Ger lûlûy mensur ji nezmê tu dixwazî
Wer şi’rê Melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet
Melayê Cizîrî
Bê guman xwediyê van malikan Melayê Cizîrî ji xwe, ji bedewî û hêza afrineriya xwe hew qasî bi ewle û bawer e ku wê ya wekî rimekî hildide jor û xwe pê nav dike. Ger îro roj em vêya wekî alekê li bircên helbesta kurdî diçikînin sedem ev e ku berhemine gihane wê payeyê nehatiye nivîsîn an jî me hê ew helbestkar û berhema wî kişf nekiriye. Helbet helbesta me xwedî qadeke pir bi ber e û li wê çîmena gumreh gelek helbest û helbestvanên hêja jiyane û mohra xwe wekî maçekê bi çêj neqişandine. Lê em zanin jiyan saeteke ku her û her çerxa wê dizivire û nasekine. Bi vê herikînê jî her tişt diguhere û reng û dirûveke din digire. Ji ber ku helbestvan kesê/a herî hestyar û ê pêjnkar e, ev bizava çi sirûştî/çi bi zorê bêhtir bandorê li wî/wê dike. Ji xwe ev taybetî jî ewilîn di berhemên helbestvanan de xwe dide der.
Her çi qasî em wekî netew, bi sînorên zaliman ji hev dûr ketibin jî, helbesta me tu carî li van tixûb û kelehan asê nema, ewê her dem xwe li ser van bendavan re qevz bike û biçe li koçka dil û hişê birayê xwe bireqise.
Ma ne ev xweragirî û afirîneriye ku her xortê dil dibije nivîsê, berê mala xwe, ewilîn diçe li ber destê Baba Tahir, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran feqetiyê dike. Bê guman ev mêvandarî ye ku em gihandine vê saetê û ew şerbet e ku çêj û tehmeke daye rist, beyt û çarînên me.
Lê çawa tu benîadem nikare jiyana xwe heta dawî bi pesindayîna malbat û êla xwe bidomîne, her wiha helbesta me jî divê her berê wê li pêş û li dû peyv û ristên birqonek û mişt bi evîn be. Tenê hingê em dikarin konê xwe vedin li lûtkeyên şaristanî û modêrniyê. Lê ev nayê wê wateyê ku em bi tevayî pişta xwe bidine rabirdûya xwe, berevajî, ger ferhenga me pêşeroj be, divê pênûsa me îro û lênûska me jî rabirdûya me be.
Ji salên 90’î û vir ve di qada wêjeya me de (çi li bakur, çi li başûr, çi li Ewropa..) her livabziyek û lezek heye. Ez bi vê lezgînî û bizava wêjeyî kêxweş û serbilind im. Bi saya rojname, kovar û înternetê helbest êdî tu qeyd û bendan ranagire û bi hêsanî dikare xwe bigihîne her derî. Helbesta me jî bi vê geşedana toreyî re rabû pêdarê. Îro pêşbirkên helbestê, mîhrîcan, şevbêrkên helbest xwendinê û hwd cur bi cur çalakî tên lidarxistin. Her çiqas îro roman û çîroka kurdî li pêş dixuye jî, bi ya min helbest jî bi qasî wan û heta ji wan bêhtir di nav keft û leftekê de ye. Ez dê hewl bidim ku vê tevgera çeleng û xwedî bejn û baleke watedar, bi hurgilî şirove bikim û wan çirûskên germ û nazenîn li ser sifra helbesthezên kurd raxînim.
(Dê bidome)
***
Beşa yekem a vê nivîsê: 2008 û helbesta me


