Diyarname
Di rojnameyeke mezin a Tirkiyeyê de berî maça Tirkiye û Hirvatistanê aliyên herî serkeftî û yên ne serketî dabûn ba hev û ji bo Teknîk Dîrektorê Tirkiyeyê Fatih Terim gotibû 'karîzmatîk e' û ji bo Teknik Dîrektorê Hirvatistanê Cacic gotibû 'ne karîzmatîk e', bi vî awayî aliyê serketî yê Tirkiyeyê derxistibû pêş. Pêre jî bi xwe bawer tîma Tirkiyeyê derxistibû pêş. Paşê maçê dest pê kir 'karîzma'yê nekarî bi 'bê karîzma'; Hirvatistanê bi 1-0 Tirkiye têk bir û di komê de pûanên pêşî girt.
Hirvatistan ku di temamê maçê de serketî bû, du gogên wan ji dîrekê vegeriyan, bi gola Luka Modric a ku di deqîqeya 41'ê de avêt sê pûan birin malê.
Tirkiyeyê bi Volkan, Gokhan, Mehmet, Hakan Balta, Caner, Selçuk, Ozan, Hakan, Oguzhan, Arda, Cenk dest pê kir:
Hirvatistanê bi Subasic, Srna, Corluka, Vida, Strinic; Modric, Badelj, Brozovic, Rakitic, Perisic, Mandzukic dest bi maçê kir.
Burak, Volkan Şen û Emre Mor ku paşê ketin maçê jî nikarîn li ser navê Tirkiyeyê tiştek bikin.
**
Di maçên din ên rojê de Polanyayê Îrlandaya Bakur bi 1-0, Almanyayê Ukrayna bi 2-0 têk bir (Ev not paşê li nûçeyê hatine zêdekirin)