Amadekar: Cemil Oguz
Di sala 2008'an de di nav civata çanda kurdî de gelek bûyerên girîng çêbûn. Ji fîlman heta şano, ji cihana weşanê heta windabûnan... Vane bûyerên çand û hunerî yên kurdan ên sala 2008'an:
F.Huseyîn Sagniç di 5 saliya xwe de nehat ji bîr kirin
Tevgera Ziman û Parastina Kurdî (TZPKurdî) ji bo 5'emîn salvegera mirina wêjevan û zimanzanê kurdî Feqî Huseyîn Sagniç pêşbaziya çîrok, helbest, ceribandin û fablan da destpêkirin. (Reşemî 2008)
Xelatên pêşbaziyê di 12'yê adarê de di 5'emîn salvegera wefata F. Huseyîn Sagniç de hatin belavkirin.
Ji Enfalê çîrokek evînî Herman hat kişandin
Enfala ku Sedam Huseyîn dabû dest pê kirin heta bûyera Helebçeyê dom kir. Di vê Enfalê de bi sedhezaran kurd hatin kuştin, hatin windakirin. Îsal derhêner Husên Hesen bi avê "Herman" fîlmekî li ser vê Enfalê kişand. (Reşemî 2008)
Di fîlm de ji bakur Gulbahar Kavcu û ji başûr Rêkeş Şahbaz û Herman M. Tahir wekî serlîstikvan dilîzin.
Destûr nedan galaya fîlmê bi kurdî
Fîlmê derhêner Omer Leventoglu "Zarokên Axa Qelişî" ku dê li Serêkaniyê galaya wê pêk bihata Qeymeqamê Serêkaniyê destûr neda galaya fîlm. Sedem bi kurdîbûna fîlm hate nîşandayîn. (2 reşemî)
Nameyên li xwediyên xwe digerin
Federasyona 78'an a Şoreşger pêşangeha "Ji Qawîşa Jinan a Zindana Mamakê, Piştî 26 Salan Nameyên ku li Xwediyên Xwe Digerin" li BEKSAV'ê li Stenbolê vekir. (4 Adar).
Pêşangeha ku ji nameyên jinên girtî pêk hat heta 15'ê mehê li dar bû. Pêşangeh di heman demê de li Enqere, Antalya û Edeneyê jî hate li darxistin û nameyên di pêşangehê de wekî pirtûk jî hatin çapkirin.
Girtiyên jin ku di dema derbeyê de name ji malbatên xwe re dişandin, ji aliyê berpirsên girtîgehê ve ew dihatin desteserkirin. Piştî bi dehan salan yek ji wan berpirsan li xwe mikur hat û hat ew name ragihand weqfê.
Ji çar parçeyan helbestvanên jin ên kurd hat gihîştin hev
5 helbestvanên jin ên kurd ku her yek li ser axa parçeyeke kurdan hatine dinê di çalakiyekê de hatin cem hev û helbestên xwe pêşkêş kirin.
Ji bakur Fatma Savci û Gulîzer, ji başûrê rojava Jana Seyda, ji başûr Kejal Ahmed, ji rojhilat Nahîd Huseynî di bin sernavê "Ji 4 welatan şaîrên jin ên kurd tên ba hev" de hatin cem hev û helbestên xwe pêşkêşî helbesthezan kirin. Çalakî pêşî li Amedê (19 adar), dûre jî li Stenbolê (22-23 adar) li dar ket.
Pirtûka kurdî çû meclisê lê neket pêşangehê
Midûriyeta Werger û Dokumantasyonê ya Pirtûkxaneya Meclisa Tirkiyeyê ji mebûsan re nameyeke şand û ji wan xwest ger pirtûkên wan ên çapkirî yan wergerên wan hebin ji wan re bişînin. Hate gotin ku pirtûk dê di meha gulanê de li meclisê bêne pêşkêş kirin. Li ser vê yeKê mebûsê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk pirtûka Aleksandre Soljenitsin “Rojeke îvan Denisoviç” (Weşanên Avesta) ku wergerandibû kurdî ji meclisê re şand. (avrêl)
Pêşangeha ji pirtûkên mebûsan pêkhatî li dar ket (30 avrêl) lê pirtûka Ozçelîk nexistin pêşangehê. Pêşangeh heta 30'ê gulanê li dar ma. Di pêşangehê de pirtûka mebûsê DTP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan "Bir Onur Kavgasi" (Têkoşîneke Rûmetê) ku bi tirkî ye cih girt.
