logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Şimikên Şêx Seîd

  • Dîrok: 23/04/2007

Na, ne gotinên wî, ne serhildana wî, ne cihen ku têre derbas bûye, ne jî heybeta wî. Tenê şimikên Şêx Seîd. Ev gelek li xweşa min çû.


Wisa dest pê dikir:
"Dengê şimikên wî zora dengê cizmeyên her du serbazan dibir, pêlên Dîcleyê jî bi awazên şimikên wî re deng vedidan! Hate bîra wî ku ev şimik diyariya havîna çûyî ye! Mirîdekî wî yê şimikçî ji Elezîzê dabûyê!

Wê demê wî kir û nekir, mirîdê şimikçî buhayê şimikê negirt:
- Meazellah ez xulam! Çawa çê dibe ezbenî! Ez gorî te bim, xweziya ez bibim pêlav ji bo lingên te yên mubarek.

Şêx dilê mirûdê xwe yê dest li ser hev û stûxwar nehişt û destê xwe di ser serê wî re bir û got:
- Xwedê bike ez gavên xêre bi vê şimikê bavêjim.

Bi hezaran gav bi vê şimikê avêtin! Pê çû mizgeftan, tirbên ewliyeyan, şînên miriyan, irşada xelkên gundan, lihevkirina axa û serokeşîran. Civînên ji bo hiqûqa kurdan. Ew şimika şoreşekê jî bû." (Rûpel 18)

Belê, tenê şimikên Şêx Seîd. Ji min re wekî semboleke xweş hat.
Dema ev rûpel li ber xwendina min ket, dilê min lê ket, ez careke din lê vegeriyem û min careke din xwend, û careke din jî.

Şimikek çiqas girîng e di nav jiyana mirov de? Û şimika Şêx Seîd ku ew heta ber Sûrên Amedê anîbû, bi vê jî nemabû, ew heta ber sêdarê biribû, di dema hejîna laşê wî de, şimikên ku ji lingên wî pekiyabûn erdê...

Bêşik em bi rengê şimikên wî nizanin, rengê şimikê çi dibe bila bibe, paragraf bêyî diyarkirina vê pêşkêşî me dike ku şimikek baş bû, baş hatibû çêkirin û pê gelek roj, meh, cih û war li dû xwe hiştibû.

Û hatibû ketibû nav romana "3 gav û 3darek", li wir êdî bûbû malê xelkê, bûbû nîşaneya destpêka xeyala me ya li ser wê demê. Meyê şimik û cihên ku têre çûye bianiya ber çavên xwe wekî şerîda fîlmekî û di her kareyê de emê li cihên ku wê şimikê pê lê kiriye binêriya, meyê bikira fêm bikira ew cih, war, ew deng, ew ba, ew serhildan, ew egîd tevî xwefiroşên di nav wan de veşartî...

Encam ne bi dilê me be jî gotina Şêx Seîd, "Xwedê bike ez gavên xêre bi vê şimikê bavêjim" hatibû cih; bi wê şimikê gelek gavên xêre avêtibû û wan şimikan kiribû ku em hêjî ne Şêxê xwe, ne jî wan şimikan ji bîr bikin.

Ji bo careke din xwendina rêzikên li ser şimikê û gelek sembolên din hûn dikarin çavekî li romana Jan Dost "3 gav û 3darek" bigerînin.

                                                   3 gav û 3darek / Jan Dost / Weşanên Avesta / Roman / 214 rûpel
 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Kurdan 'Paşhilbijartin' hînê dinyayê kir!

  • 31 Tîrmeh 2024

Li dinyayê li welatekî dema hikumet dixitime, dema welat dikeve tengasiyê pêşhilbijartinê li dar dixin. Hikumeta nû karê xwe didomîne. Werin em binêrin ka li cem kurdan ev çawa dimeşe. Mijara me hilbijartinên Herêma...

Qedeqeya Rûdaw, Ronahî, DW û RT’yê

  • 06 Sibat 2022

Pirs ev: Qedexekirina Rûdawê li Rojava tişteke rast e? Bersiv hêsan e ne? Baş e, qedexeya Ronahî TV? Ew çi ye? Lê DW û RT ji ku hatin?Ka werin em lê binêrin.Roja...

Li Bakur rewşa wêjeyê

  • 30 Pûşper 2012

Ev nivîs bersiva pirsa Helîm Yûsiv 'Gelo dema wêjeyê derbas bûye?' ye. Emê bikin li ser meseleyê rewşa Bakur raxin ber çavan.Bi kurtahî: Li Bakur wêje namire,...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Bila Tirkiye komkujiya êzîdiyan qebûl bike'

ad

Serokê Juriyê Festîvaley Stenbolê eşkera bî

ad

Eurovision sala bê li Ûkrayna nebe dê li ku be?

ad

Ji Beşîkçî mînaka Bangladeş û Pakistanê

ad

Atolyeya Seyr-î Meselê dest pê dikin

ad

Tirkiye 'di nav welatên ne azad' de ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname