Zana Farqînî
Werger û wergerandina berheman, tiştekî gelek girîng e ku ez hewce pê nabînim dûr û dirêj li ser vê yekê rawest im. Ji ber ku girîngiya vî karê kevn ê dîrokî yê ku êdî wekî zanistekê tê pejirandin ji zû de hatiye peyîtandin û selmandin. Îcar bi xwe derd û xema min, ne behskirina pêwistiya vî karî ye. Loma jî ez dixwazim çarçoveya nivîsa xwe bidim xuyakirin û qet nebe çend tiştan li ser vê mijara girîng bibêjim.
Bi saya wergêrê, ne tenê mirov ji wêje, çand, huner û hwd. yên netewe û gelên cuda agahdar dibe, her wiha di gelek waran de jî mirov xwe ronî dike. Der barê hest û nest, helwest û rawest, hizir û raman, bîr û bawerî, dab û nêrît, cîhana derûnî, nirxdarazî û ji gelek tiştên din de jî, yên gel û civakên cuda, dibe xwedî zanîn û aso û bergehên mirov firehtir dibin.
Ji aliyê zimên ve jî, deriyên nû li ber zimanê mirov vedibin. Şayes (teswîr), têgih, qalib, awa û riyên vegotinê, hêza fikirînê, hêza vegotinê, hêza nîgaşê (xeyalê) û tiştên wisan li mirov û zimên zêde dibin. Mirov jî, ziman jî, ji vî aliyî ve zengîntir dibin. Bi gotineke kin û kurt, werger dike ku mirov hem bi kapasîte û hêza zimanê xwe bihise hem jî dike ku mirov ji cîhanên din agahdar bibe. Her wiha derfet û îmkan li ber zimanên mirov vedibin û ev yek dike ku ziman bi pêş bikeve, geş û xweş bibe.
Çawan min li jorê jî amaje pê kir, mebesta min ne girîngiya wergerê ye. Her wisan, ez nabêjim ku berhemên bên wergerandin divê xwedî kalîteyeke wêjeyî, hunerî û nizanim çi bin. Ez bi xwe alîgirê wergerandina her cure berhemî me. Ji bo kurdî ez vê yekê pir girîng dibînim. Ji berhemên ku xwedî wesfên hunerî û edebî ne heta bi yên popîler, pêwîst dibînim ku ew li kurdî bên wergerandin da ew jî bi kêr bên ku kurdî di her warî de bê bikaranîn, bikemile, biedile û xurt bibe.
Piştî van çend hevokên ji bo destpêkê, îcar ez bêm ser mebest û alaza xwe ya hîmî. Rihet 14 sal berê, wexta ku ez Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Welatê Me bûm, nivîkarekî me yê li Ewropayê, bi riya telefonê tewqeyek (pêşniyazek) li min kir. Ji min xwest ku di çarçoveya projeyekê de ji wan re berhemên klasîk ên wêjeyî wergerînim kurdî (kurmancî). Min jê re got ku ez ji tirkî pê ve bi zimanekî din nizanim û tiştê ku ez fehm dikim jî, mebesta te wergera berhemên bi zimanên din e. Gote min ku belê wisan e û xem nake ‘Tu dikarî ji tirkî wergerînî.’ Min teklîfa wî qebûl nekir û min jê re bi aşkerahî got ku divê berhem ji zimanên resen bên wergerandin.
Bi taybetî ji wê demê bi vir ve, ev mijar her di rojeva min de ma. Çendî min li ser vê rewşê nenivîsandibe jî, di sohbet û mijûlahiyên xwe de min ev yek aniye zimên. Ez her li ser vê fikira xwe me û helwesta min jî neguheriye, berdewam e.
Wan salan û berê jî, nemaze li Ewropayê hin berhemên klasîk ên wêjeyî, ne ji zimanên resen, li kurdî dihatin wergerandin û min bi xwe jî cara pêşîn hin ji wan berheman bi kurdî xwendin. Ji ber ku ew niha ne li ber destên min in û naxwazim şaşiyê bikim, ez dê navên wan li vir diyar nekim.
