Nivîskar Berken Bereh pirsên Diyarnameyê yên li ser pirs û pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî bersivandin:
***
- Tu berhema xwe di kîjan şert û mercan de diafirînî?
Wekî gelek hevalan gotî ez jî di ber kar û barê xwe re nivîskariya xwe berdewam dikim. Lê ji roja ewil û heta îro min tim bi qasî karê xwe nirx û rûmetek daye helbestkariya xwe. Ji bilî rojên awarte, her şev ez du-sê saetan bi nivîskariya xwe re mijûlim. Bêhtir ev dema min ji xwendinê re ye. Hinek şevan yek peyv bi tenê jî nanivîsim. Lê bawerke ku di nav nivînan de jî têra xwe li ser nivîskariya xwe difikirim û dihizirim. Helbet di civateke ku tu qedr û qîmetê nade wêjeyê, ev kar wekî bareke giran e li ser milê min. Li hêla din, hê jî kurmancîaxaftin wekî kesê/a gundî tê dîtin. Her ku diçe ev zimanê spehî ji bazarê tê rakirin. Lewre her rist an hevoka ku dinivîsim dixwazim wê ya bi kesina re par ve bikim û çêj û tam û bandora wê ya li ser wî/wê kesî bizanibim. Lê mixabin hê huner û berhemên hunerî wekî pêdiviyeke takekesane a kulturî di nav kurdan de bi cih ne bû ye. Ji ber vê jî ez û nivîsên xwe heta li derekê were weşandin bi tena serê xwe ne. Kesên li derdora min jî mixabin di heman rewşê de ne, ev jî berhemdariya min bi sînor dikin. Ji dêvla moralê, dest bi pend û şîretan dikin ku çima ez enerjiya xwe li
ser tiştine din serf nakim.
- Di dema afirandina berhemê de pirs û pirsgirêkên te yên sereke çi ne?
Bêhtir di derengiya şevê de ez dest bi xebata xwe dikim ku wê hingê her kes di xew de ye. Ji bilî min ne kes û ne jî tu deng nîn e. Berî ku ez dest bi berhema xwe bikim, bi rojan ez amadehiya wê dikim. Ji bo vê jî dem ne girîng e. Her di berîka min de kaxez û pênûs heye, dîmenek, gotinek pêşiyan, bûyerek an tişteke ku bala min bikêşe, di heman demê de wekî notek dinivîsim. Paşê wana gişan di komputerê de qeyd dikim. Kengî pêdiviya min pê çêbû wan ji wir digirim. Ez miroveke pirr meraqdarim. Ji dîrokê bigire, erdnîgarî, felsefe û heta jiyana masiyan, giya û kulîlkan…bala min dikêşin.
- Tu dikarî bi rehetî berhema xwe bidî çapkirin?
Na. Ji bo min pirsgirêka herî mezin çapkirina pirtûkê ye. Weşangerên me bi pereyan pirtûkan çap dikin. Ez jî, çapkirina pirtûkê a bi pereyan, tişteke ne li rê dibînim.
- Ku te dabe çapkirin, te bi weşanxaneyê re peymaneke çawa çêkiriye?
Belê ji bo pirtûka dawiyê min peymanek çêkir. Di peymanê de mafê telîfa min dihate parastin, lê şert û mercên weşanxaneyê pir giran bûn ji bo îro.
- Weşanger çi ji te xwest û çi da te ji bo çapkirinê?
Ji bo her du pirtûkên ewil weşanger tu tişt ji min nexwest lê min wekî dostekî di belavkirina pirtûkan de bi gor qeweta xwe bar hilgirte ser xwe û min alîkarî dayê. Ev alîkarî ne ji bo pirtûka min, her wiha ji bo pirtûkên nivîskarên me û min ev bar bi awayek baş bi rêvebir. Bi vê alîkariyê çend hevalên me karîn kitêba xwe bê pere bidine çap kirin.
- Te heqê telîfê stend an na?
Belê. Ji pirtûkên min sedî deh wekî telîf weşanger da min.
- Weşanxaneya ku pirtûka te çap kir, bi qasî ku heq dike qîmet da berhema te yan na?
Na. Yek ji pirsgirêka sereke ji bo me jî ev e. Weşanger tenê pirtûkê çap dike û hew. Ew piştî gihîşt heqê xwe, êdî tu tişt ne xema wî ye. Bi ya min divê ev bêwijdanî û keysparêzî nebe.
- Berhem baş hate belavkirin yan na?(li cem hemû pirtûkfiroşên navendî peyda dibe yan na?)
Ez baş nizanim.
- Bi têra xwe reklam hate çêkirin, weşanger ji bo danasandin û reklamê berpirsiyariya xwe bi cih anî yan na?
Na.
- Ji bo te qet şevên xwendinê yan jî 'roja îmzeyê' hate çêkirin?
