Destana Mîrê Kela Aşîta yek ji destanên herî giranbuha yên wêjeya devkî ya kurdî û klasîk e. Ev klam di kevneşopiya dengbêjiyê de hatiye afirandin, parastin û heta roja me ya îro hatiye. Ew, dewlemendî û felsefeya zimanê kurdî di her warî de radigihîne. Ev berhem bi şêweyê klamê hatiye tomarkirin; hem destaneke efsanevî ye, hem jî dîrokeke zindî ya şevbihêrkên şevên dirêj e.
Ev destan ji aliyê dengbêj Xalitê Rizo ve wekî bendek teybê hatiye parastin. Her du aliyên bendê bi çîrok û stranê ve hatine vegotin. Bûyerên wê li dora Mîrê Kela Aşîta Elî Beg (bavê Simehîl Beg) dizivirin û serpêhatiya wî bi awayekî balkêş, di hundirê çîrokê de çîrokek din diafirîne û vedibêje. Ji nirxandinên wêjeyî wêdetir, dixwazim naveroka klamê rast e rast ragihînim û gotarê bi encam bikim.
Destan pêşî li ser çîroka du mîrên Koran, Mihemed Beg û Ahmed Beg, dest pê dike. Mîrên Koran bi darê zilmê û bi hêza desthilatdariyê, bi rêya bac û xerc stendinê, li ser eşîrên herêmê dixwazin desthilatdariya xwe belav bikin. Û kesayetên qedirbilind û pêhlîwan dixwazin bixin bin destê xwe, an jî serê wan jê bikin. Ji ber vê yekê, eşîrên herêmê aciziyên xwe tînin ziman û dipirsin: Çima Mîrê Kela Aşîta Elî Beg (bavê Simehîl Beg) xulamtiyê ji mîrên Koran re nake? Bi gotina dengbêj: “Çima nabin dinya qralî?”
Mîrên Koran (Mihemed Beg û Ahmed Beg) vê yekê wekî derdekî mezin dibînin. Ew nameyekê dinivîsin û didin qasid da ku bibin ba Elî Beg. Elî Beg wekî mîrekî bi şeref, mêrxas û zîrek tê nîşandan; ne tenê bi şûr, lê bi aqil û jêhatîbûna xwe jî navdar e.
Qasid nameyê dibe û dide Elî Beg. Ew nameyê dixwîne û bi van gotinan bersivê dide wan:
“Ji Mihemed û Ahmed re bêje: ‘Wele ez li mala xwe giran im. Eger merivên ku karibin min bi zorê bibin, bila bên. Yan na, bi xweşî ez narim. Eyb e ku hûn van gotinan dibêjin. Min qet di mala xwe de mîr, beg, axa û mêrxas nedîtine. De eger ew gelekî egît in, bila bên ser min!’”
Mîrên Koran dibînin ku bi rihetî nabe. Ew hezaran zilaman kom dikin û Kela Aşîta dorpêç dikin. Di nav xwe de dişêwirin ku ji axa xwe derkevin wê têk biçin. Bi dek û dolabên wekî “mêvanî û seyîrçîtiyê” dixwazin bi ser Kela Aşîta de bigirin. Lê Elî Beg bi zîrekî û mêvanperweriyê wan pêşwazî dike; xizmetê dike, qurbanan serjê dike, xwarinê amade dike û tu kêmasiyek di xizmeta xwe de nahêle. Şevbihêrkê wekî ku tiştek nebûbe derbas dike, heta ku wextê gotinê tê.
Elî Beg titûna Mûşê dixe kîsê xwe, li dora mêvanan rûdinê; û dengbêj di hundirê klamê de klamek nû ava dike ku bi devê Elî Beg wiha distirê:
“Ez ê îşev ji we re bipeyivim; çîrokek me heye, serê we neêşînim. Gelî begleran, li qisûra min nenêrin; şev dirêj e, qiyamet dûr e. Da her kes ji kîsê xulamê bavê xwe qelûna xwe dagire, agir bi ser bixe û li xulamê bavê xwe guhdarî bike!..”
Û dengbêj bi klamî didomîne:
“Ê de go mîrê min, mîrê min…
Tiştên ku min dît tu nebînî,
ew şixulê bi serê min de hatiye,
bira neyê bi serê Leylê û Mecnûn û begê min…
Ez ne ketim tu hal û tu galgalê,
ketime hedrê wê hedrê…
Çawa hûn bi caba mektûbê xulam û xizmetkaran ji min dixwazin,
dibên: Elî Beg, bavê Simehîl, bê xulamê xulama be,
seyî ji hespên me re bike,
gûnê hespên me bifirkîne…
Kesî vêya di mala xwe de nekir, ez di mala xwe de bikim…
…
Guh bidin min mîrê min…
Şev dirêj e, qiyamet dûr e,
lê serpêhatiya min kûr e.”
