Elaqeya çapemiya cîhanê û nêzîkatiya civaka ewropî ya ji bo berxwedana lehengên kurd ên li Kobanî çîroka pêlewanekî kurd tîne bîra mirov.
Di sala 1835’an de tetbîqateke leşkerî ya hevpar a hêzên rus û hêzên preusî li Kalisz a Polonyayê pêk hat. Kayzer Friedrich Wilhelm ê 3’yemîn jî li wir amade bû. Li vê tebîqatê bala hemû beşdaran çû ser zîrekiya siwariyekî kurd ê êzîdî ku ji Kafkasyayê bû û di nava hêzên rus de cih digirt. Zîrekiya vî siwarê kurd wisa bala beşdarên tetbîqatê kişandibû ku ev siwarê kurd bû babeta nûçeyên gelek rojnameyên wê demê. Piştî çend salan August Freiherr von Haxthausenê berlînî çû Rusyayê û ji wir jî Ermenistanê. Haxthausen li Ermenistanê li nava koçerên kurdên êzîdî çav bi heman siwariyê kurd ket. Ew di bîranîna xwe ya wê demê de hem behsa mêvanperweriya kurdan dike û hem jî tîne zimên ku heman siwariyê kurd ji bo wî careke din hunera xwe ya siwarîbûnê pêşkêş kiriye. August Freiherr von Haxthausenê ser vê bîranîna xwe ya di derbarê wî siwariyê kurd de wisa dibêje: “Ev, ew kurdê ku li Warşowa û li ba Kaliszê bi xwe bû; yê ku ji ber hunera wî ya siwarî ya balkêş di gelek rojnameyan de behsa wî hatibû kirin. Di dema xatirxwestinê de wî careke din hunera xwe ya siwarî ya balkêş pêşkêşî me kir...”
Niha jî pesindana medyaya ewropî ya lehengên kurd ên li Kobanî li ber xwe didin ji mînaka li jor ne dûr e. Lê vê carê guhertinek heye; Serkêşiya jinên kurd ên di vê berxwedanê de gotina “Brave Kurds” bi watetir dike…
Bi rojan e kurd li welatên Ewropayê û bi taybetî li Almanya ji bo berxwedana YPG’ê ya li Kobanî li ser lingan in. Raya giştî ya ewropî û medya sempatiya xwe nîşanî kurd û berxwedana Kobanî didin. Polîsên van welatan di birêveçûna van çalakiyan de hevkariyeke ew qas baş dikin ku kurd bi xwe jî ecêbmayî dimînin. Takekesên kurd bi xwe jî rojane dibin şahidên wê yekê ku cîran, hevalên wan ên kar û kesên li rêya wan diqezidin yên ewropî êdî bi çavekî mezin li wan dinêrin û bi awayekî din nêzîkî wan dibin.
Ev guhertin hemû encama berxwedana lehengên kurd ên li Kobanî ye. Berxwedana wan nêrîna civakên ewropî ya ser kurdan da guherandin.
Eger sazî û rêxistinên kurdên li Ewropayê bikaribin vê atmosfera bêhempa ya afirî baş bi kar bînîn, dê êdî gelek pirsgirêkên siyasî û civakî yên kurdên li van welatan werin mînîmalîzekirin. Ev yek jî êdî di destê rêvebir û kadroyên sazî û rêxistinên kurdan ên li Ewropayê de ye…
Ji ber van egeran divê kurd rê nedin provakasyon û provakatorên ku bibin sedema xerabûna vê atmosfera erênî. Bi taybetî jî divê rê li pêşiya ciwanên xwîngerm ên bi armanca balkişhandina ser Kobanî serî li rêbazên dijyasayî didin were girtin. Keda lehengên kurd ên li Kobanî destanê dinivîsin divê li Ewropayê bi erdê de neyê rijandin.


