Li Almanyayê roja yekşemê dîsa hilbijartin heye. Digel hejmara bilind a kurdan a li Almanyayê jî, dîsa kurdekî di nava partiyên alman de bûbe namzet nîn e.
Me heta niha siyasetmedar û partiyên alman ji bo nenîşandana namzetiya kurdan rexne dikir. Em bi taybetî bi nehilbijartina Feleknas Uca û ya Songul Karabulut ya PE’yê aciz bûn.
Lê ka em vê carê li aliyê din yê meseleyê binêrin;
Gelo ka muhatabên meseleyê bi xwe li ser vê yekê difikirin û di dîtinên xwe de çiqasî mafdar in?
Dema mirov li arşîva pirsnameyên li ser kurdan yên ji hikumeta alman hatiye kirin binêre, mirov bi piranî pêrgî navê Ulla Jelpke tê...
Yanî Jelpke siyasetvaneke ku herî zêde xwe di ber kurdan de êşandiye...
Jelpke niha Berdevka Karê Hundir ya Partiya Die Linke ye. Ew li ser nehilbijartina Uca û Karabulut û her wiha nêzîkbûna kurdan a babetê di hejmara 8’emîn a rojnameya Rûdawê ya çapa Ewropayê de wiha dibêje:
“Ez jî dixwazim rexnekî bikim. Gelek kes di nava kurdan de Feleknasê dinasin û Feleknasê jî ji bo kurdan xebateke baş kir. Lê belê Feleknas xwe di nava almanan de neda naskirin. Di nava partiya me bi xwe de hê hinek wê nas nakin. Diviyabû profileke taybet ya Feleknas di nava Almanan de hebûya. Dema li ser pirsgirêka kurd tê axaftin, dîrekt ez tême bîra almanan. Partiya me xwest piştî Feleknasê, Songul Karabulut bixe parlamentoyê lê dem pir kurt bû. Hem kêmasiyên me û hem jî yên rêxistinên kurdan çêbûn. Pêwîst e mirov ji bo tiştên wisa zû dest bi xebatê bike...”
Ev dîtinên siyasetmedareke alman e...
Vêce ka em li dîtinên bi heman siyasetmedareke alman ya esilkurd binêrin;
Hêlîn Evrîm Baba ku ji Partiya Die Linke parlamentera eyaleta Berlînê ye, di hejmara 10’emîn a heman rojnameyê de balê dikişîne ser heman babetê û gotinên Ulla Jelpke dubare dike: “Kurdên ku di partiyên alman de xebata siyasî dimeşînin, dema têne hilbijartin, tenê bi pirsgirêka kurd re mijûl dibin û xebata ji bo civaka alman ji bîr dikin. Ev yek dibe sedem ku careke din neyên hilbijartin...”