Elî Beg vegotina serpêhatiya xwe wiha didomîne: Ew ji aliyê “cotek gawir û teterbaşê dewletê” ve tê girtin. Nameyek jê re tê xwendin ku tê de dibêje: “Elî Beg, bavê Simehîl Beg, mîrekê mîrekan, mîrê Kela Aşîta, berberê berberan; êdî deriyê dewletê, deriyê derbendê asê disekine…” Û dest û lingên wî bi zincîr û kelepçeyan tên girêdan û dibin “wilayeta Mêrdînê”. Li wir îfadeya wî tê girtin, jê re dibêjin “sen geç,” û paşê dişînin Amedê, ji wir jî bi rêzê ber bi “Arzirom, Arzîncana Romê, Qeyseriya Romê û bêxwediya Enqerê” ve ku li her derê jê re dibêjin “îfada te li vir tune!..” Û heta digihê Stenbolê, şûra bi şûra wî dajodin ser devê cadê, telaq wî dide destê telaqê, qereqol wî dide destê qereqolê û davêjin nezeratxanê. Paşê derdikeve pêşberî “dîwana dewletê, cem paşayê edliyê û Sultanê dînê Îslamê”.
Li vir dengbêj rêça klamê diguherîne û bi zimanê tirkî dibêje: “…Elî Beg, bavê Simehîl Beg… Otir, otir oglum!..” Piştî rûniştinê, Sultan jê re dibêje ku heya niha xerabî bûye, lê ji niha pê ve ew ê wî bike telebayekî qenc. Sultan xewna xwe vedibêje: Xoceyê Xizir û Şêx Evdilqadir gazî wî kirine û gotine ku fetihkirina bajarê Patrîpolê ser weciyê Elî Begê bavê Simehîl Beg e.
Elî Beg bersivê dide û mohletê dixwaze; dixwaze “emr bide welatê Tirkê,” jê re tabûrek esker vehewîne ji eskerên Romê ku kesek ji wan “bîlmedim!” nizanibin. Bi alîkariya “Şêx Evdilqadirê bazê li Bexdê, Xeyr û Xocê Xizirê Seyîdê Medînê”, bi şûrê xwe di sisê sibê de bi ser bajarê Patrîpolê de digire, bajêr dike halê heşrê. Li devê dikanan dest nade mal û milk û “mîrasa dinyê” û şer didomîne.
Li çarçiyê ne gelan û ne gacan narin û nayên, rismê hespê xwe Zenbîl Qiran datîne xeraca kuçeyekê û berê xwe dide Qesra Patrîpolê. Di odeyek hûndirê qesrê de, li ser qaryoleyekê keça qralê Patrîpolê Gûrcîyê dibîne. Devê xwe davêje ser hinarê rûyê wê; lê bi zimanê hev fahm nakin û bi îşareta destan bi hev re qîse dikin. Sê roj û sê şevan li wir dimîne, dikin kêf û henek û laqirdiyan. Bi serê guliyên wê digire û keça Gûrcî, bi xwe re digire, vedigere Stenbolê. Siltan, Gûrciyê li Elî begê helal dike. Piştî mehekê, Elî Beg destûrê ji Sultan dixwaze û Gûrcîyê bi xwe re hildigire vedigere welatê xwe.
Heft salên wan bi hev re derbas dibin, lê Gûrcîyê nayê heşrê hukmê. Rojekê Elî Beg derdikeve ser bircên Kela Aşîta û diçe nêçîrê. Li wir rastî xezalekê tê, tajiyên xwe berdide pey wê. Teyr û tilûr bi erş û ezmanan dikevin. Ji nişke ve siwarek tê û dibêje: “Ûcaxê te kor be, Gûrcîyê çû!” Elî Beg dide pey wê. Gûrcîyê jê re dibêje ew ê wî nekuje, lê bila ji rêya wê veqete û didomîne: “Yol vêr Elî beg, bavê Simehîl beg. Heta niha îzna min bi te re bû û te dikir kêf û henek û laqirdiyên dinyayê. Heft salên me qediya û min nanê te pir xwariye. Ez qêmîşkî te nakim ku te bikujim, lê ji ser rêya min xwe bide alî.”
Elî beg bi ber wê de diçe, lê ji nişke ve şingînî jê tê, hespê wî dikeve erdê û Gûrciyê berê xwe dide oxirê. Çavê Elî beg li pey wê; Gûrciyê vedigere, serê wî datîne ser çonga xwe, birîna wî derman dike, li hespê wî siwar dike û dibêje:
“Elî beg, de berê xwe bi mal de. Mehek û rok te di nav ciya de qediya tê rabî ser xwe. Tu ranebî ha, tu rabî, tu malê mirinêyî û carik din di vê oxirê de nê.”
