logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

Kadir Stêra

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kadir Stêra

Kadir Stêra

Taldeyek Bi Sî

  • Dîrok: 14/04/2026

Şev terikî, û hespê min bi hesinê trênê re dida çar gavan. Min nedizanî ez ê biçim ku derê; lê min dizanîbû bê hespê min diçe ku. Berê hespê min li rêya hêviyê bû, dixwest hêviyê hînî min jî bike; lê di tariyê de min  ber xwe nedidît. Min digot: "De rabe ser xwe, ev çi hal e her derê te mîna wê şeva terikî li dermanan digere. Mîn dît dengeke henûn bi azana melê gund re xwe kişand ber bi guhê min ve. 
Got:
- Tu bûyer belasebeb naqewime rêwiyo. 

Keniyam; lê westiyabûm jî. Ez ji xwe re li taldeyekê digeriyam, taldeyek bi sî... Erê herkes mîna we rêwiyek bû, û di binya taldeyekê de ji xwe re li siyekê digeriya. Min got, neçe keçê ma tu vî arê dilê min qey nabînî?
Guh neda min û çû, ez li xwe vegeriyam; lê ka ez? Hin di bin wê taldeyê de, li bin wê siyê min hesabê wê evînê dikir. Welleh xweş bû law; lê xwezî min negota maçî van çavên min ê şîn bike. Wê li wê stasyona xêrnedît maçî çavên min kir û veqetinê zor da me. 
Berî neçe, min li vê penaberiyê bêyî xwe tî nehêle. De bisekin, hê ji veqetandinê re zû ye. Min ê jê re xayinek ava bikira û em ê tevî xeyalên xwe tê de bistiriyana.
Çûbû. Ev çîrok nîvco mabû an xelas bûbû? Ez bûbûm gavanek, li şopa Beriya xwe digeriyam. 
Min ew nedidît, min ew bidîta wê çi bibûya? Nizanim, û nezanibûm jî. Di wê nediyariyê de, li ber xwe diketim, û di hewdikê dilê min de, dêya min berê xwe dida bêriyê; min jî di şerbikê dilê wê de awirên xwe dikuştin. 
Dêya min dixwest kirasekî ji xwe re bidirû; lê satila wê di destên wê de li wê çolê li keriyê pezê mala kalê min digeriya; lê nizanibû ku di wê morgê de ketibû xewa giran. Li cem lê bûm, ew morg sar bû:
- De rabe ser xwe lê. 

Êdî qima min bi wê mirinê nedihat, bi sê pakêt çixare min xwe avêtibû kolanên wî bajarî. Xwarzikê min xwe li ser meytê wê kuştibû; lê çima giriyê min nedihat? Wê salê jî wekî her salê ceyran li me qut dibû û li newala qutê cardin dengê tereşkofan dihate me. 
Li dîwarê mala me lempe-mazot jî nema tê kirîn, willeh dinya xera bûye. 

Guhê min li wê çîrokê, ew çîroka "Hemê Tazî" ku ji min re dihate qalkirin. Hemê, şivanê keriyê guran, tazî şilfîtazî hema digeriya.
Kerematên wî pir hebûn, deriyê qelbê wî vekirî û maneviyata wî pir hebû. Herkesî jê re digot: "Hemê hiş xwariye, ew dîn e." Lê Hemê ne ji vê gerdûnê bû. Digeriya, hema digeriya.

Rojekê cardin Hemê Tazî bi halê xwe yê tazî digere. Jê re digotin Ehmedê Tazî jî. Ji Pazarcika Mereşê, ji gundê Kirnî bû. Piştî ew qas salan di nivîseke (Dilzar Dîlok) de cardin rastî wî hatibûm; lê dêya min xweştir qala çîroka wî dikir. 
Li wê morgê, li ber peytê wê me.

Li gund ceyran tune bû, bavê te li odeyê kalikê te bû. Li derve baran dihat û dengê du tirimpêlên leşkeran ji nav gund dihat. Kesekî newêrîbû serê xwe ji paceyê derxista, bûbû sibeh:
- Keçê Yildiz ew doh çi xirecir bû?
- Çi bûbû porkurê Şehîra?
- Ma çi nebûbû?
Doh bavê zarokan çawa ji odeya Hisên Axa hat malê, bûbû hime hima wî: "Qey ez we bi ser xwe ve bikujim. Xirecira van tirimbêlên leşkerane, û hindik mabû ez li ber derî hiş bibûma." 
Zilamek tazî, wekî qerasakî li ser cadeya gund girtibûn, û berê wî dabûn qereqolê; lê ew zilamê tazî ji ortê winda dibe:
- Ma bû çi tu hina razayî.

Morg sar bû, bavê min li mala birayê min xebera ne xêrê zû hatibû wî jî. Li çonga xwe dixist:
- Ya Star! De îjar ez mam li ber destan.
Gotina wî ev bû. Wê şevê jî xwe avêtibû bextê Xwedê Hebîna. 

Heman çîrok piştî ew qas salan di wê rûpela rojnameyê de. Hemê Tazî şilfîtazî li wan kolanan dimeşe û tirimbêlek tê li min guhê wî dikeve. Ehmedê Tazî di nava xwînê de dimîne û rih ji canê wî diçe. 
Dayika min li wir qala Hemê Tazî dikir, min berê xwe cardin dabû çîroka xwe û Berî.

