Ji bo guhdarîkirinê:
Şeva bihara rengîn li Berxbotanê careke din bi bêdengiya cihanê ya li hember Helebçeyê ku hebûna xwe diyar kiribû, di vê Newrozê de bi deng dixwest bide der.
Heyvê di şeva reş-qetranî de bi dilşadî xwe di nav ewran re dakiribû û hêdî hêdî winda dikir. Di kûrahiya asîmên de stêrkên veşartîbûn mîna tîrêjên rojê, li ser rûyê erdê dihatin tefandin, çirûsk didan birqandina ji ronahiya rojê dipekiya.
Gundê Berxbotan di bin siya salên dirêj ên şer de, di her kêliyê de parçeyek xemgînî hilgirtibû, hewl dida ji ser xwe bavêje û bi aramî bijî. Gund ne tenê bi xaniyên xwe, bi kevir û axa xwe jî xwedî çîrokek, destanek bi êş, elem û bêhempa bû. Her quncik, her kevir, her dar bi heman êş û windahiyên xwe re xwe spartibûn nava dilê ji bo azadiyê hildiavêt û li tenîşkek xwe hatibû jibîrkirin. Lê bi awayeke din hîn jî jiyan berdewam dikir.
Her çend kolanên bi şahiya pîrozbahiyê re carekê deng vedabû, hêdî hêdî ketibû nava bêdengiya erjeng û wê şevê ji çirûska hêviyên winda re derî vekiribû. Piştî li ser xaka ku her dem tirs û şer lê dihat jiyîn, li dewsa xwe aramî, kêf, şahî û pîrozbahiyan ragihandibû. Ji camên malên li Berxbotanê kenê zarokan deng û reng vedidan û ronahî dibariya. Şeva Berxbotanê wiha heyfa xwe ji her tiştî hiltanî, perdeya li ber xwe dida alî û ala xwebûnê hilda bû.
Li bexçeyekî biçûk, di nav malên Berxbotanê de dê û bavek tevî neh zarokan jiyaneke dilşad hebû. Êşa paşerojê mîna barekî erjeng hîn li ser pişta Xezala dê û Osmanê bav bû û di bin giraniya barê pêşerojê de bi hêviya xwebûnê li ber xwe didan.
Gava ku gihayên nû şîn di nava xakê de serê xwe radikirin, bextewariyek efsûn û bêhempa ji rûyên zarokên Berxbotanê dipekiya. Avesta herî biçûk hîn nû bi azadî lingên xwe dabû erdê, bi papiyan ketibû û erd û asîman ji bîr kiribû. Zarokên bi navê Osman Berkel, Xezala Osman, Axîn, Dîcle, Dilovan, Yasîr, Saliha, Fewaz û Ronîda jî kevir di dest xwe de digirtin, ji daran çeqelîkên hişk dibirîn da ku şûrekî zemane û têkneçûyî çêbikin û li ber serê gorên tomerî daçikînin, di nav şerekî xeyalî de bûn. Bi hev dikeniyan û ji hev re gotin ‘em ê her bi ser bikevin!’ Wekî qêrîneke ker lê têrtijî ev gotin didan der û erş û asîman bi xwe re dihesandin. Hinavên dil dijenandin û dihejandin. Di nava vê jiyana biçûk ya li Berxbotanê de destanek wiha winda û nedîtî xwe dida der. Awirên pak ku bi wate di çavên xwe de li jiyanê dibarandin, bes ku di dilê Xezala dê û Osmanê bav de mîna kulek bêderman rûdinişt.
Lê wê şevê, her tişt cuda bû. Ev ê valahiya aştiyane ya ku bi şevê re dixwest taybet bûya, ji nişke ve mîna mijeke tarî bi ser Berxbotanê de hatibû. Ji dengên zarokan cihêtir û ji aramiya şevê wêdetir ku dengê qet nebihîstibûn, bi bêdengiyana Xezala dê û Osmanê bav re tevlihev bûbû. Asîmanê bê ferşah giraniya xetereyeke nenas hilgirtibû. Zarokan bi bêtirs û çavên hêdî hêdî diqulipîn ser hev, aliqandibûn nava xewna stêrkên birqok û dest bi nihêrîneke efsûn kiribûn. Stêrk dihejmartin, nîşanî hev didan û nav lê dikirin. Lê tiştekî mîna stêrkek xuricî şewq ji xwe dibarand û di nava asîmanê bi ser wan de dihat xuya bûbû. Ronahiya ku ji dûr ve diyar kiribû, bi lez û bez nêzî wan dibû.