Gûrciyê dide rê diçe nav qewmê xwe. Elî beg jî berê xwe dide malê, mehek û rojekê ji nav nivînan ranabe. Li gor rojên diyarkirî radibe ku sip û saxlem e. Piştî demekê Elî Beg dîsa diçe nêçîrê û Gûrciyê tê bîra wî. Dide rê û diçe bajarê Patrîpolê. Li pişt bedenên bajarê Patrîpolê tê dengê def û zirnê, kêf û zewqê. Dibe mêvanê pîrikekê. Pîrê dibe: “Îşev hina Gûrciyê ye!” û dest bi amadehiyan dikin. Bi alîkariya pîrê cilên keçan li xwe dike û dikeve oda Gûrcîyê.
Gûrcîyê çawa wî dibîne dibê: “Elî beg ez ketim bextê Xwedê, bextê mêrê çê. Heya vê derê jî tu tê. Tu kêçî, tu ba yî, tu melekê mewtê yî ku tu bi min re yî? Bitirse, heyata min û te kete talûkê! Ji vî bajarê Patrîpolê dikim herim bajarê Pitrûqalê, qralekî wez xwestime…”
Elî beg ji ya xwe danakeve û wê şevê bi hev re dikin kêf, henek û laqirdiyan. Serê sibê radibe berê xwe dide mala pîrê. Hespê xwe dijidîne, ku berbûyan jî bûk xemilandine û bi hêl û mêl ji nava bajêr derdikevin; dide kêleka wan û diçin bajarê Pitrûqalê. Li wir li Pîrikek din rast tê û dibe mêvanê wê. Bi alîkariya pîrê dîsa dikeve oda Gûrcîyê. Qralê bajarê Pitrûqalê bi ser wan de tê. Elî beg xwe davêje paş qaryolê û li wan temaşe dike. Qral li hember Gûrcîyê li ser kursiyekê rûdine. Bi diliyan ar radike û datîne ser qêlûnê. Donê tiliyan diniqûtin erdê. Bang Gûrciyê dike û dibêje:
“Îsal heft salê te qediya li cem Elî beg, bavê Simehîl begê. Tu nû hatî ku ji min re kevanî bî û ez ê jî ji te re marxwê bim?”
Dest davêje guliyê Gûrciyê, avêt erdê û di nav lepan de bû dengê ar û emanê. Gûrciyê bi qêrîniya xwe gazî Elî begê dike. Elî beg ji nişke ve radibe ser xwe, dest davêje şûr, serê wî û gewdê wî li ser qaryolê dirêj dike. Bi şeveqa serê sibê re berê xwe dide mala pîrê. Li bajarê Pitrûqalê kesekî li derve nabîne, bajêr bê qral dihêle û bi Gûrcîyê re vedigere welatê xwe.
Di vir de çîroka xwe diqedîne û bang Gûrciyê dike. Di dawiyê de Gûrcîyê derdikeve hemberî mîrên Koran (Mihemed Beg û Ahmed Beg) û bi tundî wan şermezar dike ku çawa nameyên bi vî awayî ji bavê Simehîl Beg re dişînin. Gefan li wan dixwe û dibêje: “Ez ê we bikim libûçiyê bavê Siltan!” Elî Beg jî hişyariyê dide wan, dixwaze “çek û sîhelên” xwe deynin û berê xwe bidin mala xwe ku careke din nameyên wiha neşînin, yan na ew ê wan hemûyan tune bike. Dengbêj klamê bi vî awayî diqedîne.
Di encamê de, ev klam ne tenê parçek ji folklora kurdan e. Ew bîra civakî, derûniya jiyanî, hişmendiya hiqûqî, nirxên exlaqî û serdemên siyasî yên borî bi xwe re hildigire û dersên girîng dide me. Sedema têkçûna kurdan a îro jî di nebûna yekîtî, hevşengî û pergaliyê de, ku tim xulamtî ji xelkê re kirine û li ser serê hev xwestine hikum bikin.
Bi vî awayî Xalitê Rizo bi vê klamê peyama xwe daye me û ew ne tenê dengbêj e, lê her wiha dîroknivîsê devkî yê gelê xwe ye.
Nîşe: Min ev bend di arşîva bandên bavê xwe de dît. Tevahî klam veresand û gotinên resen ên dengbêj raste rast nivîsî. Destanek pir dirêj jê peyda bû. Lê derbarê Dengbêj Xalitê Rizo (ku tê gotin ji herêma Mêrdînê ye) û derbarê Kela Aşîta û Elî Begê (bavê Simehîl Beg) de agahiyên zêde peyda nebûn. Heger kesên ku agahiyên wan der barê dengbêj û Kela Aşîta hene me ronî bikin, em ê pir kêfxweş bibin.



