• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Rewþa zimanê kurdî li Mexmûrê çawa ye?

Dîrok : 22 02 2010 | Beþ :

Serbest

ZEHRA TUNÇ*

Di sala 1994’an de li bakurê Kurdistanê 4 hezar gund hatin valakirin. Sedema valakirina van gundan pekutiyên dewletê yên ku digot yan cerdevaniyê bipejirînin yan jî gundên xwe vala bikin bû. Em jî neçar man ku ya duyemîn hilbijêrin û gundên xwe terk bikin. Hinek li bajaran belav bûn û hinekan jî berê xwe da baþûrê Kurdistanê. Li Baþûr li du cihên bi navê Þeraniþ û Bihêrê sekinîn. Yekemîn saziya ku ava kirin saziya perwerdehiyê bû. Ji ber ku di jiyana mirovan de tiþtê herî bi rûmet perwerdehî ye û perwerdehî ronahiya jiyanê ye. Ji ber hevkariya tirkan û hikûmeta heremê em neçar bûn me bar kir û li Bêrsîvê bi cih bûn. Ji wir jî di 11’ê mijdara 1994’an de bi arîkariya NY’ê li du wargehên bi navê Geliyê Qiyametê û Etrûþ hatin bicihkirin.

Destpêkek, jiyanek û perwerdehiyeke nû, zimanekî nû tê nivîsîn. Bi hemû þert û mercên kêmderfetî yên madî û manewî lê bi bawerî û hêviyeke mezin me dest pê kir. Sala yekem mamostayên me ders digotin û me guhdarî dikirin û carnan jî me beþdarî dikirin li þîroveyan. Heya em gihiþtin Etrûþê, me bi awayekî fermî di sala 1995’an dest bi dibistanê kir. Sê dibistanên seretayî yên bi navê Dibistana Þ. Salih Kendal, Þ. Mihemed Karasungur û Dr. Mihemed Nûrî Dêrsimî nav kirin. NY hinek arîkarî jî dida. Em di bin çadiran de li erdê rûdiniþtin. Mamosteyan pênûsek li du kesan û defteref li çar kesan parve dikir û me bi vî rengî didomand.

Mamostayên me ji kampê bûn. Gelek zorî didîtin. Di wergera dersan de ji ber ku hemû dersên me didîtin ji zimanên biyanî ji bo kurdî dihat wergerandin di perwerdehiyê de gelek astengî derketin pêþiya me. Lê dîsa jî çi ji destê wan dihat dixebitîn ji ber destpêkê li wê mamostatî pir zor bû. Bêyî ku mûçeyekî (meaþ) bigirin yan ji hinek ji bo wan bêjin bi xwe weke erk û berpirsyarî li ser milê xwe didîtin û pir bi baldarî tev digeriyan ji bo têgihiþtina xwendevanan. Dema ku me zorî didît yan jî em tiþtek tênedigihiþtin em diçûn li gel mamostayên xwe. Di heman demê de mamostayên me bi me re heval bûn, di hemû þert û mercên jiyanê û perwedeyê de.

Di sala 1996’an de dibistan ji bo me çêkirin, mase ji bo me anîn êdî me hîs kir ku em xwendekarin û jiyana me diþibe ya xwendekaran. Lê dem derbas nebû, ambargo li ser kampê danîn, sê mehan çûn û hatin qedexe bû. Lê rojekê jî me navber neda dibistana xwe. Di dawiyê de wê êrîþ kiribana li ser kampa Geliyê Qiyametê, li ser vê me li kampa Etrûþê meþ li dar xist. Hevala Jiyan li gel Mamosta û xwendekaran li pêþiyê û gel jî li dû wan dimeþiyan. Hikûmeta herêmê wekî hovan bêyî ku bêjin ev zarok in gule li ser me barandin û hevala Jiyan þehîd kirin, hinek birîndar jî hebûn. Piþtre me li cihê hevala Jiyan þehîd ket Dibistana Navin ava kir. Navê dibistanê jî danîn Þehîd Jiyan. Li vê wargehê sê sal derbas bûn, bi dawîkirina her salekê festîvala xwendekaran ya bi dawîkirina dibistanê dihat amadekirin. Festîval ji muzîk, werzîþ, govend û hwd. pêk dihat. Lê sala sêyem di nîvî de ma. Ji ber ku ji neçarî em koçber bûn. Di 14’ê nîsana 1997’an em hatin Nînova ku bi erebeyê saetek ji Etrûþê dûr bû. Me li warekî nû dest bi jiyaneke nû kir û me perwerdeya xwe berdewam kir. Careke din di bin çadiran de û em li erdê rûniþtin. Sala me ya sêyemîn temam bû, me sala çarem dixwend. Car din sala xwendinê ya çarem di nîvî de ma û di 13’ê sibata 1998’an me berê xwe da Nehdaran. Di þertên herî zor de ku êdî çadir jî nebûn û malên me piranî naylon bûn me ji derve ders didîtin. Ref ref ji hev cuda rûdiniþtin ji dûr ve wekî komik komik dixuyan. Sê mehan bi vî awayî borî. Lê di van sê mihan de dersên edebî baþ bûn lê me sûdeke baþ ji dersên bîrkarî (matematîk) nedît ji ber kêmderfetiyan. Di dawiyê de 18’ê gulana 1998’an bi dawîkirina sala xwe ya perwerdehiyê, wek her salên din me festîvalek li gorî derfetên xwe ji hemû beþên werzîþ, muzîk,govend û hwd. pêþkêþ kir. Her guhertina kampekê di demsala zivistanê de çêdibû. Bandor li perwerdeya me dikir carnan dibû sedem ku em wê salê dubare bikin, lê heya ji destê me dihat me navber nedida perwerdeya xwe. Belkî weke zarokan me zarokatiya xwe bi lîstokan û hestên nazik ku ji bo zarokan têne nîþandan nejiyan. Lê di dema perwerdehiyê de me demeke xweþ bi hev re derbas dikir.