Her ku ez lê digeriyam hestiyên bavê wê bêhtir winda dibûn. Hemê Tazî biyaniyê civakê bû, fermana mirina xwe dabû. 
Piştî ku Berî çûbû, ez jî  bûbûm biyanî, jixwe bê ziman û bê welat jî bûm. Ew gotinên min jî hatibûn bîra min: "Tu dizanî Berî, gava tu tê kêleka xwe didî kêleka min ez xwe li welatê xwe hîs dikim." Lê ez cardin bê welat mabûm. 

Diviyabû ez bi ser xwe ve bihatama; lê çawa? Min ê piştî çûyîna Berî ji ku ve dest bi jiyanê bikira? Meriv çawa cardin dikare mîna wî hespî cardin bibeze? 

De ka hûn ji min re bêjin: "Heger gerdûnên din hebin, gelo ez ê Berî li kîjan gerdûnê bibînim?" Ez wê bibînim qey ez ê cardin têk biçim? Kî têk diçû, ew ên diçûn an kesên li cîhê xwe diman? Kî, kî, ka hûn bêjin ez têk çûm an Berî têk çû?

De ka bela xwe ji xwe veke, tu çîrok hetanî hetayê nadome, guhê xwe bide min û ti jî mîna min xwe şilfîtazî bike, xwe bavêje bextê xwezayê. 
Bi guran re, bi daran re bide û bistîne. Dê ew kula te derman bikin. Ma min dixwest kula xwe derman bikim? Ji wê pê ve kê dikarîbû ev kul derman bikira?
Bûbûm Hemê Tazî û li xelasiya xwe digeriyam. Doh ber destê sibehê bû, Hemê Tazî hat xewna min û gote min:
- Herkes berdêlên biryarên xwe dikşîne û bi vê ya jî bizanibe. 

Kêliyekê li min nêrî, bêdeng mabû. Min meraq dikir hela wê ji min re çi bibêje. Got:
- Berê xwe bide çîrokek din. 

Min jê re got, her çîrokek dubareyeke ez naxwazim xwe dubare bikim. Naxwazim cardin dilê xwe ji yeka din re vekim. Heger çîrokek din hebe bila ew çîroka mizgîniyekê be, bila ew mizgîniya min bê û rengê jiyana min veguhere halekî din. Wê çaxê belkî ez di xwe de qewetê bibînim û xwe ji çîroka Berî safî bikim û dest bi çîrokek din bikim; lê nizanim gelo wê ew mizgînî di demeke nêz de bê an nayê? 

Hemê Tazî gotibû:
- Mîna tu li benda Godot bî, li bendî nesekine. Wê çaxê belkî ew mizgînî bê. 

Godot ha, ev ji min kêm bû. Hey xwelîser qey tu nizanî? Bi çi nizanim? Godot, xwedayê li bendîmayînê. Tu li bendî çi bisekine ew nayê, enerjiya xwe jê vekişîne. 

Ez ê sibehekê rabim ser xwe, wê ew mizgînî qet ne di bala min de be. Ez ê biçim ber derî, guhê xwe bidim çîrokek din; lê wê bi çend dengan derî lê bide û wê ew mizgînî bê. Dê wê çaxê dêya min ji wê morgê rabe ser xwe, ez ê edî nema xwe bidime ber taldeyan.
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Por zerê, bêje kê we şewitand?

  • 02 Tîrmeh 2025

Di nava wan çar dîwaran de, çîrok dişewitîn,  helbestan dixwestin bi hewara wan ve biçin; lê ew jî dişewitîn. Jixwe stran, ji êvara Xwedê ve sêwî bûn.  Ew bi qasî dilên xwe mezin bûn.Yên derûdora...

Dema mirov bibe evîndarê dengekî

  • 16 Tîrmeh 2024

Min ew nedîtiye; lê dengê wê ji jiyana min re bûye senfoniyek, û xweza li ber wê senfoniyê reqsê dike. Ma dibe ku meriv bibe evîndarê dengekî? Min şibyetê wê qet nedîtiye; lê dizanim ew cilên wê yê ji rengê...

TEDAŞ; Bela Serê Rênçberan

  • 08 Kewçêr 2024

Ji bo guhdarîkirinê:     Payîz e, em mirov jî, wekî xwezayê pelên xwe diweşînin, hêsirên me wekî baranê dibarin. Îlon/rezber çû, ji me bar kir. Cotmeh/Kewçêr hat, û got merheba ji we re....

Hemû Nivîsen Kadir Stêra

Kadir Stêra kî ye?

Kadîr Stêra di sala 1989'an de li gundê Qesra Qelendera yê girêdayî Mêrdînê hatiye dinyayê.
Wî, dibistana seretayî li gund, lîse li navenda Mêrdînê xwendiye. Stêra li Zaningeha Mêrsînê Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî qedandandiye û ji zû de ye bi nivîs û helbestê re eleqedar e.
Heta niha pirtûkek wî bi navê "Hespê Şeytên" ji Weşanên Aryenê derketiye. Aniha ew jî wekî gelek nivîskarên kurd penaber e.

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Amed de qeybî şarî bê pere fîlm, şano, konser û dîwanê dengbêjan yenê organîzekerdişî

ad

Rojava û Bakur li ser heman xêzê pêşve diçin

ad

Cengîz Çandar çima kurdî hîn dibe?

ad

Festîvala Berxbirê li dar e

ad

Werger û wergêr -3- (Wergera kurdî çiqas bi profesyonelî tê kirin?)

ad

Mebûsên DTP'ê çûn serdana Azadiya Welat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname