logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin
  2. Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê
  3. Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye
  4. Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî
  5. Gotûbêja li ser 'Kurdnasiyê'

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Tundiya Katjimêran

  • Dîrok: 05/10/2020
Cesar VALLEJO

Temam mirin.
Mirî, Doña Antonia, ku li navçeya dewixî nanê erzan dipat.
Mirî, Santîagoyê keşîş, yê ku silavtêvedana keç û xortan ew şa dikir û çawalêhato silava tevan yek bi yek lê vedigerand:
"Rojbaş, Jose! Rojbaş, Maria!"
Mirî, ev terr û cana kej, Carlota, yetamekî çend mehî jê ma, ku ew yetam jî heşteyekê piştî mirina dê, mir.
Mirî, xaltiya min Albina, ku ji dewrên berê ve strangotin jê re ‘edet bû; li hêwanê, di ber dirûna cilûbergên modaya berê re, ku li hev difesiland ji bo navmaliya xwe, jina nestêle, Isadora.
Mirî, mêrikê bi çavkî, yê ku ji ber min navê wî lê diteriqî, yê ku li ber tava sibehê bi xew ve diçû û li pêşberî devê deriyê sefarê li serê koşê, rûdinişt.
Mirî, Rayo, kûçikê ku girs bû mîna min, bi guleyekê bû berate ku kes nizane ji ku ve hat û çawa lê ket.
Mirî, Lucas, bûrayê min bû, û hingê li hafa bendan tê bîra min baran dibariya, vêga, tu kesê ku hunkufê min be nema.
Mirî, diya min, a di devançeya min de, xweha min a di kulma min de û birayê min ê di hinavlebatên min ê bi xwîn de; 
her sê jî di Tebaxên salên li dû hev de, li daxbariyeke kêmbîna pev gihan. 
Mirî, Mendezê muzîkjen, girs û tim serxweş, ku di klarneta wî de toccata*yên melankolîk li hev di’edilîn, li kovika mirîşkên taxa min a ku berî ro here ava mirîşk lê diçûn lûsê.
Mirî, abadîniya min, a ku îro ez ketime dîdara wê.

*Toccata yan jî Fuga: Cure-stranek e ku bi rîtmek diyar û bi rêkûpêk ji bo klavyeyê tê nivîsandin.
 

ji fransî: yeqîn h.

***

*CESAR VALLEJO, ango bi navê xwe yê din César Abraham Vallejo Mendoza, nivîskar û helbestkarekî karîger ê Perûyî ye. 16 adara 1892’yan li li bakurê Perûyê, li bajarê Santiago de Chucoyê, li gundekî biçûk ê çiyayên Andê çêbûye. Ji malbateke ku bi‘esil binecih-îspanyol e. Di salên ciwaniyê de pêwendî ligel helbestê daniye.

Dad û wêje xwendiye, çend caran dev ji xwendinê berdaye û dîsa lê vegeriyaye. Di 1915’an de di beşa wêjeya îspanyolî de lisansa bilind xwendiye. Di 1921’ê de li Trujilloyê, wexteke kurt di girtîgehê de maye. Di 1923’yan de koçî Parîsê kiriye û heta bi mirina xwe li Parîsê niştecih maye. Karê rojnamegeriyê jî têde gelek kiriye. Têbiniyên gerê, gotar û lîstikên şanoyê nivîsiye. Tev li şerê navxweyî yê Îspanyayê bûye û pêwendiyeke wî ya dostane bi F.Garcia Lorca, Rafael Albertî û gelek helbestkarên din re çêbûye.

César Vallejo, yek ji helbestkarên mezin yên ziman-îspanyol tê binavkirin. Wekî helbestkarê herî navdar ê Perûyê tê zanîn û her wiha yek ji nûjenparêzê welatên Amerîkaya Latîn ê sedsala 20’an e.

Temayên helbestên wî bêtir mijarên civakî yên wekî bindestî, newekhevî, mirin, êş, kêm be jî evîn û helbet Parîsa ku lê miriye ye! 

Bêtir bi îspanyolî û kêmtir be jî bi fransî nivîsiye.

César Vallejo, 15’ê Nîsana 1938’an, rojeke înê (ne pencşemê!) ya bi şilî li Parîsa Fransayê miriye û navê wî piştî mirina wî deng daye!

Hin berhemên wî:

- Los Heraldos Negros/Peyamnêrên Resiyê: 1919, Helbest

- Trilce: 1922, Helbest

- Tungsten: 1931, Roman 

- Poèmes Humains/Helbestên Însên: 1939(P.M.), Helbest

- Poésie Complète/Hemû Berhem: 1965 (P.M.), Helbest


Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me yeqîn h. ji du hefteyan carek helbestek, an pexşanek Cesar Vallejo werdigerîne û di quncikê xwe de pêşkêşî we bike. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Xweha Beriyê

  • 05 Tîrmeh 2009

Li dû beriya MAHABADêXweha beriyê, vêga defterê didim hêlekê -ku pelgekî darberûyê li ser berga wê! Deftera ku lewheya ewil vala -ku min ew lewhe dagirt bi...

Sivikrexne-nivîsek: Li Ser Pêşbirka Wêjeyê Ya Huseyîn Çelebî

  • 23 Sermawez 2012

Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK) li Almanya, îsal 20’emîn Pêşbaziya Wêjeyê ya li ser navê pakrewanê kurd Huseyîn Çelebî li dar xist. 20...

Xweha Sêdarê

  • 06 Berfanbar 2008

 Li dû Sêdara MAHABAD’êXweha Sêdarê, zarê min ketiye tevzê. Hûrik hûrik dinehwirîne û wiha jî nermik Zêmara ji ben vebûyî. Ez...

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Dengbêj Silêmanê Şirnexî merd

ad

Berendamên Siyadê: ‘Tereddut Çizgisi’ û ‘Yurt’ li pêş in

ad

Li Bakur hejmara kurdên di bûyeran de hatin kuştin derket 10'an

ad

Tabloy Roy Lichtenstein bi 46,2 mîlyon dolarî hame rotişî

ad

Fûara Pirtûkan, weşanxaneyên kurdî yên beşdar dibin û nabin diyar bûn

ad

Bi kurdî kovareke wergerê: TABULARASA derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

  • 19 07 2026
news

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

  • 19 07 2026
news

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

  • 19 07 2026
news

Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

  • 20 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname