Diyarname
Şêx Mehmûd Berzencî (Bi navê din Şêx Mehmûdê Hefîd) ku ji gelek aliyan ve di nav dîroka kurdî de tê nîqaş kirin ku hin qala aliyên wî yên neyînî dikin û hin qala meziniya wî. Niha pirtûkeke nû li ser wî hat weşandin. Pirtûka bi navê "Endîşeyek azad û ezmûnek azadîxwaz" ji aliyê Şêx Fûad Berzencî ve hatiye nivisandin.
Li bajarê Silêmanî bi merasimeke danasîna pirtûkê hat kirin. Li gor nûçeya Rojnewsê neviyên Şêx Mehmûdê Hefîd, gelek nivîskar û kesayet beşdarî merasimê bûn.
Di pirtûkê de behsa jiyan, têkoşîn û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd a li dijî îngilîzan tê kirin.
Di merasîmê de Pişko Tahir behsa naveroka pirtûkê kir. Piştre jî nivîskarê pirtûkê got, divê hîn zêdetir li ser xebat û têkoşîna Şêx Mehmûdê Hefîd lêkolîn werin kirin.