Diyarname
Di fînala Kûpaya UEFA'yê de tîma Ukraynayê Shakhtar Donetsk û tîma Almanyayê Werder Bremen hatin hemberî hev.
Teknîk dîrektorê Shakhtar Donetskê Mircea Lucesku ye ku Luchesku li Tirkiyeyê hem tîma Beşîktaş û hem jî Galatasaray xebitandibû û her du tîm jî kiribû şampiyon. Fînala maçê li Stada Şukru Saraçoglu ya Fenerbahçeyê li dar ket. Luchesku ev stad jî, Tirkiye jî baş nas dikir û bi vê nasînê tevî tîma xwe hat fînalê.
Di maça fînalê de pêşî Donetskê di deqîqeya 25'an de bi gola Luiz Andriano derket pêş. Bi giştî yê jixwe bawer Donetsk dixuya di maçê de. Lê Werder Bremenê hinekî ji ber xebata qelevan bi Naldo bersiv û maç bû 1-1.
Para yek a maçê bi vî awayî bi dawî bû û di para duyem jî de gog ji tu sêqorziyên qeleyê re neçû hundir, 90 deqîqe bi 1-1'ê bi dawî bû.
Di beşa yekem a 30 deqîqeyên demdirêj de Donetsk vê carê di deqîqeya 98'an de Srna gol avêt û maç bû 2-1.
Kunyeya Maçê:
Stad: Fenerbahçe Şukru Saracoglu
Hakêm: Luis Medina Cantalejo, Jesus Calvo Guadamuro, Roberto Diaz Perez Del Palomar (Spanya)
Shakhtar Donetsk: Pyatov, Srna, Kucher, Chygrynskiy, Rat, Lewandovski, Fernandinho, Ilsinho, Willian, Jadson, Luiz Adriano
Werder Bremen: Wiese, Fritz, Prödl, Naldo, Boenisch, Frings, Baumann, Niemeyer, Mesut, Pizarro, Rosenberg.
GoL: Luiz Adriano (dq. 25.), Srna (dq. 98) (Donetsk)
Naldo (dq. 35, Bremen)
Dîroka kûpayê
Kûpaya UEFA'yê yekem car di sala 1955'an de bi navê Kûpaya Bajarên Fûarê ya Navneteweyî dest pê kir û yekem maç li Swîsreyê di navbera Charlton û Baselê de hat lîstin. Di maçê de Charltona îngilîz bi 5-0'ê reqîbê xwe têk bir. Tîma Katalan Barselona yekem kûpa bir mala xwe.
Kûpayê di salma 1971'ê de nav guhart û bû Kûpaya UEFA'yê. Bi navê UEFA'yê îsal cara dawî tê lîstin û ji sala bê ve dê di bin navê Lîga Ewropayê de ji bo vê kûpayê maç bêne lîstin.
Wekî teknîk dîrektor, herî zêde teknîk dîrektorê îtalyan Giovanni Trapattonî sê caran kûpa bi dest xisti.
Wekî lîstikvan jî lîstikvanê îtalyan Giusseppe Bergomî kesî hêrî zêde di maçên vê kûpayê de lîstiye ye. Bergonî bi formaya Întera Îtalyayê 96 caran di maçên vê kûpayê de cih girt.
Di kûpayê de herî zêde lîstikvanê swêdî Henrik Larsson gol avêtine. Larsson bi giştî 37 gol di tûrnûvaya kûpayê de avêt.
Shaktar Donetsk yekem car derket fînalê û yekem car ev kûpa bi dest xist. Teknîk dîrektorê wan Lucesku jî bi vî awayî. (Lucesku di maçên lîgan de heta niha gelek kûpa girtibû)
Ji Tirkiyeyê tenê Galatasaray ev kûpa bi dest xistiye.