Cemil Oguz
Ahmet Guneştekin yek ji wênesazên kurd ê navdar e. Guneştekin ku heta niha gelek pêşangeh vekirine, vê carê pêşangeha xwe ya herî mezin vekir. Di pêşangeha ku li Antrepo 3 hatiye vekirin de digel gelek wêneyên Guneştekîn ên berê, xebata wî ya nû "Rûbirûbûn" jî derket pêşberî hunerhezan û gelek eleqe dît.
Wênesaz Ahmet Guneştekîn ji mîtolojî û çanda devkî sûdeyê werdigire û wan di tabloyan de tîne ziman. Di tabloyên wî de ol, sûcên mirovahiyê û gelek mijarên din ên li ser bûyerên civakî dibin tablo, dibin reng, dibin deng, dibin sembol, dibin wateyeke nû û derdikevin pêş. Di "Rûbirûbû"nê de jî heman tiştî xwe nîşan daye. Ji motîfên çandî wêdetir vê carê di "Rûbirûbûn"ê de siyaset, helwesta li dijî komkujiya li ser kurdan jî bi reng, deng û hunera hemdem xwe nîşan daye.
Di vê pêşangehê de xebatên Guneştekîn ên wekî "Înkar", "Bîr", "Pervane", hin tabloyên wî yên di nav koleksiyonan de cih digirin wekî "Edaleta Saf", "Tûfana Serdemê", "Deriyên li Rojê Vedibin", "Deriyê Bêmiriniyê", "Deriyê Bihuştê", "Sîmûrg" cih digirin. Digel van xebatên wî yên nû yên bi navê "Rûbirûbûn", "Nobedarên Kabeyê", "Paradoks" û "Rûbirûbûna Pîroz" cih girtine ku bi taybetî tabloya "Rûbirûbûn" hem ji aliyê naveroka xwe ya siyasî ve, hem jî ji aliyê sazkirina şêweya tabloyê ve gelek bal kişand.
Rûbirûbûn û Helebçe
"Rûbirûbûn" li ser Komkujiya Helebçeyê hatiye saz kirin. Dema ji aliyê kêlekê ve lê tê nêrîn gelek motîfên wekî tang, mirov, cihên olî û gelek sembolên din; dîsa Sedam Huseyîn, Barzanî, pêşmerge, kurdên hatine kuştin û gelek motîfên din rûberî mirov dibin. Dema li aliyê pêş ve jî mirov lê dînere, di neynikên hatine bi cih kirin de, mirov rû bi rûyê xwe dibe. Ev tabloya ku xebata nû ya Guneştekîn e, ji
aliyê kesên hatin serdana pêşangehê ve jî gelek eleqe dît.
Vîdyoyên li pêşangehê
Di vê pêşangeha xwe de Guneştekîn digel tabloyên xwe, du vîdyoyên cihê jî amade kirine û wekî xebateke hunerî pêşkêş kirine. Vîdyoya li ser komkujiya sedsala 20'an temaşevanan ber bi sedsala 20'an ve dibe; û vîdyoya ku sê nifş lê hene jî bi awayekî din balê dikişîne. Kesên di vê vîdyoyê de cih digirin ji sê nifşê cihê ne, tîpên kurdî ku li ser texteyê têne nivîsîn dixwînin, lê tîp cih de jê têne bibin. Bi vê vîdyoyê jî wî bal kişandiye ser kurdî, qedexeya li ser kurdî, bi vê qedexeyê re guherîna zimanê wan sê nifşan.
Wênesaz Guneştekîn di nav hemû pêşangehên xwe yên ku heta niha vekirine de herî zêde qîmetê dide vê. Guneştekîn li ser pêşangehê ji bo me got ku ev pêşangeh li Ewropayê jî yek ji pêşangehên girîng e û ev yek lê zêde kir: "Ev pêşangeha me bi rêzê dê nîsana 2013'yan de here Hewlêrê. Emê heman pêşangehê li wir jî vekin. Paşê dê meha hezîranê de here Bîenala Venedîkê, dûre here Berlînê. Di sala 2014'an de jî li pênc herêmên cuda yên Fransayê di muzeyên girîng de dê cih bigire. Bi van pêşangehan, di warê hunera hemdem a Tirkiyeyê de dê ev pêşangeh bibe yekemîn pêşangeh ku ew qas mezin û yekemîn e ku li dinyayê geriya ye."
Her wiha Guneştekîn dibêje Antrepo 3 ciheke 4 hezar metrekare ye û komek ji 100 kesî pêk hat ji bo tabloyan bi cih bikin 20 roj xebitîne.
Mêvanên pêşangehê
Di vekirina pêşangehê ku gelek eleqe lê hebû de mebûsê BDP'ê Hasip Kaplan, Mebûsê AKP'ê Mehmet Şimşek, hin mebûsên berê yên AKP'ê, Şaredarê berê yê Entabê Celal Dogan, wênekêş Ara Guler û Coşkun Aral, Gerînendeyê Weşanê yê CNN Turkê Ferhat Boratav, civaknas Îsmaîl Beşîkçî, karsaz Îbrahîm Gurbuz, weşanger Ahmet Onal, ji rojnameya Sabahê Mahmut Ovur, Gerînendeye Anadolu Ateşi Mustafa Erdogan û gelek kesên din hebûn.
Pêşangeha "Rûbirûbûn" li Antrepo 3 ya li Tophaneya Stenbolê êvara 6'ê mehê hate vekirin, heta 30'ê meha 12'yan, yanê heta dawiya salê vekiriye. Cihê pêşangehê Antrepo 3 ji bilî roja duşeman her roj vekiriye û çûyîna serdana pêşangehê bê pere ye.

Mêvanan bi hûrbînî li tabloyan mêze dikir û li wateyan li navê digeriyan.

İsmail Beşikçi û rêveberên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz û Ahmet Onal jî li pêşangehê bûn.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Ahmet Guneştekin vê carê li 'Santral İstanbul' e
- Hunermendê kurd Guneştekîn ket nav 500 hunermendên herî girîng
- Pêşangeha "Bêmirinî" li benda we ye
.


