Vedat Çetin
Çend roj berê li Rojava peymana civakî hat qebûlkirin. Kurd, ereb, suryanî, ermenî û çeçen di nav reveberiya gel de cih digirin û ev yek bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin.
Roja 6’ê rêbendana 2014’an li bajarê Amûdê rêvebereya meclisa qanûndanîna xweserîya demokratik ya Rojava civiya û Peymana Cîvakî ya Rojava hat kabul kirin. Lê belê YE (Yekîtiya Ewropayê) û DYA’yê (Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê) guhê xwe girtin û ev geşedana mezin nedîtin.
Li Bakur jî hilbijartina herêmî heye. Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) ji hefteya bihurî bi diruşmeya “Bi xwebirêvebirinê ber bi nasnameya azad” ve wekî 48 rûpel daxuyaname amade kiribû ku ev daxuyanî li çapemeniyeê hat belavkirin.
Siyaseta kurd, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, li her du parçeyên Kurdistanê ji bo hemû gelan xweseriya demokratik peşnîyar dike û em hevî dikin ku ewê bikeve jiyanê jî. Îsal, ji bo bextê xweseriya demokratîk ve pir girîng e.
BDP binyada xweseriya demokratikê digel çalakiya şaredariyan pêk tîne, ji bo vê xwe amade dike. Li Rojavayê jî digel têkoşîna çekdarî û berxwedanê vê axa xwe ji şûn ve girtin û aniha jî axa azad de ji bo damezrandina xweserî gav avetin.
Ji aliyê din, em dizanin ku dewletên desthilatdar wê li ciyê xwe nesekinin û meşa demokrasî û azadî temaşa nekin.
Lê pirsgireka herî mezin ev e ku, geşedanên her du parçeyê ji aliyê dewletên desthilatdar (Sûrî û Tirkiye) û dewletên navneteweyî (DYA û YE) nehat dîtin. Bir rastî jî ev geşedanên xweserî bi awayekî kantonê her wekî Swîsreyê ava dikin jî bala wan nekişand.
Ez bawerim awayekî projeya kantonê ji bo Cenevre-2 bi nav kirin û hatin amade kirin. Belkî piştgiriya Yekîtîya Ewropa bihata dîtin. Lê ji bo Cenevre-2’yan hêza Rojava nehat vexwendin.
Rojava, hêza xwe ji gel û gelan werdigire û ji gerdûnê dixwaze bi awayekî bê qebûlkirin. Li Bakur jî hinek wisa ye. Dewleta Tirkiyeyê li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtinan çêdikê lê heta aniha ev hevdîtin neketine rewşa muzakereyê. Her du parçe jî dişibin hev.
Dewleta Tirkiyeyê ji bo reforma demokratîkbûnê gav navêje û pêvajoya çareserî direj dike.
Lê her du parçeyên Kurdistanê hêzên gel heman siyasetê dimeşînin û li ser vê bi biryar in.
Lê belê derfeta Rojava ji Bakur zêdetir e û hevîdartir e. Ligel vê yekê her du parçe jî ji aliyê desthilatdaran wê rastî hev werin û bêne astengkirin.
Her çi dibe bila bibe, siyaseta kurd di xêza şoreşa demokratîk û rizgariya demokratîk de bi biryar dimeşe û ev yek wê ji bo siyaseta Rojhilata Navîn bibe mînakek û rêya nîşan bide.
Hin kes, rewşenbirên kurd bi şik û guman li vê mehê dinêrin û dibêjin: “Tu kes ji bilî xêza DYA tevgera serbixe nayê meşandin û qet sernakeve.” Dibe ku di dema nêzîk de rastiya vê gotinê hebe lê di mêjûya dahatî de dê serkeftina xweseriyê demokratîk û jiyana konfederal teqez bê dîtin.
Di televîzyonê rusî ya kanala yekem de pisporekê rusî Stanislav Tarasov di axaftina xwe de got: “Li Rojhilata Navîn, hin welat bi awayekî fili parçe bûne û li nav dewleta Tirkiyê jî geşedanên cidî tên jiyîn.” Tarasov got: “Li her herêmê bi awayekî Kurdistana pitik hatiye dinê.”
Em jî dibejin, “tu bi xêr hatî pitikê Kurdistan!”
**
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskar Vedat Çetin ku heta niha bi tirkî dinivîsî yekem car bi kurdî dinivîse. Çetin ji niha û pêde dê carinan ji bo Diyarnameyê bi kurdî nivîsên xwe pêşkêşî xwendevanan bike. Em dibêjin tu bi xêr hatî qada kurdî.


