WAN
Li Wanê ji bo Rojava kampanyayek hate dest pê kirin ku bi 3 cureyan mirov dikarin beşdar bibin.
Koordînasyona Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava û Şengalê, ji bo gelê Kobanê û Şengalê yên rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin starta kampanyaya alîkariyê dan.
Têkildarî kampanyayê li ber avahiya DBP’ê ku daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn, Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Nazmî Gur, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Mîraz Çalli, Alîkarê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr Metîn Alma û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
Alîkarê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Metîn Alma ku daxuyanî da got, "Wanî timî bi gelê Kobanê û Şengalê re di nav piştevaniyê de bûn.” Alma diyar kir ku di encama civîna ku bi koordînasyonê re kirine, li ser 3 kampanyayan biryar wergirtine û wiha dewam kir, “Kampanyaya pereyan a her kes dikarê beşdar bibe, kampanyaya xurekan a gund bi gund, mal bi mal, tax bi tax wê bê komkirin û kampanyaya ji bo protezên di tedawiya welatiyên birîndar de bên bikaranîn.”