Dilawer Zeraq
Wergera esasî şayîk e; reseniya berhemê venaşêre, şewla ku didiyê qut nake.
(Walter Benjamîn)
Gelo mirovan çima hewcetî pê dît ku deq û tekstan ji zimanekî wergerînin ser zimanekî dîtir? Wan ji ber kîjan sedemên aborî, hiqûqî, siyasî, yan jî ramanî ev tekst wergerandin? Tevî ku ev diyarde wekî hincetên kesane, , an jî bi sedemên civakî, tê ravekirin jî, reng û îhtîmal e ku têkiliya wergerê bi ‘îqtîdar’ û ‘şidetê’ re hebe.*
Lêgerîna bersîveke baş an jî peydekirina tespîteke teqez a ji bo van yekan mijara nivîsareke gelek taybet e û ji bo nivîseke aqara wê diyarkirî jî ev yek ne mimkun e. Lê ez ê bala we bibim ser vê yekê û bibêjim: Gelek balkêş e ku gelek seyda û melayan piştî demekê xwe ji Mewlûda Erebî dane alî û wan bi xwe Mewlûd nivîsandine. Belkî ev yek helwestek e li hember îqtîdara Erebî ya li ser ola Îslamê û çanda wê…
Helbet di roja îroyîn de ji bo wergera li Kurdî (û ji bo wergera ji Kurdî) tiştê girîntir ‘ziman’ e ku heta ev pirs(girêk) çareser nebe dê hemû fikrên ku dê bên derpêşkirin negihîjin serî û beredayî bimînin. Îcar, ji ber vê yekê ez dibêjim, heye ku hin tiştên ku ez ê li jêr darî çavan bikim bibin sedem ku bersîv ji pirsan re peyde bibin.
Em bifikirin û ji xwe bipirsin: “Gelo her kesê ku du destên wî/ê hene, dikare li kemanê bijene?” Ez bawer im, teqez dê bersîva me hemûyan ‘na’ be.
Carinan gelek bi kêr tê ku mirov gotina dawî di serî de dibêje, ez ê jî wisan bikim û bibêjim: “Nexwe, her kesê ku bi du zimanan dizane nikare wergerê bike.”
Îcar, çawan tê saloxdan bila bê saloxdan, dawiya dawî wergeran: veguhêziyeke di navbera du çand û zimanan de ye. Bi gotineke dî, piştî peydekirina hevtaya wateyî û fonksiyonelî ya derbirîna di zimanekî de, veguhastina wê ya li zimanekî dîtir e.
Û li gorî ku Paul Ricoeur radiguhezîne me û dibêje, “tu pîvaneke teqez û diyarkirî ya wergereke baş tune ye.” em dikarin bêjin, başiya wergeranê maye ji xurtî û jêhatîtiya wergêrê/î re. **
Li vir pirsa ‘wergêr kî ye?’ derdikeve pêşiya me. Ji bo vê jî ez dikarim bêjim, wergêr: ew kes e ku, kesekî jêhatî ye û xwedî paşxaneyeke xurt a zanînê ye, bi metodeke hevgirtî dixebite, xwedî ezmûndariyeke berfireh e û di zimanê xwe de bi qasî nivîskara/ê ku berhema (an jî teksta) wî/ê werdigerîne, xwedî vegotineke xurt e.
Îcar ligel van yekan, du pirsên girîng û karîger xwe li me ferz dikin: “Gelo di zimanê Kurdî de, (çi wekî zimanê jêderkî -zimanê ku jê tê wergerandin,- çi jî wekî zimanê mebestî -zimanê ku lê tê wergerandin-) kesên ku em bi rehetî karibin ji wan re bêjin ‘wergêr’ hene? Gelo ev peyt û agahiyên zanistî yên der heqê wergeranê de çi qas pêk tên?”
Bersîvandina van pirsan pir û pir çetin û dûrûdirêj e. Bi taybetî di van demên dawiyê de, wergerana ji Kurdî (yan jî li Kurdî), bûye qada ‘berdîberdanê.’ Ji ber ku Kurdî erdeke beyar e û bi taybetî li Tirkiyeyê her kesê ku bi du zimanan (Kurdî-Tirkî) dizane, dixwaze bi gîsinê xwe çaleke di vê erdê de veke û bêyî ku bifikire ka wê berhemeke baş û kêrhatî jê çêbibe yan na, tovên xwe yên ku yek bi yek ji wergerana xwe firidandiye lê direşîne. Û dawiya dawî gîsin li Kurdî dibe gîsinê reş.
