Diyarname
Serdema duyemîn a lîga 2022-2023’yan de îro dest pê kir. Di maçên vê serdemê ku rastî hefteya 20’î ya lîgê dihat îra hatin lîstin. Amed Spor ku di Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Tirkiyeyê de dilîze, Isparta Spor kir mêvan. Amed Spor bi 4-0 bi ser ket û bi 37 hefteyan bû yekemînê komê. Li heman komê Şanliurfa Spor li Çorumê 0-0 ma û ew jî bi 37 pûanan bû duyemîn.
Amed Spor di deqîqeya 23’yan de bi gola Mehmet Gurkan Ozturk bi 1-0 derket pêş. Di deqîqe 45+1 de Mehmet Alaeddinoglu encam bir 2-0 û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn deqîqe 62’yan de Mansur Çalar tîma xwe derxist 3-0’ê û gotina dawî Omer Bozan di deqîqeya 89’an de bi penaltiyê got- 4-0.
Ji Isparta Sporê Cem Ozdemîr di deqîxeya 69’an de qerta sor dî û ji maçê derket.
Di Koma Spî de Amed Spor û Şanliurfa xwedî 37, paşê di rêza sêyemîn de Erokspor bi 36 pûanan, Çorum jî bi 34 pûanan tê. Bi rêzê Duzce û 24 Erzincan Spor bi 33 pûanan tên.
Di vê komê de Batman Petrol Spor li mala xwe li hemberî Soma Sporê bi 2-1 têk çû. Batman Petrol spor bi 23 pûanan di rêza 12’emîn de cih digire.


