêje cardin paş ve dikişîne. Wekî ku çahlekî li ber be ji tirsa ku nekevê. Piştî çend derbên ceribandinê an dev jê ber dide nakeve midbexê, an jî carinan ger ji midebxê xwarin bê xwarin li pey ceribandina xwe rasterast ji zemîna spî davêje ser xalîçeyê. Di van her du berheman de, nemaze bi Handayê re em dikarin bêjin ku karê nivîsandina Sîdar Jîr di sînorên janrên edebî de nahewe, gav bi gav sînorên wan diceribîne.
Di berhema ewil de bêtir mekanên vekirî, çîrokên Mîrşa hebûn. Di vir de şêweyeke Kafkaeskî ceribandiye. Ji bo şêweya Kafkaesk qesta eleqedaran bêtir atmosfer e. Lê bi min mekan e jî. Berhemên Kafka bêtir mekanên teng in. Di çîroka "Yuva (hêlîn, lan)" a Kafka de ev heye. Jixwe berhema Veguherîn bi xwe berhemeke bi vî rengî ye. Di Handayê de her du jî hene, hem atmosfer hem jî mekan. Di Handayê de mekan wekî jûrekî hatiye sazkirin. Çîrokên wê li ser eşyayên tê de kar dikin. Bi bîr û baweriya eşya û Handayê serekleheng re û bi riya şibakê re têkiliya cîhana derveyîn dibe û di heman demê de cîhaneke surreal jî heye. Sindoqa di jûr de rasterast wekî derhişa Handayê ye. Bi vê hêla xwe ve metafiksiyon jî tê de heye. Sindoq hem di berhemê de ye, hem jî di derhişa serekleheng de cihekî digire. (Sindoq jî teng e. Her tişt tê de bi awakî tepisandî cih digre.) Wekî ku sindoq di hundirê sindoqê de, berhem di hundirê berhemekê de. Gelek caran hema hema bi her çîrokê re, di her beşê de çîrok tê li anatomiya Handayê dikeve, pê dadikeve. Ev jî fizyolojiya metnê ye. Îcar dema bi hestên "tengezar" di ser anatomiyê de dixebite û pênase dike ew atmosfer jî saz dibe. Atmosfera "teng" hem ji mekanê ve hem jî ji hêla hestkirinê xwîneran dikşîne hundirê xwe.
Nivîskarê mêr, sereklehenga jin bivê nevê bang li hin peyvan dike li ser femînîzmê. Kodên nivîskar ên mêrane mîrasên me yên xerab in di hewza genên nivîskariya me(?) de. Ji bo nivîskarên mêr avakirina karakterên jin zahmet e. Hem rolê wan ên civakî di romanê de, hem ji wekî derûnî ku yekem şerta avakirina karakterê ye. Ev taybetmendî dike ku ji karakter ji "tîp"ê cuda dibe. Di romana Xatê Xanim a Eliyê Evdirehman de lehengên jin hene, lê ne femînen in. Zeynê jî Xatê Xanim jî wekî mêran tevdigerin. Di Handayê de belê rêyek heye ku meseleya namûsê li ser bedena jinan pêş çavê me dixe. Ev êdî ne tiştekî balkêş e di romanên kurdî de ku rexne li pederşahiyê bigrin. Jê bêtir tiştê ku bala min kişand her çiqas vegotin li ser bedena jinê ava bûbe avakirina karaketereke femînen karekî giran e. Jin heye, bedena wê heye, belê erotîzm heye tê de, di ser derhişa wê de "namûs" heye. Lê ew jin di bedena xwe de hepskirî ye, di sandoqa diya xwe de hepskirî ye, di odeyekê de hepskirî ye... Teng e, bêhna mirov diçikîne, wekî darbest, wekî goreke ye.
Rihê wê sînorên bedena xwe dixeritîne. Bi riya neynikê, ber bi bîra derhişê ve diçe, di avan tê wer dibe, di daristanan de, ji pencereyê dertê giş sembolê derhişê ne. Ne ez dibêjim, vebêjer dibêje:
"Çavên Handayê çûn ser neynika li odeyê. Ji neynikê aveke zelal ber bi wê ve dihat. Di navbera neynikê û pencereyê de dualî diherikî. Pencere û neynik dibûn sînorê av û êgir. Handayê mîna gelek çûn û hatinên hişî û binhişî li sînoran fikirî, ji bo  demekê çavên xwe girtin. Di binhişê wê de, sînor di hemû nexşeyan de tiştê herî diyarker û cirnexweş bûn." (67)

Di pencereya biçûk a femînîst de bikaranîna bedena jinekê dikare bê rexnekirin, lê di pencereya mezin a femînîst de serketîna temsîliyeta wê bedenê dike ku em wê nebînin. Çawa ku wêneyên tazî li her derê nikarin bên weşandin, lê resamek wêneyeke wiha çêdike ku mirov dikşîne hundirê wê wêneyê ev vebêjera Handayê jî wiha ye. Vê yekê çawa dike, bi sêwirandin û xêzkirina dîmena Handayê re pêk tîne. Bi ziman pêk tîne. Bi şayesa di zimên de. Lê serketina di şayesan de, di îfadekirina rewşan de, di lêker de, di hêmanên esasî a zimanî de parikî zêdegavî kiriye. Ji bo mînak ji bo ku mirov bikşîne hundirê bedena lehengê xwe lazim e belkî gelek caran behsa pî, poz, dest û lêv bike. Lê peyvên mîna "mit bû", "ho veda", hwd. gelek car bêne bikaranîn ahenga nivîsê saz bikin jî, ahenga vegotinê xera dikin.
Bi giştî her ku di zimên de bilikume jî di warê janrên edebî (roman-çîrok), hem di warê teknîkê (kafkaesk) û şêweya şayesandinê de berhemeke bijare ye. Ji bo sazî û secereya nivîskariyê jî berhemeke hêja ye ku teqlek li ya pêşiya xwe (Dozdeh Çirk) zêde kiriye.

*https://ferzaname.wordpress.com/2013/07/20/guh-bidin-pistepisten-jiro

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Edeneyê 12 fîlm dikevin pêşbaziyê

ad

Bûyerên li maça Amed Sporê derketin bir meclisê

ad

Polîsan bi ser Med-Der û Payîz Pirtûkê de girt (Hat nûkirin)

ad

Mijara "întihal"ê; 130 kesî piştgirî da Elif Şafakê

ad

Amedspor teslîmê Sinan Kaloglu kirin

ad

Zimanekî Tehlkirî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname