logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Konê Reş: Kurdên Rojava ber bi erebî ve diçin

Nivîskar Konê Reş li ser nivîskariya kurdî ya li Rojava, li ser Bîra Qederê û gelek tiştên din diaxive...

  • Dîrok: 20/09/2009
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Helîm Yûsiv

Nivîskar û helbestvan Konê Reş di sala 1953’yan de li gundê Doda li Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ew ji mêj ve bi ziman, folklor û toreya gelê Kurd re mijûle û heta niha çendîn berhem weşandine.
Li gor agahiyên wî, wî heta niha di çil û çar kovar û rojnameyên Kurdistanî de, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat berhemên xwe belav kirine. Xwediyê kovara “Gurzek Gul” Konê Reş ji Rûdawê re axif î:

Piştî mirina Rewşen Bedirxan ku tu jî diçûyî serdana wê, mîrateyên Celadet û nivîsên wî yên neçapkirî li ku man gelo? Wekî mînak, çi bi destnivîsa romana wî ya bi navê "Bîra Qederê" hat?

Nizanim çima rêxistinên me lê xwedî derneketin! Dema ku min û hevalekî xwe kovarek bi kurdî diweşand, hingî ez agahdar bûm ku kebaniya mîr Celadet Bedirxan sax e û li bajarê Baniyas dijî û wiha ez li ser şopa Mîr Celadet di sala 1990’î de çûm mala Rewşen Xanim Bedirxan.
Di wê çûnê de ramana berhevkirina pirtûkekê li dor jiyana Mîr Celadet ket sere min û her heyv ez diçûm cem, min pirs jê dikirin. Wê ji min re digot; tu dereng mayî. Berî te gelek kes hatine cem min. Min jê naskir ku piraniya xelkên dihatin cem kurdên Bakur bûn, nemaze piştî rezbera 1980’yî. Ewên ku di Sûriyê re derbasî Ewrûpa bibûn, wekî Mehmed Emîn Bozarslan, yê ku bi kebaniya xwe re bi mehan lê dibû mêvan û qala xortekî jî bi navê Ferzende dikir ku dihat cem (vê paşiyê min naskir ku ew Mehmed Uzun e). Hem jî xortek bi navê Şêx Seîd dihat cem, jêre digot ez neviyê Şêx Seîd im. Firat Cewerî jî dihat cem. Piştî mirina wê di pêşpera 1992’yan de xwişka wê Oseyma ji Qahîre hat û hemû pirtûkên wê û yên Mîr Celadet kirin kartonan û birin Şamê. Di orta salên 1990’î de, Dilawer Zengî li gel Xefûr Mexmûrî pirtûkxana Mîr Celadet biriye Kurdistanê. Îsal Sînemxan bi dûv pêmayê bav û diya xwe de hat Şamê, tiştên ku li cem Dilawer Zengî mabûn dayê û ji wir hat Qamişlo. Ew wêneyên ku diya wê Rewşen Xanim dabûn min, bo wê pirtûka ku min li ser jiyana Mîr Celadet berhev kiribû, min tev danê. Hem jî min hin wêneyên din, yên ku min ji cem malbatên kurdan dabûn hev, danê.

Piştî te di pirtûka xwe de qala hebûna destnivîsa romaneke Celadet bi navê "Bîra Qederê" kir bi çend salan Mehmed Uzun jî romanek bi navê "Bîra Qederê" derxist. Mehmed ji min re got ku ew roman ya wî ye û Celadet Bedirxan pîlana nivîsandina tu romanan bi wî navî nekiriye...

Xuyaye berî ku ez Rewşen xanim nas bikim, hineka romana Bîra Qederê ji cem biribû, lê ne digot daye kê. Digot min kovar û destnivîs dane Mihemed Emîn Bozarslan û Ferzende (Mehmed Uzun) û Firat. Ji Bozarslan razî bû lê gazin ji Ferzende dikirin û digot: Tevî ku mîr li gundê Hêcanî bû, wî dinivîsand. Nivîsandin nexweşiya wî bû. Wî çîroka Bîra Qederê dinivîsand û qedera wî bû ku di wê bîrê de bimre. Ez dibêjim; mîrê ku tev jiyana xwe di kurdewarî û rojnemevaniyê de derbas kir, ne mimkûn e ku di wan çend salên dawî de, bê nivîsandin mabe. Wî Bîra Qederê dinivîsand. Eger mirov bi hûrî romana Bîra Qederê a ku M. Uzun mora xwe lê xistiye bixwîne, wê bibîne ku ne mimkûn e M. Uzun ev roman nivîsandibe. Ji ber gelek egeran
wekî:
1 – Cih, war, gund, bajar, navê kesan, nave taxên Şamê yên kevin M. Uzun bikar anîne. Ez ne bawerim ku kes karibe van navan bi kar bîne ji bilî Mîr Celadet. Ez wek Kurdekî Sûriyê ku ev 25 sal in bi rewşenbîriya kurdî a têvel mijûl im, ez nikarim van cih û waran nas bikim û ew kurdê bakur ji ku zane?! Encex lêkolînevanek karibe, an kesê ku li wan cihan mabe, an di wan re derbas bûbe zanibe, wekî Mîr Celadet.
2 - M. Uzun di sala 1985’an de diçû cem Rewşen xanim, belê çima piştî deh salan ji dîtina wê û sê salan ji mirina wê çap kir û çima bi navê Ferzende xwe pêdabû naskirin û xwe jê vedidizî û pêwendî pê re girênedidan?
3 – Çendî M. Uzun xwestiye ku zimanê xwe û yê mîr di romanê de nêzîkî hev bike, lê di gelek cihan de pê re derneketiye. Ne ku ez şerê rehmetî dikim an bêbextiyan lê dikim, ez baweriyên xwe dibêjim. Yên ku bawer nekin, bila romanê ji nû ve bixwînin.

