Diyarname
Yek ji pêşbaziyên herî kevn a kurdan Pêşbaziya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ye ku ji aliyê YXK'ê ve tê organîzekirin. Pêşbaziyê îsal jî dest pê kir. Yên bixwazin dikarin heta 30'ê gelawêja 2023'yan berhemên xwe bişînin.
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ji sala 1993'yan ve vê pêşbaziyê lidar dixe. Îsal 30'emîn car li dar dikeve. YXK her sal ji bo bîranîna Huseyîn Çelebî li Ewropayê vê pêşbaziyê lidar dixe. Amadekarên pêşbaziyê îsal ev diyarî bavê Huseyîn Çelebî Rifat Çelebî kiriye ku ew 23'yê gulana 2023'yan de miribû.
Pêşbazî di warê helbest û çîrokê de bi kurdî (kurmancî, kirmanckî û soranî), almanî û tirkî li dar dikeve. Yên bixwazin bi van zimanan dikarin berhemên xwe bişînin. Berhemên bên şandin divê berê ji bo pêşbaziyeke din nehatibin şandin û beşdar herî zêde bi du helbest û çîrokek dikarin beşdar bibin.
Berhemên bi ser bikevin roja 8'ê gelawêja 2023'yan dê bêne diyarkirin û xelatkirin.
Îsal ji bo 30 saliyê yên bixwazin dikarin wêneyên xwe jî bişînin ku dê ew jî bêne pêşkêşkirin.
Ji bo têkilî û şandinê navnîşan ev e:
huseyincelebi2023@protonmail.com
info@yxkonline.de