Helbestvanên kurd beşdarî Festîvala Helbestan a Stenbolê bûn
Festîvala Helbestan a Navneteweyî ya Beyogluya Stenbolê îsal helbestvanên kurd kurd Şêrko Bêkes û Jana Seyda jî kirin mêvanên xwe.
Festîvala Helbestan îsal 3'yemîn car ji aliyê Tarih ve Toplum Bilimleri Enstitusu (TTBE) û Şaredariya Beyogluye ve hate li dar xistin. (22-27 avrêl) Ji salên din cihêtir festîvalê îsal derî ji bo helbestvanên kurd jî vekir.
Du lîstikên Îzgu kirin kurdî
Teatra Bakur a di bin bavê Navenda Çanda Mezopotamyayê de kar dike îsal du lîstikên şanonûs Muzaffer Îzgu wergerand kurdî û lîstin.
Lîstika yekem bi navê "Sînor" ku ji aliyê Cewad Pale ve hate wergerandin di bin derhêneriya Serhat Ertuna, bi lîstikvaniya Serhat Ertuna û Cahit Ekinci de bi kurdî hate lîstin (19 avrêl).
Lîstika duyem a Îzgu ku hate ji bo kurdî wergerandin jî "Dîwar" e. Dîwar ji aliyê Cemil Oguz ve hate wergerandin û derhêneriya wê Nazmi Kahraman kir. Di lîstikê de Omer Şahir û Îhsan Gumuşten lîst (gelawêj 2008) Lîstik li cihên wekî Stenbolê, Amed, Farqîn, Batman, Nisêbîn, Qoser û wêranşarê hate lîstin.
Wêneyên navdarên kurd derketin holê
Wênesaz Nevin Gungor Reşan portreya "Navdarên Kurd" çêkir û di pêşangehê de bi cih kir (27 avrêl). Di pêşangehê de portreya 110 navdarên kurd hebûn. Di nav wan de portreya mezinên kurdan ên wekî Mîr Bedirxan, Mela Ehmedê Xasî ku ber^epartreyên wan nehatibû çêkirin, her wiha yên kesên wekî Halit Begê Cibrî, Cegerxwîn, Dr. Evdirehman Qasimlo, Dr. Şivan, Eliyê Ûnis, Eyşe Şan, Faik Bucak, Heciyê Cindî, Goran, Îhsan Nurî Paşa, Mazlum Dogan, Mehmet Uzun, Zekiye Alkan, Vedat Aydin jî hebû.
Ev portre di heman demê de wekî pirtûkekê hatin çapkirin. (Weşanên Dozê)
Çarînên Melayê Cizîrî bûn tablo
Enstîtuya Kelepûrî Kurdî ya Dihokê, bi sernavê "Hest û Astên Pîroz" pêşangeheke wêneyên ji helbestên Melayê Cizîrî hatin çêkirin pêşkêş kir (11-12 gulan)
Tablo ji aliyê şêwekar Gidyano Elîko ve hatine çêkirin ku her yek jê li ser çarîneke Melayê Cizîrî bûn. Ev pêşangeha ku ji 25 tabloyan pêk hat li bajaroka Amêdiyê li Hola Sentera Rewşenbîriyê li dar ket.
Aramê Dîkran hat Amedê
Hunermendê navdar Aramê Dîkran îsal yekem car di çarçoveya Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê de hat Amedê. Dîkran li Amedê derket ser dikê, strana "Rojbaş Diyarbekir" bi gotina "Min bêriya te kiriye Amed" coş da temaşevanan (1 pûşper).
Dîkran piştî Amedê li cihên wekî Batman, Stenbol û cihên din jî konser da.
Sempozyûma Navneteweyî ya Ehmedê Xanî
Di çarçoveya 8'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê de Sempozyûma Navneteweyî ya Ehmedê Xanî jî li dar ket. Gelek kesên pispor beşdarî konferansê bûn, gotarên xwe yên li ser Ehmedê Xanî û berhemên wî pêşkêş kirin. (30-31 gulan)
Dengbêj û rockvan li ser heman dikê bûn
Li dinyayê yekemîn car dengbêjên kurd û rockvan li heman sahneyê bi hev re striyan. Bi hevkariya Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) û Newyork Produksiyonê dengbêjên ciwan Mihemedê Serhedî, Mem Bazîd û Koma Story Boks û Jon Simpson hatin cem hev û konsereke pêşkêş kirin (5 tîrmeh).