Li 28’ê hezîrana 1998’an em hatin Mexmûrê. Di wan du mehan de xwendekaran li gel malbatên xwe ji kerpîçan, sê Dibistanên Seretayî û yek ya Navîn çêkirin. Li gel maseyê ku xwendekar li ser rûdinin ji kerpîçan hatin çêkirin û li gorî pêwîstiyan defter, pênûs û pêwîstî hatin belavkirin.Di 13’ê îlonê de me dest bi perwerdeya xwe kir. Lê wê demê rewþ ber bi xirabûnê ve diçû û 9’ê cotmehê nêzîk dibû. Me dema (donem) yekê bi hemû kul û kederê xwe bi dawî kir. Bi destpêkirina dema duduyan re me ji hebûna xwe jî nefret kir. Ji ber ku hêviyek me hebû, ew jî dîl girtî bû. Beþek ji xwendekaran berê xwe dan çiyan û beþê din berdewamkirin. Dîsa ji bo me mase anîn û me maseyên ji heriyê xirab kirin û yên nû danî cihê wan. Sala duyem ji bo me dibistan çêkirin û ew xwendekarên ji Navîn mezûn bûn ji bo wan dibistana Amadeyî (lîse) di sala 2000’an de hat avakirin bi navê Þ.Koçerîn ku navê xwe ji Mamostaya me ya jin ku di sala 1994’an de tevli gerîla bû û þehîd bûye digirt.

Di perwerdehiyê de zimanê giþtî kurdî ye, zimanên biyanî weke îngilîzî, tirkî û zaravayê soranî tê dayîn. Niha rewþa perwerdehiyê bi giþtî baþ e, her çend di aliyê cih, teknîk û pirtûkan de kêmasî hebin jî li gorî demên borî niha baþ e. Jiyana li wir wek destan û serboriyeke hêj berdewam e. Ji bo wê jî mirov dixwaze di vê destanê de berdewam bike. Sîstema di nava wê de weke nimûneya ji bo dema dahatu ye. Ew qas coþeke mezin dide mirovan dema ku jê dûr dibe her tim di hesreta rojek li wê bijî de dimîne. Ne ku ji ber ez li wê mezin bûme lê ev rastiyeke ku pêwîs te mirov li gorî heqdayîna wê bîne ziman. Di jiyanê de azadî tiþtê herî bi rûmet e, li wê mirov xwe azad hîs dikin û hest bi tu tiþtên qedexe yan jî tund û tûjiyan nakin. Mirov di nava jiyaneke bi her kesere heval û di her tiþtî parvekirinê de ye. Jixwe xweþiya wê di vê de ye ne ku di cihê wê çola Erebistanê de ye. Dema ku mirov di hemû xweþî û nexweþiyan de li gel hev be wê demê cih jî ji bo mirov xweþ dibe. Weke Mexmûr ku çoleke Erebistanê bû lê niha bûye cihê jiyaneke wiha ku dest jê nayê berdan. Di afirandina wan nirxan de çiqas zorî hatin dîtin wê tu carî dev jê nêyê berdan û ji bo parastina wan her tim bibin xelek.

