Li şaredarên Amedê ji ber ku broşûreke li ser paqijiyê bi kurdî derxistine doz hate vekirin (1) . Lê belê li welatên Ewropayê li sedan bajar û herêman broşûr û belavokên di der barê paqijiyê de bi tirkî têne weşandin û ev yek nabin sedemên dozvekirinê.
Şaredarê Amedê Osman Baydemîr û şaredara bajaroka Baglarê Yurdusev Ozsokmenler bi doza nû re rû bi rû ne. Ev doz jî dozeke hem komedî û hem jî trajedî ye. Ev doz dîsa nîşan dide ku Erdogan hem li Almanyayê derew kirine û hem jî derew li rêzdar Sezgîn Tanrikulu kirine.
Li Ewopayê jî şaredarî her dem di nava hewldana hişyarkirina gel a di der barê paqijî û çopjihevgirtinê de ne. Ji ber van egeran bi dehan şaredarî broşûrên bi zimanên cure û yên tirkî li nava gel belav dikin. Ka em vêce berê xwe bidin broşûrên bi zimanê tirkî yên li Ewropayê doz li wan nayê vekirin:
Bajarê Karlsruhe bajerekê li eyaleta Baden Würtenberg e, futbolhez ji ber tîma wê ya futbolê wê ji nêz ve nas dikin. Li Karlsruhe jî ji gelek neteweyan mirov dijîn. Şaredariya Karlsruhe jî ji bo paqijbûna bajêr broşûreke bi zimanê tirkî deraniye(2). Hêjayî gotinê ye ku şaredarê bajarê Karlsruhe ji partiya Filehên Demokrat e (CDU) û ew li dijî ketina Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ne.
Bajarê Mannheimê ku di destê Partiya Demokratên Sosyal (SPD) de ye, metrepoleke mezin a Almanyayê ye. Metrepola ku hejmara şêniyên wê 310 hezar e, bi heman şêweyî broşûreke bi tirkî deraniye(3) .
Şaredarê bajarê Freiburgê ji Partiya Keskan e (Die Grunen). Ev bajar bi zanîngeha xwe tê nasîn. Wan jî ji bo her kes di der barê ji hev cudakirina jibermayiyan û paqijiyê serî li heman rêbazî daye (4) .
Em dikarin hê bi dehan bajaran mînak bidin lê belê ez bawer dikim ev mînak bes in. Li jor jî diyar dibe ku problema tu partiyan bi zimanên biyanî re tune ye û ew di nava hewldana têgihiştina hemû mirovên di derbarê babatê de ne.
Li Swîsreyê jî rewş ji Almanyayê ne cihê ye. Digel piraniya kantonan, kantona Aargauyê jî broşûreke bi tirkî ji bo kesên bi tirkî dizanin weşandiye (5) .
Ez dixwazim nimûneya dawî ji Avusturyayê (Nemsa) bidim; Eyaleta Steiermarkê bi awayekî fermî bi heman mebestê broşûrek deraniye û bêguman vê broşûrê jî zerar nedaye 'yekîtiya vî welatî' û tu kesî jî ji wan re negotiye ku wan çima mesrefeke 'vale' kirine." (6)
Ez nizanim ka parêzerên rêzdaran Osman Baydemîr û Yurdusev Ozsokmenler wê mînakên wisa ji bo parastina dozê bikar bînin an na lê belê ev mînak careke din durûtiya Tayyip Erdogan diraxînin berçavan.
Ez dîsa wekî encam dixwazim bi hevoka dawiyê ya nivîsa xwe ya bi sernivîsa „Kî derewan dike?...“ dawiyê li nivîsa vê quncikê ya vê carê bînim :
„ Miqayesekirina tirkên li Almanyayê û kurdên li Tirkiyeyê / Kurdistanê tiştike zêde çewt e. Ewder axa kurdan e û li ser axa xwe dijîn. Tirkên li Almanyayê ji ber kar hatine û ne xelkê vî welatî ne. Digel vê yekê jî bi mînakên li jor xweş tê dîtin ku mafê tirkên li Almanyayê deh qat ji yên kurdên Tirkiyeyê / Kurdistanê zêdetir e.“


