logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'
  2. Di Edebiyatê De Jin
  3. Fermo bernameya 'Rojên Ma Musîcê'
  4. Ev jî çêbû: 5 şaredarî bi pişkeyê hatin hilbijartin
  5. Ji êrîşa ser xwe dê pirtûkek amade bike
news-details

Werger û wergêr -3- (Wergera kurdî çiqas bi profesyonelî tê kirin?)

  • Dîrok: 04/03/2010
  • Beş: NÎQAŞ

Azad ZAL

Wekî her kesî nivîskarên kurd jî bi wergerê re mijûl in. Lê mixabin bi awayeke profesyonel ne wergêr in. Ji ber wê jî wergera kurdî jî ne profesyonel e.

Çima ne profesyonel e?

1- Gelo dibistan ya jî perwerdeya wergerê heye? Na xêr tune ye. Ji ber wê jî çawa be ha baş ha jî xirab be wergera bê perwerdehî, wergera bê dibistan ne wergerek profesyonel e. Ango belkî îstîsnayê wê hebin lê wergêrên kurdî tev ‘alaylî’ ne.

2- Pergal û hedef û armancek ji wergera kurdî re tune ye. Divê ku werger li ser bernameyek, li ser armanc û li ser hedefek bê kirin. Wekî nimûne eger ku tu wergerek bikî tu ê pêşî armanc û hedefa wê wergerê diyar biki û hêna wergerê bikî. Hema em ji hemû nivîskarên me yên ku bi wergerê re mijûl in bipirsin gelo berhemên ku wergerandine bi çi awayî wergerandine? Ya berhemê xwendiye û bala wî/ê kişandiye û kêfa wî/ê ji nivîskar re hatiye û gotiye ez vê wergerînim. Ev rewş bêpergaliyê jî bi xwe re aniye. Nivîskarek pirtûkeke çîrokê li gorî dilê xwe wergerandibe, nivîskareke/î din romaneke li gora dilê xwe wergerandiye, nivîskareke/î din pirtûkeke populer ya li gora dilê xwe wergerandiye û ev jî qada xwendina kurdî ya wergerê bêpergal hiştiye. Pêwistiya qada xwendina kurdî bi wêjeya dinyayê hebe wê demê wergêrek ya jî çend wergêr berê xwe didin klasîkên dinyayê û dest bi wergerê dikin. Ev dibe li ser projeyek dibe, ev dibe li ser daxwaza weşanxaneyekê be û ev dibe bi awayekî xwezayî di hiş û mêjiyê çend wergêran de aj bide û pêk were. Wê demê pergal ji vî karî re çê dibe. Lê niha em dinêrin ji aliyekî ve ji ber ku populer bûye “Cîhana Sofî” hatiye wergerandin, ji aliyê din ve em dinêrin ji ber hin perspektîfên şoreşgerî tê de hene “Teyrê Qeqlîbaz” hatiye wergerandin, aliyê din ve em mêze dikin “Navê min sor e” hatiye wergerandin. Ev bêpergaliyê nîşan dide. Van demên dawîn her çi qas bi awayekî bipergal çend ceribandin ji aliyê hin weşanxaneyan ve hatibin kirin jî ev hem têr nake û hem jî hêviyê nade.

3- Haya wergêran ji hev tune ye. Ya jî pêwendî û têkilî di nava wergêrên kurdî de tune ye. Her çi qas teknîk pêş ketibe jî, her çi qas dinya biçûk bûbe û bûbe gundekî gulover jî wergêrên kurd ji hev dûr in. Li her derên dinyayê di nava wergêran de têkilî, pêwendî û heta rêxistin heye lê di nava wergêrên kurdî de ev tune ye. Yek jê çawa ku nivîskarên kurd ji hev hez nakin, ji ber ku piraniya nivîskaran di heman demê de wergêr in ew jî ji hev hez nakin. Ji hev dihesidin, hev biçûk dibînin, karê hev naecibînin. Ev jî ji neporfesyoneliyê tê der.

