Diyarname
Îro Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Îro roja derketina rojnameya Kurdistanê ye.
Di 22'yê avrêla 1898'an de dest bi weşana xwe kir yekem rojnameya kurdan bi navê Kurdistan. Kurdistana ku ji aliyê Mîthed Mîqdad Bedirxan ve hat derxistin bingeha rojnamegeriya kurdî avêt. Û di vê rojê de em wekî rojnamegerên kurd vê rojê pîroz dikin.
Li ser navê malperê jî em roja hemû rojnamegerên kurd pîroz dikin û li ber Bedirxanê gorbihuşt serê xwe ditewînin.