J
i alî weşanger ve na. Lê sazî û dezgehên me gelek caran ji bo min bername amade kirine, an ez vexwendime fistîvalan.
- Bi te weşangerên kurd di warê edîtorî û redaksiyonê de berpirsiyariya xwe bi cih tînin an na? Heke tu bawer dikî bi cih naynin, tu dikarî çend mînakan bidî? Lazim e ku çi bikin, nakin?
Weşangerên me ji bazirganiyê wêdetir tu karekî din nakin. Ew tenê bi pereyê ku bikeve destê wan mijûl in.
- Tu bawer dikî sedemê kêm firotina pirtûkên kurdî weşanger in?
Ku ez gunehê kêm firotina pirtûkan têxim stûyê weşangeran ev bêwijdanî ye. Ta dor were wan gelek kes û sazî di dorê de ne. Lê helbet di vî warî de gunehkariya wan jî giran e. Min li jor jî got ku weşangerên me (bi piranî) ji bazirganiyê wêdetir karekî din nakin. Ji bo wan derdê herî mezin ka wê çiqasî pere bidestbixin. Tenê wekî nivîskar ez dikarim vê gazindê ji wan bikim; piştî pirtûk hate çap kirin, divê bi qasî dema dosye hate ber destê wan xweditiyê lê bikin.
- Ku xwendevan nebe pirtûk nayê firotin, pirtûk neyê firotin weşanger pere qezenc nake, weşanger qezenc neke pere nade nivîskar, weşanger pere nede nivîskar, nivîskar jî ji ber pirs û pirsgirêkên aborî bi têra xwe nikare ked û dema xwe bide nivîsê... Yanî bi kurtasî mesele wekî xelekên zincîrekê bi hev ve girêdayî ye... Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê çi bê kirin? Kê bike? Çawa bike?
Pirsgirêkên wêjeya me bi azadiya gelê me ve girêdayî ye. Heta wekî netewe em di vê rewşê de bin û siyaseta me ya netewî wiha be dê ev pirsgirêk berdewam bin. G. Judanîs gotiye; “Berî netewiyê û sînorên wê yê fizîkî, hişmendî û xeyaleke netewî pêk tê. Ev jî bi riya wêjeyê digihê lûtkeya herî bilind.” Vêca divê ji bo wêjeyeke netewî, her neteweperwer -ji çi çîn û tebeqê dibe bila bibe- barê dikeve ser milê wî bîne cih. Lê mixabin em ji neteweperweriyê bêhtir nirx û rûmetê didin berjewendiyên xwe yên şexsî yan jî siyaseteke teng.
- Par 110'an zêdetir pirtûkên kurdî hatin çapkirin, gelo te ji van çend heb KIRÎN? Ku te nekirîbûn çima?
Her pirtûka min karî xwe bigihînimê min kirî. Ez ji bajarên navendî dûr im û çend mehan carekê dikarim herim wan bajaran. Ji ber vê min ew giş nekirîne û nexwendine. Lê ez dikarim bibêjim ku min nîvê wan kirîne.
- Hejmara nivîskaran û berheman her diçe zêde dibe, lê hejmara xwendevanan zêde nabe, tu vê rewşê çawa dibînî?
Îro ên ku bi nivîskariya kurdî re didin û distînin, ew kesin ku di xwendina xwe de gihane radeyekê. Ango ewên ku bi kêmasî lîse qedandine û ên xwedî karekîne. Ev ji alî sosyolojîk ve tê wateya kesên birjivaziya biçûk. Kesên, wêjeyê û xwendina kitêban wekî pêdiviyeke kulturî û parçek ji heyatê dihesibînin jî ev kes in, ango birjiwaziya biçûk. Ji van jî ên ku bi hestên netewî radibin û rûdinin û rewş û teşeyekê didine jiyana xwe bêhtir dinivîsinin jî. Nexwe em dikarin wekî tespîteke sosoyolojîk bibêjin ku nivîskar û xwendevanên kurd ji heman kaniyê dizê. Vêca ev kanî çiqasî xurt be dê xwendevan jî ew qasî xurt bin. Li hêla din; tu jî baş zanî ku gelê me di van sih salan de gelek êş, azar û tahde dît. Demografiya welatê me xera bû. Li bajarên me, ji ber kapîtalîzma barbar û wehş rewşa kurdan her roj têk diçe. Niştecihên li van bajaran ji ber sedemên aboriyê, sews û gêj bûne. Ew encax dikarin jiyana xwe ya rojane berdewam bikin. Heta gelekê wan vêya jî nikarin pêk bînin. Kesên ku bi hişmendiya netewî radibin û di çalakiyan de cihê xwe digirin ev girse ye. Vêca kesê ku nikaribe jiyana xwe ya rojane bidomîne dê çawa bikare pirtûkan bikire û bixwîne. Li hêla din berhemine resen, xwedî aso û bergeheke fereh kêm in û ew jî di nav xirecira weşangweriya me de winda dibin. Ma xwendevan mecbûr in ku berhemên zewq, çêj û tameke cuda ne de wan bixwînin.