4- Wergêrên kurdî piranî çawa biryara wergerê didin pirtûkê didin ber xwe hema wisa dest bi wergerê dikin. Di rastiya xwe de werger divê li ser bingehek pêk were. A) Divê ku wergêr berê ku pirtûkek an jî gotarek wergerîne divê ku hem zimanê wê pirtûkê careke din ji aliyê rêziman û pergalê ve di ber çavan re derbas bike. Zanînên xwe yên rêziman û rastiya wî zimanî ji nû ve bixwîne û lê bikole. B) Divê ku wergêr nivîskarê berhemê (pirtûk, gotar û hyd.) baş nas bike, wî/ê bi berhem û aferînekên wî/ê yên din bixwîne, şêwe û rêbaza nivîsbariya wî/ê bizanibe. C) Hêza nivîskar û nivîsbariya berhema ku êw ê wergerîne binase, bipîve û bide ber hêza xwe ya nivîskar û nivîsbariya xwe û li gorî wê ahengekê di navbera xwe û berhem û xwediyê berehema ku werdigerîne de ava bike. Û gelek tiştên din divî ku bêne kirin û şûn de werger pêk were. Lê dema ku em li wergera kurdî dinêrin ev jî zêde pêk nayê.

5- Wergêrên kurdî ji orjînalîteyê zêdetir li rehetiyê digerin. Çi jê re rehettir be wê werdigerîne. Di wergerê de karê herî orjînal û baş ji zimanê yekemîn wergerandin e. Lê ev zêde esas nayê girtin. Wergêrê/a me ku bi tirkî bi tenê bizanibe, ji tirkî kîjan berhemên ku xwendine di nava wan berheman de kîjan jê re xweş be ji xwe re wê werdigerîne. Dibe ku ev bi îngilîzî, dibe ku bi almanî, dibe ku bi rûsî û zimanekî din hatibe nivisandin. Ji bo wergêrê/a me zêde ferq nake. Ew dibê waye min Tolstoy wergerandiye, ya jî wa ye min Balzac ya jî Shakespeare wergerandiye. Ev jî neprofesyoneliyê nîşan dide.

* * *

Mirov dikare gelek xalan lê zêde bike ku çima wergera kurdî ne profesyonel e. Ji ber ku karê wergera kurdî ne profesyonel e bi xwe re pirsgirêkên wergera kurdî jî tîne der. Li ser vê rastiyê mirov dikare di bin çend sernavan de pirsgirêkên wergera kurdî bîne ziman.

I- Ji ber ku zimanê nivîsê, zimanê kurdî bi awayeke dirust nehatiye standartkirin her wergêr li gorî xwe ziman bikar tîne. Ev jî hem dibe asteng ku pergala wergera kurdî ava bibe û hem jî xisarê dide ziman. Di destpêkê de dibe ku hin jihevdûrbûnî hebe lê ku wergêr pêwendîdarên hev bin û wergerên hev bixwînin dê di xalên muşterek de yekheviyek pêk were bi demê re dê standardîzasyon pêk bê.

II- Her wergêr li gorî herêma xwe, li gorî şêwe û peyvên herêmî wergerê dike. Ev ne dirust e. Wergêr divê ku bi awayekî giştî û standart bê kirin. Berhema ku bê wergerandin divê ji bo hemû kurdan bê wergerandin. Ev jî problema wergera kurdî ye û herêmî dimîne.

III- Wergêr di heman demê de xwe wekî zimanzan û rêzimanzan dizane û li gorî wî/ê rê û rêçikên zimanê kurdî çi bin wergera xwe jî li gorî wê dike. Wekî mînak ku ew li gorî xwe daçekên kurdî wekî “di …. da”, “ji ….. ra” dirust bizanibe wergera xwe jî wisa dike, li standardîzasyona kurdî mêze nake, nabêje ku piraniya kurdan di nivîsbariyê de zêdetir “di …. de”, “ji ….. re” bi kar tînin ez jî wê bi kar bînim. Ev di konsepta alfabeya kurdî de jî, di etîmolojiya kurdî de jî, di xalbendiya kurdî de jî wergêr li gorî xwe tevdigere.

IV- Pirsgirêka herî girîng ew e ku wergêrên kurdî zêde tofên peyvan, biwêj û komekên peyvan yên kurdî û orjînal bi kar naynin. Ev jî bi orjînalîteya kurdî ve girêdayî ye. Û bi hişmendî û gencîneya peyvan ya wergêr ve girêdayî ye. Wergêr dema ku li hêsaniyê digere biwêj ya jî gotinên pêşiyan ji zimanê din rasterast werdigerîne. Li gorî mantiqê zimanê din werdigerîne. Ev jî ziman dikuje. Wekî nimûne; ku di berhema bi tirkî de “Pireyi deve yapmak” ew dikare di wergera xwe de bibêje “Kêç kirin deve” lê gava ku bizanibe ev biwêj e û wergera biwêjê çênabe û divê ku ji aliyê wateyê ve biwêjeke herî nêz hilbijêre û bi kar bîne. Ev jî “Mêş kirin gamêş e”. Yan jî di binavkirinê de hin peyvên çêkirî ku ji peyvek zêdetir pêk werin li gorî mantiqê kurdî nake, rasterast ji zimanê din werdigerîne. Wekî nimûne; ku di berhemê de “tahta kaşık” derbas bûbe ew dibêje “kefçiyê textîn” lê li gorî hişmendiya kurdî divê ku “kefçiyê darîn” be. Herî zêde jî ev di wergera nûçe û nivîsên rojane yên ajans û rojnameyan de pêk tê.