Ev yek, ango wergera berheman a ne ji zimanê resen, tim di bîra min de bû û min dixwest ku binivîsekê ez balê bikişînim ser vê rewşa hanê ya ku ez pê neqayil bûm. Piştî ku di van salên dawî de, nemaze li Stenbolê ji nav weşanxaneyên kurdan jî hin berhemên wergerandî yên bi kurdî hatin weşandin ku hema bibêje xwedî heman rewşê ne, min nekarî xwe ragirim û daxwaza min a nivîsîna li ser vê mijarê zêdetir bû.
Di piraniya van berheman de nehatiye diyarkirin ku bê ew ji kîjan zimanî li kurdî hatine wergerandin. Jixwe ji aliyê weşangeriyê ve, bi ya min, ev kêmasiyeke mezin e. Diviya ku bihata xuyakirin, Eger wergêr ji bîr kiribûya jî pêwîst bû ku weşîner (edîtor) ev kêmasî bidîta, ew sererast bikira û di kunyeya kitêbê de jî bida diyarkirin. Li vir min divê ku ez dêhn û balê bikişînim ser xaleke girîng a din jî. Hin weşanxane ne tê de, bi piranî weşîner hema bibêje bêyî ku dest li vekîta (rastnivîsa) nivîskar an jî wergêr bigerînin, berhemê çap dikin. Qet nebe ew ji aliyê sererastkirina zimên ve bi erk û peywira xwe ranabin û berpirsiya xwe naynin cih.
Ji bo vê dabaşê, ez navê çend berhemên wergerandî bidim ku ne li derve, lê li Stenbolê derçûne: Qaqlîbaz a Richard Bach (wergêr Osman Özçelik), Kalemêr û Behr a Ernest Hemingway (wergêr Azad Avci), Don Kîşot a Cervantes (wergêr Serdar Roşan), Îslam û Ewrûpa a Ingmar Karlsson (wergêr Zeynelabidîn Zinar), Cîhana Sofî a Jostein Gaarder (wergêr Ahmet Gegez). Wergêrên van berheman aşkera nekirine bê wan ji kîjan zimanî werger kiriye. Ne di nasnameyên pirtûkê de ne jî di pêşgotinên wan de, der barê vê xalê de tu daxuyanî û zanyarî nîn e.
A rast ji bo vê mijarê ez neketim nav keftûlefteke dûr û dirêj û min lêkolîneke taybet jî nekir. Ev, ên li ber destên min bûn û min bi wan dizanî. Heta hin wergêran bêyî ku di nasnameya (kunyeya) kitêbê de diyar bikin, di pêşgotina xwe de aşkera kiribû ku wan di dema wergerê de ji du zimanan sûd wergirtiye. Mînak; Sako ya Gogol ku Cemîl Oguz ji tirkî û îngilîzî wergerandiye kurdî. Her wiha Ali Karadeniz ku Kelîle û Dimne ya Beydaba wergerandiye kurdî, tenê di pêşekê dide zanîn ku wî ji nusxeya tirkî û ya erebî îstîfade kiriye.
Rexneya min hem li wan kesan e ku ji zimanê resen wergerê nakin hem jî dîsan li wergêran e ku nadin zanîn bê wan ji kîjan zimanî berhem wergerandiye, her wiha li weşîneran e ku vê kêmasiyê yan nabînin an jî xem naxwin ku bi erka xwe rabin û ji aliyê hewcedariyên weşankariyê ve bi berpirsî tev bigerin.