-Bi te di roja me de, -dema ku em şert, derfet û realîteya welatê kurdan jî li ber çavan bigirin-, pirsgirêkên nivîsa kurdî yên herî sereke çi ne gelo? (Yanî ji bilî pirsgirêkên mezin ên ji bêdewletiyê diqewimin…)
Rewşa başûr li ber çav e. Hinek soran li peyin ku soraniyê bikine zimanê serdest û perwerdeya bi kurmancî bê qedexekirin. Ger em bên ser rewşa me. Ziman û bikaranîna wê yek ji girîngtirîn pirsgirêk e. Lew re her nivîskarek bi gor devok û zanebûna xwe wê bikar tîne, bi gor xwe peyvan çêdike, gelek caran jî bê haya wî, qalibên zimanê serdest di nivîsa xwe de bi cih dike…hwd. Rastiyên xwe li ser her kesî ferz dike. Ya din her kes bi gorî xwe li wêjeyê dinihêre. Bi ya min ev jî ne ji ber poetîkê, lê ji ber populerbûnê dike. Ango çend nivîskarên me hebin, ew qas jî teorî, rê û rêçikên cuda hene. Hişmendî û feraseteke hevbeş tuneye. Li ser hişmendiya neteweyî bi xwe jî nelihevkirinek heye. Kes kesî rexne nake, kes kesî naecibîne. Ev hemû dibin sedem ku berhemên bêqalîte û nivîskarên plastîk li bin guhê hev bikevin.
-Hemin çareya pirsgirêkê siyasî ye, ji bilî aliyê siyasî yê têkildarî dewletan; gelo tiştên ku a niha nivîskar hem wekî şexs yek bi yek, hem jî bi giştî bi hev re, ji bo çareseriyê bikin hene yan na? Wekî mînak; di navbera nivîskaran de çêkirina yekitiyeke baş a ku nivîskarên çar parçeyan pê ve girêdayî (wekî konfederasyonekê, an jî PEN'ê) mimkun e gelo? Hebûna yekitiyeke wiha ku ji hemû hêzên kurd serbixwe be gelo dê nekare roleke baş bilîze? Hem ji bo lidarxistina hin bernameyan, hem ji bo danasandin û piştgirîdayîna nivîskaran û gelek tiştên din…
Belê wê ev yekîtî hêzeke bêhempa bide rewşenbîrî, nivîskarî, siyaset û danasîna wan. Lê bi ya min ev yekîtî jî encax di navbera saziyên kurdan ên li her parçê xwedî bandorin pêk bê. Ango ji şexsiyetan bêhtir sazî dikarin vê yekîtiyê biafirînin. Ji bo vê jî divê kurdên li her parçeyê ewil yekîtiya navxweyî pêk bînin. Ev sazî bi rêkûpêk û xwedî biryardayinê bin.
Par li Amedê Rojên Wêjeyê nehate lidarxistin; nivîskaran dengê xwe nekir. Yanî lidarxistina gelek çalakiyên wekî rojên wêjeyê û panel û semîneran maye ser daxwaza (însafa!!) şaredar û siyasetmedaran, ma ev ne tişteke xelet e? Ku şaredar/siyaset qet neke!? (Ma nivîskar di nava xwe de nikarin saziyekê çêkin û karên wiha nehîlin li benda şaredariyan! Helbet dikarin ji hemû saziyên, komele, weqf, şaredarî, an jî hikumetan piştgirî bigirin wan bikin sponsor di hêla aborî de) Bi kurtasî ma ji destê nivîskaran tu tiştek nayê gelo?
Wekî tu jî dizanî di vê mehê de li Stenbolê du bernameyên helbestê hatine li dar xistin.Yek ji wan bi destê şaredariya Stenbolê hate çêkirin. Ango projeyên wêjeyî ne tenê wêjevan lê, sazî û komele jî dikarin li dar bixin. Ger ev proje bi têra xwe bi nirxên wêjeyî û bi qelîte be xem nake. Lê wêje ji bo hin berjewendiyan bê bikaranîn û ferqiyet bixe navbera wêjevanar hingê xetere ye. Helbet sazî û dezgeyên wêjeyî van projeyan organîze bikin dê çêtir be..
- Wekî din hebin gotinên te fermo!....
Divê qiblegeha me neteweperweriya me be. Di her kêlika jiyana xwe de em bi gor vê hişmendiyê tevbigerin û jiyana xwe li ser vê bingehê saz bikin. Her wiha, divê berhema me jî li ser bermayî û kelepûra bavkalan hatibe avakirin da ku em bikaribin bibine derman ji vê birîna zor dijwar re.


