Dema ji parçeyeke kurdan a din kurdek tê cem me û em sohbetê dikin gelek kêfa min tê. Min berê nizanibû çima, lê kurdên me yên li Sovyetistanê zêdetir bala min dikişandin û min zêdetir ji wan hez dikir. Vê carê ji kurdên Ermenistanê Çerkezê Reş bû mêvanê me. Wî, tiştên balkêş gotin li ser kurdên Sovyetê...
Çerkezê Reş dê biçûya Amedê û di çarçoveya 4’emîn Rojên Wêjeyê li Amedê de beşdarî panelekê biba. Pêşî bû mêvanê me.
Û tiştê balkêş gotin.
Em ji serî dest pê bikin:
Çerkezê Reş di sala 1955’an de li Îşmezin a nêzî Yêrîwana Ermenistanê hatiye dinê. Li heman derê xwendiye, herî dawî Zanîngeha Yêrîwanê beşa Fîlolojiyê temam kiriye. Ew hê jî li Zanîngeha Yêrîwanê di Beşa Ziman û Wêjeya Ermenî de dersê dide.
Heta niha du pirtûkên wî yên bi kurdî yên helbestan bi navê “Dû pa eşqî qîza şevîn” ku ew wekî helbestên ciwaniyê bi nav dike û pirtûka wî ya helbestan a bi navê “Şoreşa Xeberan” ku pê serbilind dibe derketiye. Ji bilî kurdî, du pirtûkên wî bi ermenkî û gelek gotarên wî bi kurdî û ermenkî heta niha hatine weşandin.
Kafkayên me çênebûn
Em ji Çerkezê Reş dixwain wêjeya kurd a li Sovyetê binirxîne, ew dibêje, “Salên 1930-40’î de ji bo kurdî gavên yekem in, nû çêdibû. Piştî salên 1950 edebiyata kurdî hêdî hêdî çêbû. Lê dîsa jî wêjevanên me yên mezin çênebûn. Wekî mînak em nikarin yekî deynin cem Kafka, Marquez… Kafkayên me çênebûn. Zêdetir wêjevanên me çîrok berhev kirin, bîranînên xwe nivîsîn û tiştên wisa…”
3 helbestvan
Çerkezê Reş helbestvanên kurd ên li Sovyetê jî naecibîne. Dibêje, “Helbestva vir helbesteke basît e, lê çend kesên ku em dikarin bi rastî jî bibêjin helbest van in hene.”
Em dixwazin navên wan bide, dibêje, “3 kes bi rastî jî helbestvan bûn. Mikailê Reşid, Şikoyê Hesen û Firikê Yûsiv”
Li Ermenistanê dersa kurdî
Em dixwazin ew ji me re qala rewşa zimanê kurdî ya li Ermenistanê bike, qal dike: “Li Ermenistanê hefteyê 3 saetan dersa zimanê kurdî tê dayîn, lê ev ders bala zarokên kurd nakişîne. Ji ber ku pirtûk û gramerên van dersan ne balkêş in, zarok jê aciz dibin. Ji ber vê yekê zarok ji dersan hez nakin. Lê zarokên kurd ji dê û bavên xwe kurdî hîn dibin. Di hînbûna kurdî de pirsgirêk nîn e.”
Nifşeke nû derneket
Di dema Sovyekê de gelek nivîskar derketibûn holê, me hin nas dikirin, hin tenê navên wan me bihîstibû, hin jî me berhemên wan dixwendin. Em dixwazin hîn bibin ku ka niha rewş çi ye, Çerkezê Reş dibêje, “Dema Sovyetê de îmkan hebûn, gelek kurd wekî nivîskar derketin holê. Çiqas serketî bûn ew tişteke din e. Ji wan gelekê wan mirin. Bifikire yê herî ciwanê wan ez im. Me dikaribû wê demê qala nifşeke nivîskaran bikira, lêniha êdî nivîskarên nû derneketin holê. Êdî kes nanivîse. Nifşeke nû derneket. Îmkan j înîn in. Piştî belavbûna Sovyetê gelekê kurdan çûn Ewropayê. Niha jî gelek malbat bi alîkariya mirov, dost û xizmên wan ên li Ewropayê encax dikarin debara xwe bikin. Niha berê her kesî li Ewropayê ye. Li Ermenistanê her kes bi kurdî diaxive, lê nifşê nû yê nivîskaran derneket.”
Riya Teze û Radyoya Yêrîwanê
Rojnameya Riya Teze û Radyoya Yêrîwanê hema bêje di nav hemû kurdan de bi nav û deng bûn. Riya Teze çend sal berê hat girtin, Radyoya Yêrîwanê jî rojê nîv saetê weşanê dike. Ew dibêje, “Herduyan jî rola xwe lîst. Êdî bes e.”
Rojnameya Mezopotamya derdixe
Çerkezê Reş digel dersdayîna li zanîngehê niha edîtoriya rojnameyeke bi navê Mezopotamya dike. Ew qala Mezopotamya dike, “Rojnameya Mezopotamya mehê carekê 16 rûpelan bi ermenkî û kurdî derdikeve. Jê 14 rûpel bi ermenkî, 2 jî bi kurdî ne. Em dikin ku bi vê rojnameyê qala derdê xwe ji bo ermeniyan bikin.”
Em dipirsin ku “Ma ne mimkûn e rojnameyeke xwerû bi kurdî derkeve?” ew bi yekcarî dibêje, “Na, ne mimkûn e. Kes naxwîne.”
Em qala amûrên ragihandinê dikin, ew dibêje “Her kes bi ser peykê re li Roj TV temaşe dike.”
Herî dawî em hejmara kurdên li Ermenistanê dipirsin, qala 55 hezarî dike.
Pirsên ku em bikin pir in, tiştên ku em biaxivin pir in.
Lê ew li ser rêye. Em wî bi rê dikin.
***
Û di dawiyê de ji ber ku ez kurdeke ji parçeyê din, parçeyeke xwe yê din dibînim ez kêfxweş dibim…