Rojnageriya kurdan li Binxetê, piştî rawestandina Hawar û Ronahî, nema. Pişt re kovarvaniyê dest pê kir. Te jî demekê "Gurzek Gul" derxist û ew jî rawestiya...

Belê gelek kelem û asteng di pêşiya kovar û weşangeriya bi zimanê kurdî li Rojava hatine danîn. Nexasim piştî ku Fransî di sala 1946’an de ji Sûriyê hatine derxistin. Ji hingê ve zimanê kurdî qedexe ye, nivîsandina bi zimanê kurdî qedexe ye, ta ku nivîsandinên bi zimanê erebî li ser kêşeya kurdî qedexe ye. Û wiha ev qedexebûn berdewam e, heta roja îro.

Berî deh salan hem nivîskarên bi kurdî dinîvisînin zêde dibûn, hem jî derdoreke xwendevanên zimanê kurdî berfireh dibû. Niha nivîskarî û xwendina kurdî li Binxetê çawa ye gelo?

Bêgûman di van pazdeh-bîst salên borî de geşbûneke rewşenbîrî serê xwe di nav me kurdên Binxetê de hilda bû. Ew geşbûn jî di warê danheva zargotin û afirandina peyva kurdî a resen de bû. Hem jî weşandina pirtûkên têvel û bi taybetî dîwanên helbestan. Lê ji sala 2004’an û virde, rewş hat guhertin. Ew kovar û rojnameyên ku bi kurdî di salên 1990 de dihatin weşandin, êdî nema em gelekan ji wan dibînin. Eger hebin jî, her salê hejmarek, an her du/sê salan hejmarek derdikeve û dûrî şert û mercên rojnamegeriyê ne. Ji aliyekî din ve, ya ku mirov sosretmayî dike ew nivîskarên me yên ku berê tenê bi kurdî dinivîsandin. Roja îro bi piranî berê xwe dane nivîsandina bi erebî. Bi gotineke din ez dikarim bibêjim ku welatparêziya siyasetvan û nivîskarên me bûye bi erebî.

Li gor dîtina te, giringtirîn bûyerên ku di van salan de ji bo wêjeya kurdî li Binxetê û li Sûriyê bi giştî çêbûne çi ne?

Etar ji tûrikê xwe xeber dide. Ez jî etarê vê bazarê me, ev bûyer di tûrikê min de hene: Ji sala 1993’yan ve Festîvala Helbesta Kurdî li dar dikeve, mixabin ku di van salên dawiyê de kelê bûye. Di sala 1995’an de, li ser banga Mihemed Emîn Bozarslan me 300 saliya Ehmedê Xanî pîroz kir. Ji sala 2002’yan ve Komîta Şevbuhêrkên Kurdî li Şamê her meh şevbuhêrkekê ji nivîskarekî re li dar dixîne. Di sala 2003’yan de, bi rengekî berteng me 100 saliya Cegerxwîn pîroz kir. Hem jî di eynî salê de, Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî hat damezirandin û bi sedan xort û keç fêrî zimanê kurdî bûn. Lê îsal rêjîmê destê xwe danî ser û berpirsyarê wê bi sê meh zindan û 50 hezar LS ceze kirin. Berî pêlekê di buroya PDKS de Hola Dr. Nûreddîn Zaza hat vekirin, carna hin çalakî têde jî têne li darxistin. Sed mixabin ku roja îro piraniya çalakiyên ku di nav me kurdên Sûriyê de dibin, ji sedî not bi zimanê erebî ne.

Nivîskariya kurdî li wêderê ber bi kude diçe û niha tu bi çi mijûlî?

Nivîskariya kurdî ber bi erebî ve diçe. Rola rêjîmê jî di vê yekê de heye. Yên bi erebî dinivîsînin serbestirin ji nivîskarên ku bi kurdî dinivîsînin. Tew rêkxistinên me bi şerê hev daketine û zimanê
kurdî di ser guhên xwe re avêtine. Em bi hêvî ne ku ev qunaxa xerab zû derbas bibe. Ez bi gelek tiştan mijûlim, gelek destnivîs li ber destê min hene. Tiştê ez zanim ew e, ku gotin sultanê demê ye. Her tişt bi demê re winda dibe, bi tenê gotina nivîsandî dimîne.

Ma ku ez li hêvî û daxwazên te bipirsim?

Hêvî û daxwazên min ev in; ku ez her sibeh rojnameyeke kurdî bi tîpên Latînî li ber deriyê mala xwe bibînim û bi rêya wê nûçe û bûyerên Kurdistanî û cihanî bixwînim û seh bikim.

Ji rojnameya Rûdawê (hejmar 10) hatiyê girtin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Oral Çalişlar: Çima ezê dengê xwe bidim Sebahatê?

ad

'Lîsteya Schindler' piştî 25 salan dîsa dikeve vîzyonê

ad

2009: Li Tirkiyeyê filmên herî zêde hatine temaşekirin

ad

Kupaya Super a Guardiola û Bayer Murih e

ad

Muhasebeya du salan: Li 85 şaredariyan rêveberî guherî

ad

Di "!F İstanbul"ê de fîlmên kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname