Însên ji roja ewilîn ta îro, her di nav hewldanê de ye, bi xwe “ewle” û bi jiyanê re li hev be. Bi vê mebestê hê di serdema ewil de însên, çû nêçîra xwe kir, bi xwezayê re kete nav danûstandinê, bi mirovan re şer kir, li hember qewimînên sirûştî li ber xwe da û heta jê hat ji xwe re cihekî “ewle” terxan kir û lê sitirî. Ma îro jî însên ne di heman rewşê de ye? Armanc; ziktêrkirin, domandina neslê xwe, bidestxistina pêdiviyên xwe yên şexsî. Ji bo vê jî her û her di nav lêgerînê de ye, da bi awayek xurtir xwe li vê dinyayê ragire. Aha, helbest encama vê çanda “xweragirtin”ê ye. Mirovê ewil ê têr ji şkefta xwe derket çavê xwe li xwezayê gerand, bi xumexuma robarî, bi birûskan, bi berêvara sorgewez, bi darbehîva wekî bûkekê xemilî…an bi çirûska ewil ya rojê a li spêdeyê jixweveçû û qêriya an kire hawar; Helbest, wekî helwest, çand û awayek jiyanê ji vê nalînê destpêkir. Di vê keftûlefta “xweragirtin”ê de bi hest û hêza hizirînê hisiya. Tiştine ku nekarî wan şirove bike û ji hev veçirîne payeyên pîrozahiyê li wan kir. Hêdî, hêdî bû xwedî nirx û rûmetan. Ziman bi laş û gewde bû.
Nexwe em dikarin bibêjin ku helbest berî zimên hebû. Bi demê re, zimên bi pêş ket, bi saya wê her tişteke li cîhanê bû xwedî navekê û însên bi van navgînan bergeha xwe ya vegotin û watedarkirinê bi pêş xist. Ji xwe re xênî, perestgeh çêkir, totem afirand; muzîk, wêne û peykertraşî kemilî. Bi vê peresînê ji çanda “xweragirtin”ê gihaşt qonaxa “watedarî”yê.
Nexwe em dikarin bibêjin ku helbest, sekneke li hember jiyanê. Ev sekn, pencereyeke ku hemû tiştine parzûnbûyî (ji xwe, ji hizr, raman, ji hawirdor û têkiliyên wî/wê) pak û zelal dixuye. Ango helbestvên rastiya li dorhêla xwe li moxila helbestê xist û ew raberî me kir. Bi vî awayî tixûbên zimanê xwe hilweşand û bi hêza nîgaşiya xwe tişteke cuda afirand. Bi vê helwesta xwe li rêyeke din a vegotinê rast hat; derbirîna xwe ya bi helbestê! Vê helwestê rê da ku xwe ji têgihîştîn, feraset û fehmbariyê rizgar ke û ber bi aso û dinyayeke din rêkeve. Em dizanin ku kesê ber bi cîhaneke din rêkeve ger, bi sebr, aram, berxwedêr û hay ji xwe û derdora xwe hebe dê bikare xwe veguhêze jî.
Di vê veguhaztina domdar de ger helbest bikare xwe bigihîne sînorê “berhem”ê hingê ew dibe “xweragirtin”ek hêzdar û mohra xwe li jiyanê bixe.
Sekneke helbestyane, îro bandora xwe ne tenê li cureyên wêjeyê, her wiha li ser raman, siyaset û hemû warên çandî dike. Ev hêz jî xwe dispêre veguhaztina helbestyane a berî zimên û dîrokê. Gelo ne ji ber vê pêzanîn û şiroveyê ye ku Balzac; "Xwedê helbestvane, însên tenê aktor in” gotiye.


