Diyarname
Hunermend Mehmet Atli li ser hunermendê gorbihuşt gotinên girîng tîne ziman. Vane dîtinên Mehmet Atli:
- Rola Mihemed Şêxo di nav muzîka kurdî de çi ye?
Bi tiştên ku em binivîsin (yanê dîroka çandê, dîroka muzîka ya me kurdan) ve eleqedar e. Kes nikare rola ku kesî dayê yan jî ji bo wan hatiye pêşkêş kirin. Hûn tiştekê dikin û civak jî ji bo vê pîvaneke diyar dike. Em di vî warî de çiqas nivîsan hilberînin û dîrokê binivîsin yên wekî Mihemed Şêxo wê ew qasî cuda bêne dîtin, wê ew qasî dewlemend bêne nirxandin. Ger em nenivîsin û li ser nîqaşê nekin ew stran wê li wê derê tenê wekî amûreke xecrkirinê bimînin.
Bi ya min Mihemed Şêxo dikare wisa bê nirxandin: Di civanekek ku her diçe dibe bajarî û polîtîze dibe de ew pêşengê muzîka wî gelê ku her diçe dibe bajarî û dibe polîtîze ye. Mihemed Şêxo di nav muzîka kurdî de pêşengê kevneşopiya bajariyê ye. Ew di navbera reha kevneşopî ya berî xwe û muzîkarên roja me de xelekekî ye.
- Giraniya stranên wî (ji aliyê naverok/gotin û muzîkê ve) çi ye?
Ji ber ku ew kesek li enstrumanê dide û bi vî awayî dest bi muzîka xwe kiriye bi ya min ferqek çêbûye. Em dizanin ku paşê hînê strîn û nivîsandina stranan bûye. Em dizanin ku li Lubnanê tecrubeyên komî baş girtiye, bi muzîkarên wê demê re baş têkilî daniye, di warê siyaset, ol û wîjeyê de xwe gihandiye. Dîsa ne zehmet e ku mirov fêm bike di nav nîqaşê siyasî û entelektuel de cih girtiye, li çend welatan geriya ye, di nav çend zimanan de geriya ye, bi awayekî xwezayî rewşeke enternasyonal jiya ye.
Bi ya min taybetiya wî ya herî girîng ew enstrumanjenekî ye ku ji helbestan besteyan çêdike. Ev aliyê wî kiriye ku ew bibe hunermendekî ku bi wêjeyê re eleqedar e. Divê em Mihemed Şêxo wekî nûnerê nifşê ku dewlemendiya wêjeyê kişandiye nava muzîkê bibîne.
- Stranên wî bersiva îro jî didin yan na?
Dewlemendiya newayên wî, lêdana enstrumanê û sadebûna di vegotina stranan de wê her dem bêne guhdarîkirin û wê kevneşopiyeke temsîl bike. Bi besteyên wî yên ku ji helbestên baş hatine çêkirin, bi dewlemendiya kurdî bi ya min wê hunermendên wekî wî her hebin û ew dê her rojevî bimînin.
- Mihemed Şêxo li rojavayê Kurdistanê li gundekî Qamişloyê hatiye dinê. Li parçeyeke din a kurdan bihata dinê dê çi biguheriya? Tesîra wê parçeyê
çiqas li ser hebû? Yan jî em di vî warî de dikarin çi bibêjin?
Nîqaşeke wisa dê bibe spekulasyon. Di vê mijarê de ez zêde tiştetî nabêjim. Di hunerê de digel jîrekiya şexsî ji wê jî wêdetir mercên dîrokî û civakî diyarker in. Van mercan li cihên din çi kiribe herhal ji bo Mihemed Şêxo jî heman tişt kiriye.
- Ji bo xwedîlêderketina navê wî divê çi bê kirin? (Mînak wekî abîde,peyker yan tiştên din) Kurd bi têra xwe wî bibîr tînin yan na?
Tiştên wekî abîde, peyker helbet dibin. Lê jê wêdetir divê mirov ji bo kesên wekî wî belgefîlman çêbike, berhemên wî arşîv bike, bike nota û bigire bin qeydê, li ser analîz bike. Jê wêdetir mirov jê feyzê bigire. Li gor wê sadebûnê muzîka wan ji nû ve hilberîne, bigihîne nifşên nû, bike mijara xebatên hilberîner û bi hurmet.
Foto: Cemil Oguz