Tevî vê yekê jî, tu kesî ji me qebûl nake û nayîne ser eynê xwe ku wergerana ku wî/ê kiriye bi kil û kêmasî ye. Helbet sedema vê yekê ne tenê parsûqalindî û qurebûna me ye. Ji ber tunebûna pergaleke perwerdeyiyê ya ji bo Kurdî, gelek devokên herêmî û teng -her çi qas her yek nîşaneyên zengînî û firehiya çand û zimanê Kurdî bin jî- bi awayekî bêserûber û belawela hebûn û bandora xwe didomînin. Ji ber vê yekê jî hêmanên çand û zimanê Kurdî di nav sîstemekê de û bi awayekî hevgirtî li hev kom nabin û têkiliya du çand û zimanan ku di wergeranê de behsa xeberê ye, xweşikî û bi awayekî durist pêk nayê.
Teorîsyenê wergeranê yê Frensî Antoine Berman dibêje, “di wergeranê de bi giştî du ferasetên wergêran heye” û wiha didomîne, “Wergêrên ku dixwazin peyvê bidin der û yên ku dixwazin wateyê bidin der.” ***
Helbet ev destnîşankirina Antoine Berman di wergerana ji Tirkî li Kurdî (an jî ji Kurdî li Tirkî) de jî li dar e û ez a niha dixwazim di vî warî de du mînakan derpêşê we bikim.
A yekem, wekî serboriyek e. Şevekê hevalekî min ku, ji bo televîzyoneke Kurdî -ya ku şaxeke wê li Amedê jî heye û li ser peykê weşanê dike-, ji Îngilîzî fîlman werdigerîne Kurdî, bi telefonê ji min pirsî ka ji bo peyva ‘soyulmak’ a Tirkî kîjan lêkerê yan jî biwêjê bi kar bîne û pê re jî Tirkiya hevokê got. Tirkiya hevokê wiha bû: “Şehrin en büyük bankası soyuldu.” Min jî tavilê jê re got, “wek lêkera xwerû û ji bo vê çalakiyê di Kurdî de lêkera ‘şêlandin’ heye.” Û pê re jî min çend deqe jê xwestin, min li ferhenga xwe ya biwêjan a Kurdî-Tirkî nihêrî û bi riya e-mailê tevî Tirkiya wan çend alternatîfên dî pêşkêşî wî kirin.
Şêlandin: (yalın fiil) 1) Soymak. (bir kimseyi, bir yeri, bir kervanı, önünü keserek, hırsızlık amacıyla, cebren ve baskın yaparak parasını ve malını almak) 2) Bir kimseden sürekli para sızdırarak, otlanarak onu parasız kılmak. (argo)
Paqij kirin: (bileşik deyim fiil) 1) Temizlemek. 2) Soyup soğana çevirmek. (bir yeri) (mec-deyim) (argo)
Tazî kirin: (bileşik deyim fiil) 1) Soymak (bir kimsenin giysilerini çıkartmak). 2) Soyup soğana çevirmek. (bir kimseyi) (mec-deyim) (argo)
Zilût kirin: (bileşik deyim fiil) 1) Kelleştirmek (bir kimsenin saçını kazıtmak) 2) Yolmak (şeftali vs gibi meyvelerin kabuğun üstünedeki tüyleri almak, bir kimseden para sızdırmak) (mec-deyim) (argo). 3) Soyup soğana çevirmek. (bir kimseyi) (mec-deyim) (argo)
Derpiyê qûnê jê stendin: Soyup soğana çevirmek. (bir kimseyi) (deyim-mec)
Ji pot kirin: 1) Soyup soğana çevirmek. (bir kimseyi) (deyim-mec) (argo)Çend roj şûnde, hevalê min bi mehdtirşî li min vegeriya. Min sedem jê pirsî, wî got, “tu dizanî redaktorê ku tekstan ji bo dublajê amade dike –belê ew kesê ku heta tu bêjî devokî diaxive, di heman demê de hem dibêje ‘wanî’ hem jî dibêje ‘wenî’ û ew bi xwe devokeke dîtir ji devoka xwe çêdike-, lêkera ‘şêlandin’ kiriye ‘tazî kirin’. Yanê hevok di dublajê de bi Kurdî wiha hatiye gotin: ‘Bankaya herî mezin a bajêr hat tazîkirin.”
Mînaka duyem jî ev e. Di Kurdî de sê awayên pirsegotina ‘ne oldu?’ ya bi Tirkî heye. Ev in. ‘Çi qewimî-Çi bû-Çi pê hat’
Bi giştî taybetiya van tabîran ev e:
Çi qewimî?: Gava bûyerek rû bide tê bikaranîn. (mînak: Li vir çi qewimî ku her der wisan geremolî û lihevketî ye?)
