Li dû Kurmanciya MAHABADê
Ey Xwe-hêêê...ber û bejna Kurmanciya Xwe... Guherî vebêj -lê ne dev! Vebêjê ku te zilindir bi zimên da, li serçimkê darberûyê. Va vêca Hechecikê dest bi xwendinê kir; xwendina guhertoyê -ku wê guherto jî wekî ku ayet û lewhe û çîrokê bi devê te bêt Vegotin!
Li atlasa hevrîşim di mistê de te redakte dike -bi Kurmancî! Tu û Kurmancî du dil -du dil dibêjim, wekî ku du hêlên ayetê bêtin zar, lê bi devekî -erê tam wilo û dîsa bi Kurmancî! Lew ji devekî û bi Kurmancî lê bûn hemû ayet -berî ku ji qerqeşunê safî bibin sûre!
“Kat bikin vê, binivîsin katibno, ne dû re lê a niha lê bikin; bêhna axê tê -safî safî bêhna rewayê! Belkî ji der û ji devê min belkî jî... vê jî veguhêzin ser kaxizê, vê jî -lê rewan rewan û bi Kurmancî!..”
Leheng e devê te -têl bi tilî-lî kiriye. Guherto hilnayê di devê te de -û Kurmancî ne jî! Dor daye hechecikê, lê diajo wilo bedew bedew -bi îmla û kêşe hû dike toza gulan -toza gulanan!
Zemên kir ku bide terka çîrokê -ayeta berê! Eyan e, tozê neda terka werzê -û ne jî baranan hêlan bêwerz porê te yê Kurmanc, Xwehê! Ê zemên fort e -xure xure. Belê tu danişe li berê guhertoyê -an li kaviye royê û bi Rû bike beriyê, berî hingurê!
Ji bilî mohrê, kitim e sînor û bayê sor -li Vê dûzê. û ayet Zê, bor e Kurmancî, bi feratî tê dizê -duserî, ji serê zimanê te ta bi keviyên “nêz”ê. Kitekit di bin Zimanê te’d veşirtiye -an kolayî li koka çinarê, li berdilka beriyê -bêxwezî Xwehê, bêxwezî hey bira w’eze!.


