li dû Ayeta MAHABAD’ê
Xwehê, Îşaret î tu, şayesa lal lal, û têhn û eşq î mişt mişt, ku îro mişext e li Mista benîadem. Bi hêwirze û bê elîfbêtk, ji dêlindêza herfê –wekî ku qelb lêlê!
Û qest e eşq ey Xweh, qesta qelb e -tu çê dizanî ez çêlî çi dikim! Menzîl e qelb, duhêl li Îşaretê dide der. Û rastî ye, dev -ê te, dixwîne li du guhan -ji Mishefa dêrîn e!
Li rûhêleke Mishefê:
“Û Îşaret bi qelşa li Qelb kir -valahiya Ayetê. Pakepak bi şîr şuşt, kuşt kêma devê qelşê. Du berû kuta di kevirê veroştî de, dilopek zilindir û du rondik niqutand ser. Stra stra û bêhn kir, û bi dora devê qelşê da, û kêlimî; hû bikinê, hû bikinê, bela sar nebe qelş!..” nivîsiye.
Û lahît e jî devê te. Û duavebêj e ji Mishefê zarê Zemanî; du kêrên kalanî, du xencerên dudev e ku qam dikin zengelorka Bûraq. Û di guhê Beriyê de raza bê ye kurtepista te, û leylan e Binûsra, naziriye hafa Midyadê.
Di Mishefê de, li binê rûpela heftan ev wekî ku Nîşe wilo hatiye danîn:
“Li Midyadê, li binê Darberûyê, cara ewil Ayet ji devê wê hate Vegotin. Û ewil kevir bihîst, pê re jî heft katiban! Her katibekî ev Vegotin heft caran ezber kirin. Paşê veguhestin ser kaxizê, bi devê Zemên -şil û zuha!”
Û li Îro Xwehê, xubarî ne Ayet, nayêne xwendin -nayêne xwendin gulîbirrê, ku neyê şeh kirin porê te bi ser de -porê te xewa vebêj!