V- Pirsgirêkeke din jî ew e ku her wergêrê/a kurd mafê çêkirina peyvên nû yên kurdî di xwe de dibîne. Di dewsa ku li peyvên ku heta niha di kurdî de hatine bikaranîn û yên kevnare di nava gel de, di berhemên kurdî yên klasîk de hene bi kar bîne ew li gorî xwe û wî mafî dide xwe û peyveke nû çêdike. Rast e werger gelek têgih û peyvên nû bi xwe re dixe nava ziman. Wergêr ku di ferhenga kurdî de teqez tune be dikare li gorî têgihîştina giştî peyvek çêbike û di wergera xwe de bi kar bîne. Lê yên kurdî ji radeyê zêdetir e.

VI- Wergera kurdî pere nake. Wekî karekî ku jê pere bê qezenckirin nayê dîtin. Ev ji aliyê wergêran ve jî û ji aliyê yên ku karê wergerê didin kirin ve jî hêjayê pereya nayê dîtin.

VII- Di wergera peyvî û ya peyrewî de jî pirsgirêkên heman awayî dertênê.

Li gorî min niha ji bo wergera kurdî tiştê herî girîng ew e ku wergêrên kurd di nava xwe de rêxistineke wergerê ava bikin û her tim li ser kar û xebatên wergerê nîqaş û guftûgoyan bikin û dem bi dem berhemên hevpar yên li ser wergerê derînin.

Mesela mirov dikare bi navê “Yekîtiya Wergêrên Kurdî” yekîtiyek ava bike û kesên ku bi wergera kurdî re mijûl bin bila tev li vê yekîtiyê bibin û hin prensîb û rêbazên wergerê diyar bikin. Ev pêşî di qada sanal de ava bibe û şûn de bi awayekî fîîlî pêk bê ew ê baştir be.

Weşanek wergerê pêwistiya herî girîng e. Kovareke wergerê teqez divê. Kovarek ku hem ji aliyê rê û rêbazên wergerê, hem ji aliyê perwerdeya wergerê ve hem jî ji aliyên din yên mijarê wergerê ve bibe qada nîqaşan ew ê gelek pêşketinan bi xwe re bîne.

* * *

Wekî encam;

Ku em bixwazin em karê wergerê bi rastî û dirustî bikin, em karê wergerê li gorî standartan bikin divê ku em dest bi perwedeya wergerê bikin û nifşên nû li ser bingeha rastîn ya kar û barên wergerê perwerde bikin.

Divê ku karê wergerê bi awayekî profesyonelî bê kirin.

azadzal@hotmail.com

 

***

Beşa yekem a nivîsa Azad Zal: Werger û wergêr -1- (Werger karekî pîroz e û profesyonelî dixwaze)

Beşa duyem a nivîsa Azad Zal: Werger û wergêr -2- (Pêvajoya wergerê; problemên wergerê û paradoksa wergêr)


Ji bo nivîsên li ser WERGER'ê li beşa NÎQAŞ'ê binêrin.

Parve Bike

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Nivîsên Nû
news

Rêya avakirina xwebûna kurdan

  • Mîrza Ronî
news

Çi bi 7 mîlyon ciwanî hat?

  • Cemil Oguz
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Du nûçeyên nexweş

ad

'Çîroka Mala Baz' li benda we ye

ad

Almanya santralên nukleer betal dike

ad

Bi wêneyan hilbijartina Başûr

ad

YOLSUZLUK-FÊLBAZÎ

ad

Profesor Mexsîmê Xemo çû ser dilovaniya xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'

  • 02 06 2023
news

Di Edebiyatê De Jin

  • 03 06 2023
news

Ev jî çêbû: 5 şaredarî bi pişkeyê hatin hilbijartin

  • 02 06 2023
news

Fermo bernameya 'Rojên Ma Musîcê'

  • 02 06 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname