Diyarname
Bi tirkiya wê "Bagimsiz Îletîşîm Agi" (Tora Ragihandine ya Serbixwe), kurteya wê "Bîanet" ji 2001'ê ve wekî projeyekê bi tirkî weşanê dike. Bîanet ji wê salê de bi piştgiriyê li ser kar e û wisa dinivîse di kunyeya xwe de: "Ev malper ji aliyê Weqfa IPSyê ve, bi piştgiriya Ajansa Geşepêdana Navneteweyî ya Swêdê(SIDA), bi projeya ‘Rojnamegeriya ji bo gelan, azadiya ji bo rojnamegeran’ a bi kurtenavê BİA3yê weşanê dike."
Ji wê rojê de Bîanetê her berê xwe da nûçeyan, bi taybetî jî nûçeyên li ser mafên mirovan, li ser jiyana mirovan. Bîanetê heta niha gelek xebat jî dan dest pê kirin û gelek rojnameger jî gihandin. Niha wê dest bi zimanên kurdî û îngilîzî jî kirin.
Wekî zimanên tirkî û îngilîzî beşa kurdî ya Bîanetê jî dê her roj nûçeyên cuda yên hatine hilbijartin pêşkêşî xwendevanên xwe bikin.
Ji bo xwendinê: BÎANET KURDÎ