Piştî konsera ku bi coş derbas bû de yek ji rockvanan Jon li ser dengbêjî wisa got: "Bi ya min ev muzîk gelek bi heyecan e, heta niha min tişteke wisa nebihîstibû. Di dema klam gotinê de hesta ku lê bar dikin gelek tesîr li min kir û ez hestiyar bûm."
Konferans: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehî û hûndekarî
1'emîn Konferansa Hîndekarî û Perwerdehiya Kurdî li dar ket (4-6 tîrmeh). Encamnameya konferansê hate eşkerekirin û wisa hate gotin: "Divê kurdî bibe zimanê perwerdehî û hîndekariyê." Konferansê hin bangên din jî kirin.
Bedirxaniyeke vegeriya ser axa xwe
Yek ji mêvanên 2'yemîn Rojên Çand û Hunerê yên Cizîrê torikete Bedirxaniyan bû. Sînem Bedirxan ku keça Celadet Bedirxan e beşdarî festîvalê bû. Bi vî awayî piştî koça malbata Bedirxaniyan yeke Bedirxanî vegeriya ser axa xwe. (22 gelawêj).
Sînem Bedirxan wisa got: "Bavê min Celadet ez hê 5-6 salî bûm dema ez dibirim dibistanê her digot, 'Keça min em ji Cizîrê ne, ji malbata Bedirxaniyan in û welatê me Kurdistan e. Vê qet ji bîr neke.' Di zarokatiyê de hefteyê helbesteke Cegerxwîn bi min dida jiberkirin. Helbet ez zarok bûm, ji min re wekî tiştek acizî dixuya. Lê piştî salan min fêdeya wê dît. Ji bo vê yekê ez bangî dê û bavên kurd dikim perwerdehiya bingehîn li malê dest pe dike. Bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin, çanda kurdî bidin jiyandin."
Mamosteyên NÇM'yî: Emê bi kurdî dersên xwe li dar bixin
Mamosteyên Navenda Çanda Mezopotamyayê ku di warê şano, folklor, tembûrê de dersê didin piştî civîna xwe ya du rojan (6-7 rezber) biryar girtin: Emê êdî hemû dersên xwe bi kurdî bidin.
‘Kî Zane’ dest pê kir
Pêşbaziya bi navê 'Kî Zane?' ji aliyê stand-upkarê kurd Murat Batgî hate kişandin. Pêşbaziya ku ji bo Gun Tv (Li Amedê û derdora wê weşanê dike) hate kişandin wekî yekemîn pêşbaziya ku li bakur bi kurdî ji bo televîzyonekê hatiye kişandin hat nîşandayîn. (Rezber)
Pêşbaziya ku weşandina wê 15 hefteyan dom kir de serê salê beşa wê ya dawî dê bê nîşandayîn.
'Fotogafê 17'emîn' ê Mehmed Uzun
Di yekemîn salvegera wefata Mehmet Uzun de belgefîlmekî bi navê 'On Yedinci Fotograf' (Fotografê Hidevmîn) hat kişandin. (13 kewçêr)Belgefîlmê ku ji aliyê Mezzfilm ve hatiye kişandin derhêneriya wî Sibel Yigittekin kiriye û bi sê zimanan hatiye kişandin.
Albuma ji Medreseyan Heta Îro Muzîka Kurdî
Heta niha li ser muzÎka medreseyan zêde xebat nehatine kirin. Li Amedê di ben beşa Midûriyeta Tûrîzm û Çandê de proje 'Ji Medreseya Heta Îro Muzîka Kurdî" hate li darxistin. Albuma ku li ser vê yekê hatiye çêkirin bi hevkariya Koroya Gel û Alî Aktaş derketiye holê (17 tewçêr)
Sempozyûma Seyfuddîn Amîdî ya Navneteweyî
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo nivîskarê amedî yê navdar Seyfuddîn Amîdî "Sempozyûma Seyfuddîn Amîdî ya Navneteweyî" li dar xist (26 rezber).
