Hinga ku dest bi dibistana leylî dikim, hê çardeh salî me.
Saleke birayê min Yano qediyaye ku çûye dibistana leylî; lê ne li heman bajarî li bajarekî din. Tila hîn bi dayê re dijî.
Ev dibistana leylî ne ji bo keçikên dewlemend e; na, berovajî wê ye. Hema bêje dibistan tiştekî di navbera baregeh û xelwetgehê, sêwîxane yan tîmarxaneyê de ye.
Em nêzîkî du sed keçikî ne ku temenê wan di navbera çardeh û hijdehan de ye û em ji hêla dewletê ve têne hefidandin û xwedîkirin.
Odeyên me yên razanê ji bo deh ta bîst kesan in. Ranzeyên tê de duqatî ne, binrax û şelteyên ranzeyan ji qamîşan in û betaniyên cûngewr pê de hatine werkirin. Dolabên me yên ji metal û tengik li korîdorê ne.
Saet di şeşê sibehê de em bi zengilekî ji xewê hulor dibin û çavdêreke çav li xewê odeyên me saxtî dike. Hin xwendekar xwe di bin mitêlan de vedişêrin û hinên din ber bi bêxçe ve hildipekin. Piştî sê tûrên li dora bêxçe, em deh deqeyan hin egzersizan dikin û em dûre bi bazdanê vedigerin avahiyê. Em bi ava sar xwe dişon, xwe tev dişidînin û em dadikevin xwaringehê. Taştêya me ji qehweya bi şîr û ji pariyek nanê tisî pêk tê.
Posteyên roja berê têne belavkirin: Nameyên ku ji hêla rêveberiyê ve hatine vekirin! Hincet: "Hûn naşî ne. Em di şûna dê û bavên we de ne."
Saet di heft û nîvê de, em yekrêz dikevin rê, em rê û rê stranên şoreşgerî distrên û di nava bajêr re diçin dibistanê. Zarokên lawîn li ser rêbihurka me disekinin, li me difîkînin,
ji me re gotinên xweş dibêjin û hin caran jî xeberên ne xweş didin.
Hinga ku em ji dibistanê vedigerin, em xwarina xwe dixwin û paşê diçin salonên etudê yên ku em ê heta wexta şîvê lê bin.
Li salonên etudê kerrdengî hewce ye.
Em ê ew qas saetan çi bikin? Helbet em spartekên xwe çêdikin. Lê ji ber ku spartek bi tu hawî ne balkêş in zûzûka diqedin. Em dikarin bixwînin jî, lê me hew pirtûkên ku xwendina wan “mecbûrî” ne hene û ew jî bi lezelez têne xwendin; her wiha piraniya wan jî jixwe bi tu hawî ne balkêş in.
Îcar di van saetên kerrdengiya mecbûrî de, ez dest bi lêkirina rojnivîskekê dikim. Heta, ez ji xwe re şêwenivîseke xef jî didarêjim da qene tu kes nikaribe wê bixwîne. Bedbextiya xwe, kedera xwe, dilgiraniya xwe û her tiştê ku bi şev, di nava nivînan de min bi girî dike tê de dinivîsim.
Ez li minakirina birayên xwe, li ya dê û bavê xwe, li mala me ya berê ku niha xerîb tê de dijîn digirîm; şîna wan digerînim:
Nemaze jî şîna azadiya xwe ya jidestçûyî digerînim.
Helbet em azad in ku roja yekşemê piştî nîvro, di bin çavdêriya serperiştekê de, li “hêwan”a avahiyê, lawik jî tê de, serdanan qebûl bikin. Wiha jî em azad in ku roja yekşemê piştî nîvro derkevin û li ser xwe bigerin; heta bi lawan re jî! Lê bi tenê li kolana sereke ya bajêr. Bêguman, serperiştek jî li wêrê li ser xwe digere!
Lê ez ne xwedî wê azadiyê me ku herim birayê xwe Yano bibînim; ku hew bîst kîlometreyan tenê dûrî vir e. Em di heman rewşê de ne û ew jî nikare were min bibîne. Derketina derî bajêr ji me re qedexe ye û axir heqrêya me ya trênê jî jixwe tune!
Ez şîna zaroktiya xwe, zaroktiya me, ya me her sêyan; ya Yano, ya Tila û ya xwe digerînim.
Êdî li nava daristanê, bazdana xwasî ya li ser erda şil a ber bi "qîşê şîn" ve tune;
êdî darên ku em pêve rapelikin û ketina ji şaxekî riziyayî yê li hemanan tune;
êdî Yano jî tune ku piştî ketinê, min rake; êdî şevgeriya şev nîvê şevê ya li serê banan jî tune; êdî Tilayê ku li cem dayê giliyê me bike jî tune.
Li dibistana leylî, lembe saet di dehê şevê de vedimirin. Serperiştek odeyan saxtî dike.
Dîsa jî li ber ronkahiya lembeyên ku ji der vedibeyin dixwînim; eger tiştekî min ê bixwînim hebe. Paşê, ta ku bi girî dikevim xewê, hevok û rêzik di şevê de derdibin: Li dora min dibin moz, dikin pingeping, li yek rîtmê diteqilin, bi kêş û aheng distirên, dibin helbest:
Do, her tişt bedewtir bû
Muzîk di nêv daran de
Ba di nêv porê min de
Û di nêv destên te yên dirêjkirî de Roj.
Nivîs: Agota Kristof
Wergera ji fransî: Yeqîn h.