Ez bêm ser sedema ku ez li dijî vê yekê me. Wekî ji sernavê gotara min jî diyar e, kakilê mijara min ev e: Divê berhem ji zimanên xwe yên resen (orîjînal) bên wergerandin. Ne ku mirov rabe berhemê ji zimanê lêwergerandî wergerîne ser zimanê xwe. Çimkî em dizanin ku helwest û ramanên wergêran jî ji hev cuda ne. Wergêr bi xwe jî, di çaxa wergerê de tiştinan ji xwe li wergerê zêde dike û heta ew hevparê (şirîkê) nivîskar bi xwe ye jî. Wergêr bi kîjan azîna (metoda) wergerî tev bigere jî, xwedî kîjan raman û baweriyê be jî, bi ya min her werger lêanînek (adaptasyonek) e. Nemaze biwêj, gotinên pêşiyan û hin qalib û awayên vegotinê nayên wergerandin, bergindên wan ên di zimanê lêwerger de tên tercîhkirin ku ev yek jî êdî li gorî behremendiya (qabiliyeta) wergêr pêk tê. Loma tê gotin ku wergêr hevparê nivîskar e. De îcar bifikirin bê wergera wergerê dê çi qas nêzî resenatiya berhemê be!..
Li ser wergêran jî pêdivî bi gotina çend gotinan dibînim, te divê ku ew wergerê ji zimanê resen jî bikin. Pêwîst e mirov asta zimanên wan yên jêwerger û lêwerger, warê wan ê pisporiyê, behremendiya (qabîliyeta) wan, têgihîştina wan a ji berhemê û her wekî din jî li ber çavan bigire. Serdestiya wan a her du zimanan, qet nebe ya zimanê lêwerger divê ku xuya û berbiçav be, xwedî tecrube be. Heta weşîner û weşanxane jî divê mijarê de xwedî rol in. Ew hemû pêker û faktor in ku bandor li serkeftîbûn an jî neserkeftîbûna wergerê dikin.
Wekî prensîb, divê ku werger ji zimanê resen, ji zimanê eslî bê kirin. Lê wekî awarte, ji bo zimanên zêde nayên zanîn û ku wergêrê wê kêm in, mirov dikare li derî vê rêzik û qaydeyê bimîne. Em bifikirin ku bi piranî û bi awayekî giştî kurdên xwende duzimanî ne û bi kurdî û tirkî, bi kurdî û erebî, bi kurdî û farisî, bi kurdî û ermenî/rûsî dizanin, îcar yên sêzimanî û nizanim çend zimanî em deynin aliyekî. Loma bi hêsanî em dikarin bibêjin ku têra xwe kurdên şareza hene ku ji bilî van zimanên navborî, dikarin ji îngilîzî, fransizî, spanyolî, almanî, swêdî û wekî din, berheman li kurdî wergerînin. Gava ji zimanê orîjînal, ji zimanê pêşîn ê berhemê werger bê kirin, ew dê werger hîn bêhtir nêzî eslê xwe be hem jî xwedî tehm û çêjeke xweştir be.
Ez bi xwe xwedî wê hizir û baweriyê me ku her werger tiştek ji eslê berhemê dibe. Belkî meriv karibe bibêje ku tu werger cihê eslê xwe nagire. Lê dîsan jî kirina wergerê tiştekî hewce ye ku mirov nikare tê bibihure. Behremendî, pisorî û tecrûbeya wergêr, bandor û hîkariyeke erênî li wergerê dikin.
Der heqê vê dabaş û mijarê de wekî encam, ramana min ev e: Divê ku werger ji zimanê resen bê kirin, ji lew re wergera wergerê berhemê ji resenatiya wê dûr dixe. Her wergêr li gorî feraseta xwe, li gorî têgihîştin û behremendiya xwe, li gorî tecrubeya xwe nêzî berhema ku dê were wergerandin, dibe û di çaxa wergerê de jî tiştinan ji xwe li berhema tê wergerandin zêde dike. Berhemê hinek adapteyî zimanê xwe dike û bi vî awayî dibe şirîkê nivîskar. Loma jî ez ne alîgirê wergera wergerê me.
Weşanxane û weşîner jî divê tam bi erka xwe rabin. Pêwîst e ku pîvaneyên weşangeriyê bi cih bînin, agahî û zanyariyên der barê berhemê de jî bêkêmasî di kûnyeyê de diyar bikin. Ev jî mafê xwîner e ku bizane berhem ji kîjan zimanî hatiye wergerandin.
**
Nivîsa din a Zana Farqînî:
- Zana Farqînî: Li ser kurdî bandora neyînî ya tirkî*