Amîdî ku 600 sal berê jiyabû careke din bi sempozyûmê bû mêvanê Amedê. Di sempozyumê de 33 gotar hatin pêşkêş kirin, hate tesbîtkirin ku li pirtûkxaneyên li dinyayê û li Tirkiyeyê de bêhjmar pirtûkên wî hene.
Akademiya Fransiz xelat da helbestvanekî kurd
Akademiya Fransiz xelata Théophile Gautier a 2008'an ji ber berhema wî 'Juste un pont sans feu' da helbestvanekî kurd Şeyhmus Dagtekin. (Dagtekîn di 22'yê sermawezê de xelata xwe girt)
Hinat Selîm hat xelatkirin
Di 25'emîn Festîvala Çiyayê Autrans a Navneteweyî ku li Fransayê lidar ket de derhênerê kurd Hinar Selîm bi fîlmê xwe "Vodka Lemon" xelat girt (30 sermawez)
Derhênera kurd Cîhanê xelat girt
Li Festîvala Fîlman a Calabria ya Îtalyayê de derhênera kurd a ji rojhilat Şîrîn Cîhanî bi fîlmê xwe "Stêrkên Welatê Min" xelata taybet a juriyê girt. Bi vê yekê yekem car e derhênereke kurd di warê navneteweyî de xelateke digire. Festîvala Fîlman a Calabria di navbera 2-6'ê berfanbarê de li dar ket. Di festîvalê de fîlmê derhêner Hinar Selîm "Vodka Lemon" jî hat nîşanayîn.
Xidir Çelik ji nava me bar kir
Hunermendên kurd dema ji Belçîkayê ji bo bernameyê diçûn Brukselê erebeya wan qeza kir. Di qezayê de hunermendê kurd Xidir Çelik jiyana xwe ji dest da (7 berfanbar).
Cenazeya çelîk li gundê wî Ixdira ya Zaraya Sêwasê hate definkirin (12 berfanbar)
Kalifa li Belçîkayê xelat girt
Derêherê ji Zaxoyê Sahim Omar Kalifa di Festîvala Kurtefîlan a Leuven a Navneeweyî de bi kurtefîlmê xwe "Nan" xelata f^limê herî serketî girt. (14 berfanbar)
Li Pîranê Koroya Zarokan a Zazakî
Li Mala Çand û Piştgiriyê ya Pîro ya Şaredariya Pîranê ku di destê DTP'ê de ye koroyeke zarokan çêkir. Navendê Koroya Zarokan a Zazakî çêkir û di vî warî de gava yekemîn avêt. (Berfanbar) Di nav koroyê de 24 zarokên ku temenê wan di navbera 8-13'an de ye hene.
TRT 6'ê dest bi weşana testê kir
Di sala 2006'a de TRT'ê bi kurmancî û zazakî hefteyê du rojan her rojek bi 45 deqîqeyan dest bi weşanê kir. Kanalê bala kurdan nekişand û di nav demê de hat ji bîr kirin. Vê carê TRT'ê kanaleke bi navê TRT 6 bi kurdî amade kir û kanalê dest bi weşana xwe ya testê kir (25 berfanbar). Kanalê ku bi talîmana Serokwezîr Erdogan hatiye amadekirin tê gotin ku ev gaveke ji bo hilbijartinê ye. Kanal di 1'ê rêbendana 2009'an de dest bi weşana xwe ya normal bike.
Du fîlm: 'Çûyîn', 'Bahoz'
Îsal du fîlmên ku li ser kurdan in û bala kurdan kişandin derketin vîzyonê: 'Bahoz' ê Kazim Oz û 'Gitmek' (Çûyîn) ê Huseyîn Karabey.
Bahoz ku li ser têkoşîna ciwanên kurd ên di salên 1990'î yên li zanîngehan e wekî fîlmekê serdemekê hat pêşkêş kirin.
'Gitmek' ê Huseyîn Karabey jî çîroka evînî ya keçeke tirk û mêrekî kurd pêşkêş dike. Fîlmê ku gelek xelat girtin li Festîvala Culturescapesê ji aliyê Cîgire Midûrê Giştî yê Nasandînê yê Wezareta Çandê Îbrahîm Yazar ve hat sansurkirin. (Her du fîlm jî di 14'ê sermawezê de ketin vîzyonê)
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