Xemgîniyek sivik mîna pelekî ku li ber bayê biheje û tijî tirs be, lê ne wekî şevên borî li ser dilê Xezala dê û Osmanê bav xwe pêça bû, hebû. Ev tirs her çendî kûr bû jî, ne wekî ya îşev bû. Di wê gavê de dem û kêliya fikirînê rawestiya bû. Zarokan li Xezala dê û Osmanê bav dinêrin. Di çav wan de bi dengê ku ji nava kûrahiya asîmên de her ku diçû nêz dibû mat û metelbûnek hebû dîtibûn. Xezala dê bi çavên xwe yên tijî xav bi ser zarokên xwe de qîriya û got:
“Em rakevin! Dema xewa giran hat!.. ”
Lê ev deng veguherî nalînek ku bêhêvîtiya jiyanê li ser sînga mirinê konê xwe vede. Wê gavê, herikîna demê veguherî dirûvekî din. Bi teqîneke xurt re xuya bû ku asîman bi erdê re bû yek. Dîwarên betonî hejiyan û bi lerzînekê bi ser wan de hat xwar. Wê teqînê her tişt bi hemû heybetiya xwe daqurtand û bû dengekî nenas û çikilî di navika hewayê de.
Wê şevê ne tenê stêrkên malbêta Evdo xuricîn, ya jiyana pêşerojê jî xuricî. Qêrîna Xezala dê, valahiya çavên Osmanê bav, hêviya jiyana neh zarokan û şahî û govenda piştî Helebçeyê da ku xwe li Newrozê bigirta winda bû. Hemû bi yekcarî li navika asîmanê vala û xav hat aliqandin. Dûxana ji nişke ve hêdî hêdî bi ser şewqa stêrkên diçûrisîn diket, jiyana ku ji camên malên Berxbotanê ronahî dibarand, xwe li reş-tariya qetranî girt.
Piştî êrîşa balafirên bêmirov ên şer, yekser li tevahiya cihanê bêdengiyeke ecêb hat rûniştandin. Cihan ker û kor û lal bû. Ji xeynî xirbeyê li Berxbotanê tiştek nema. Lîstoka Osman Berkel, Xezala Osman, Axîn, Dîcle, Dilovan, Yasîr, Saliha, Fewaz, Ronîda û Avesta ku bi stêrkên birqok re hîn berdewam bû, wiha hatibû dawî kirin.
Dema ku gundê Berxbotan şev li pey xwe hişt, sibeheke nû bi hilatina rojê re derneket. Bîranînên şevê her û her di giyanên li gund de deng dida xwe, dibû mîna qêrîna li benda şevê. Jiyana dê û bav û neh zarokan di demeke kin de wiha bi dawî bû. Êdî Berxbotan wê tenê şopên tarî yên paşerojê hilbigire û di nav bêdengiya pêşerojê de avjeniyê bike ta ku ji bo bîranîna wan xwebûnekê diyar bike.
Qêrîna ku li benda şevê bû, jiyanek wiha winda kir û hêviyên jiyaneke nû tune kir. Di kûrahiya dîrokê de mîna Helebçeyê wê bi êş bê jibîrkirin. Bi dirbeke mayînde wê li dewsa xwe li ser bedena dîroka tijî qirêj lekeyeke reş bihêle.
Carekê jiyan li wir hebû, lê niha tenê rabirdûyeke bê jibîrkirin heye. Ta ku sibehek din û nû li Berxbotanê hilê û heta ku careke din li dewsa êş, tenêtî û xemgînîyê aramî, xweşî û xwebûn di pirtûka dîroka nayê dîtin û xwendin de bê nivîsandin, bi tîpên nepen û dengê ku olan bide xwe, wê bibêje:
“Em ne ji Adem û Hewa ne, em ji Xezal û Osman in!..”


