Diyarname
Mebûsê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier bi "Pêşniyarnameya ji bo Zagona Mafê Perwerdehiya Bi Zimanê Zikmakî" serî li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê da lê Meclisê "Zimanê dewletê bi tirkî ye" daxwaza Taşçier red kir.
Mebûsê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier serî li meclisê dabû, Serokê Meclisê Mustafa Şentop ê AKP'yî bi nivîskî bersiva Taşçier da Şentop bal kişand ser Xala 3'yemîn a Zagona Bingehîn (Dewleta Tirkiyeyê bi welat û miletê xwe yek e û nayê parçekirin. Zimanê wê tirkî ye) û diyar kir ku ev xal nayê guhartin, ji bo guhartina wê pêşniyar jî nayê kirin. Şentop di bersiva xwe de li ser xala 42'yan a Zagona Bingehîn jî sekiniye û wisa gotiye, "Ji bilî zimanê tirkî tu ziman di saziyên perwerdehî û hîndekariyê de ji bo hemwelatiyên Tirkiyeyê nayên bikaranîn. Di vê çarçoveyê de ev daxwaza we nayê bicihanîn."
Li aliyê din Mebûs Taşçier di pêşniyarnameya xwe de bal kişandibû ser Peymana Mafên Siyayî û Hemdemî yên Navneteweyî, Peymana Zarokan, Peymana UNESCO'yê ya Di Perwerdehiyê de Dijî Cudakariyê, Belgeya Civîna Konferansa Kopenhangî ya Rewşa Mirovî a THEE'yê (Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê), Danezana Mafên Kesên Kêmare ya Olî, Zimanî, Kêmareyî ya Neteweyên Yekbûyî, Peymana Parastina Kêmareyan Neteweyan. Taşçier bi van bal kişandibû ser mafên perwerdehiya bi zimanê zikmakî û li aliyê din bal kişandibû ser welatên wekî Fransa, Îtalya, Fînlandiya û Yewnanistanê û gelek welat^ne Ewropayê ku di serî de zimanê zikmakî, mafên çandî diparêzin.
Mebûs Taşçier wisa gotibû, "Li Herêma Federe ya Kurdistana IRaqê zimanê kurdî û erebî fermî ye û bi wan perwerdehiyî tê dayîn. Li aliyê din li Spanya, Swîsre, Kanada, Belçîka, Çîn, Hindistan, Komara Afrîkayê jî di nav de li gelek welatan li gor demokrasiya modern zimanên herêmî bêyî di bin bandora zimanê serdest de bihêlin xweseriya perwerdehiya bi zimanê zikmakî qebûl kirine." Taşçier gotibû ku qebûlkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bingeha civaka demokratîk e.