Çi bû?: 1) Ji bo rewşekê û kirûyekê tê bikaranîn. 2) Ji bo rûdana bûyerekê tê bikaranîn. 3) Wekî bergîdana ‘sorun değil’ a bi Tirkî wekî ‘tişt nabe’ tê bikaranîn. (mînak: Çi bû, ma dinya xera bû min sêva para te xwar?!)
Çi pê hat?: 1) Gava bûyerek bi ser yekî de were, yan jî tiştek lê biqewime tê bikaranîn. 2) Wekî bergîdana ‘sorun değil’ a bi Tirkî wekî ‘tişt pê nayê’ tê bikaranîn. (Çi bi wî/ê hat: çi pê hat) (mînak: Ev zarok çi pê hat ku ser û çavên wî/ê wisan werimiye.)Her yek ji van tabîran di cî û dema bikaranînê de li gorî xwe wateyan hildigirin, bi vî awayî hin nuans pêk tên û ji ber wê jî ew di şûna hev de nayên bikaranîn. Îcar ji ber ku her herêm her sêyan jî bi kar nayîne, tevliheviyek xwe dide der.
Dîsan rojekê qumanda di destê min de, ez di nav kanalan de digeriyam, di TRT 6’ê de rastî fîlmekê hatim û bi qasî du deqeyan lê aliqandî mam. Li ser ekranê dîmeneke odeyekê; xuya bû ku tiştek li wir qewimîbû; her der lihevketî û her tişt belawela bû. Jinekê jî hewl dida ku odeyê bikeys bike. Kêliyeke şûnde deriyê odeyê vebû, zilamekî li ber derî xuya kir û bi çavên firehbûyî ji jinikê re got: “çi bi vê derê hatiye?”
Ez bawer im, bi mînaka ku min li jor daye, nuans û cî û sedema bikaranîna şaş a “çi bi vê derê hatiye?” baş tê famkirin.
Li aliyekî dî jî, di wergerê de têgiheke wekî ‘nehatina wergerandin’ li ser zimanan e. Ji bo vê yekê em yekser dikarin berê xwe bidin Paul Ricoeur ku dibêje: “Her tim mimkun e ku mirov heman tiştî di zimanekî dî de bi awayekî dîtir bêje.” ****
Nexwe, kar maye ji jêhatîtiya wergêr re. Ji ber ku berxwedaneke zimanî ya teksta ku dê jê were wergerandin û ya teksta ku dê lê were wergerandin heye. Di vê rewşê de wergêr wekî giyanî dibe du beş. Dixwaze zorê bide her du aliyan jî. Û her wekî Nermi Uygur jî dibêje, “ger karibe tiştê ku di zimanekî de hatiye gotin di zimanê dîtir de jî bêje, wergeran tekûz û serketî ye.”*****
Dawiya dawî em tên li ser zimên disekinin ku tiştekî wekî ‘nehatina wergerandin’ tune ye; her ziman li gorî çanda ku di hundirê xwe de dihewîne, rê û derfeta ‘gotina bi awayekî dîtir’ dide wergêr û başî û serketîbûna kar maye jîrekî û jêhatîbûna wergêr re.
Wekî gotina dawî dikarim bêjim ku; di wergeranê de ziman gelek tişt e û çanda ku di nav zimên de hewiyaye, ji bo danîna têkiliya di navbera du zimanan de tiştekî bivênevê ye û her wekî Nermi Uygur jî dibêje, “Tiştên ku tên zimên di heman demê de li zimên jî tên wergerandin.”
Û pirsa sernivîsê hê jî li rastê ye.
Çavkaniyên vê nivîsê:
*Werger:sîxûrekî/e biyan e yan jî sixûrê/a biyanîbûnê ye (Tuncay Birkan)http://www.cevbir.org/index.php?option=com_content&view=article&id=52:lost&catid=37:yazicizi&Itemid=75
**Li vir ez pêşniyaza peyva ‘raguhestin’ ê ya M. Doğan a ji bo bergîdana peyva ‘wergeran’ê, ji bo peyveke dî pêşniyaz dikim. (Raguhestin: bi Îngilîzî transfusion, transfer, transposition (mat.), bi Tirkî, aktarım)
*** Bijareya Wergeranê (zanista wergeranê çi ye?). Berhevok. Weşanên Sel. Stenbol. 2008
**** Paul Ricoeur, Li Ser Wergeranê. Weşanên YKY, 2008, Stenbol.
***** Nermi Uygur, Hêza Zimên, Weşanên YKY, 2001, Stenbol.
****** Heman berhem.
dzeraq@hotmail.com
Ev nivîs ji kovara Tîrojê hatiye girtin


