Qamişlo
4'emîn Pêşbaziya "Nivîskarên Pêşerojê" bi beşdarbûna 150 zarokan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê dest pê kir. Pêşbazî li ser asta herêma Cizîrê ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Komîteya Jinên Wêjekar a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye birêxistinkirin. Pêşbazî ku bi zimanên erebî û kurdî ye ji 4 qonaxan pêk tê.
QONAXA YEKEM Û DUYEM
Di qonaxa yekemîn de ku îro bi diruşma "Şitla îro dara sibê ye" dest pê kir. Dê komîteya amadekar a pêşbaziyê li nirxandinên zarokan ên li ser çîrokên ku li wan hatine belavkirin, guhdarî bike. Di qonaxa duyemîn de jî dê her beşdarek di nava hefteyekê de navaroka çîrokekê binîvisîne, paşê dê ji aliyê komîteyê ve ev yek were nirxandin.
JI ZAROKAN NIVÎS DÊ BÊ XWESTIN
Di qonaxa sêyemîn a dawî de dê nivîs ji zarokan were xwestin û li pêşiya komîteyê werin xwend. Di 7'ê gelawêjê de jî dê kesên serketî werin diyarkirin û bên xelatkirin.
Pêşbazî li gorî du temenan (ji 10 salî heta 14 salî û ji 15 salî heta 18 salî) hatiye birêxistinkirin. Armanca pêşbaziyê teşwîqkirina zarokan li ser xwendin û nivsandinê ye, her wiha ji bo pêşxistina behreyên wan e.