Xwendekar bi cilên fermî, pirtûkên hemû dersan bi zimanê kurdî û zimanên biyanî jî tê wergerandin weke kurdî, îngilîzî û kurdî û tirkî ji bo baþ bê têgihiþtin bi vî rengî tê dayîn. Her bi destpêkirin û dawiya hefteyê bi sirûda neteweyî dest pê dikin û bi dawî dikin. Ji derveyî wê her roj berî destpêkirina dersan sond dixwin û dikevin dersên xwe. Li dibistanê her kes hevdu nas dikin û bi hev re hevaltiya herî germ dijîn. Ji bo wê jî þêweyê jiyana wan mirovan ber bi dilgermî û cîhaneke geþ ve dibe.

Xwendekarên ku Amadeyî qedandine li zankoyên herêma Kurdistanê dewam dikirin. Lê rastî çand, sîstem û zaravayekî ku bi elfabeyeke cuda hatin. Gelek zor û zehmetî derketin pêþiya me. Di aliyê ne têgihiþtina ziman û her wiha sala yekem ji bo çêkirina qeydan hem dereng dixin û hinekî zehmet dikin. Niha jî nêzî 212 xwendekar di zankoyên heremê de dixwînin û rastî heman pirsgirêkan tên. Bi hemû zoriyan min qedand, lê ez ji sîstem û zimanê cuda xilas nebûm û heman pirsgirêkan piþtî di nava Koma Mexmûrê de ku ji bo aþtiyê hatin Tirkiyeyê jî dijîm. Ez nizanim ev ji bo min qedere yan jî çi ye ku ez her dem rastî sîstem û zimanên cuda têm ku nikarim xwe bidim fêmkirin. Ez bawerim di jiyanê de zoriya herî mezin ew e ku mirov nikare xwe bide fêmkirin ji bo ew kesên beranberî xwe. Di nava van zoriyên jiyanê de min bêdengî hilbijartiye û di her þert û mercan de ez bêdeng dimînim.

Li Tirkiyeyê zarok çawa perwerde dibin nizanim, li gorî min pir zor e ji ber ku li vir tund û tûjî zêde ye. Bi taybet li ser zarokan ev jî ji bo psîkolojiya zarokan tiþtê herî xirab e. Dema di temenê zarokatî de tund û tûjî yan jî tiþtekî di aliyê nebaþ de bandorê li ser psîkolojiya wan bike dibe sedem ku di hemû temenê wan de bandorê bike. Zarokên dibistanê hevalê xwe bi cilê dibistanê ve kuþtî dibîne yan jî di zîndanê de dibîne. Gelo ev bûyeran e çiqas bandorê li ser psîkolojiya zarokan dike nayê zanîn. Li milekî dibêjin zarok pêþeroja civakan e û li milekî jî bûyerên bi vî awayî bi wan didin jiyîn. Dema ku em dibêjin kêmendamî (seqet) lê kêmendamî tenê ne di lebatên laþ yên ji derve ne, her wiha kêmendamiya herî mezin ew e ku mirov bûyerên giran dijî û li ser psîkolojiya mirovan bandor dikin. Belkî destpêkê mirov ne di ferqa wê de ne lê piþtî derbasbûna dem hêdî hêdî derdikeve pêþiya mirov. Dibe sedema acizbûn, gelek tiþtên din, hin caran dibe sedema xwekuþtinê.

* Yek ji Koma Mexmûrê ku ji bo aþtiyê hate Tirkiyeyê. Di heman demê de civaknas e.

Ev nivîs ji Azadiya Welat hatiye girtin

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji Mûsa Þanak 3 helbest

Ji Mûsa Þanak 3 helbest

02 05 2022

Ji deftereke min çend tiþtonek

Ji deftereke min çend tiþtonek

01 05 2022

Aþa êþên jinan

Aþa êþên jinan

27 04 2022

Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be

Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be

22 04 2022

Ev jî hene

Gotina Hefteyê: Di cenazeya þehîdan eroîn birin

Gotina Hefteyê: Di cenazeya þehîdan eroîn birin

02 08 2013

28 serî serê kirmanckî de xebetiya û xatir waþt

28 serî serê kirmanckî de xebetiya û xatir waþt

25 08 2021

Mem û Zîn û þiroveya Perwîz Cîhanî

Mem û Zîn û þiroveya Perwîz Cîhanî

04 11 2012

Evîn û zimanê kurdî

Evîn û zimanê kurdî

02 05 2009

Mizgîniya Birca Belek

Mizgîniya Birca Belek

01 03 2010

Nivîsên Nû

Omer Dilsoz

Sîyabo, darhejîrokê û hin tiþtên dîtir

Omer Dilsoz

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname