logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Şengul Ogur / Qaqibo

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo

Wergera helbestê

  • Dîrok: 01/03/2010

Roman yan jî çîrok bêyî ku zêde tişt ji xwe winda bike, ji zimanê resen dikare li zimanekî din were wergerandin. Loma di romanê de yan jî di çîrokê de wateya gotinê vekiriye, eşkere ye. Bêje û hevokên ku roman û çîrokê pêk tînin xwedî yek wateyê ne û her wateyek beramberiya xwe di zimanekî din de teqez hene. Ji bo vê jî di wergera roman û çîrokê em zêde pirsgirêkê nakişînin. Ku gencîneya me ya bêje û biwêjen dewlemend be, di wergerîna roman û çîrokê de em dikarin bi rehetî tevbigerin.

Lê dema ku mijar bibe helbest û wergerîna wê ya li zimanekî din, em nikarin wiha bi rehetî tevbigerin; loma zimanê helbestê têra xwe tîr e. Di helbestê de bêjeyek dikare xwedî pir wate be, heman bêje di helbestekê de dikare du-sê wateyan di xwe de bihewîne. Di rewşeke wisa de dema ku em hewl bidin helbestê li zimanekî din wergerînin ne pêkan e ku em wê bêjeya ku her du-sê wateyan di xwe de bihewîne di zimanê ku lê tê wergerandin de bimînin. Ji bo vê jî, di rewşeke wisa de, dema ku em berhemê wergerînin teqez helbest dê pirwatetiya xwe ji dest bide. Yanî helbest dema ku li zimanekî din wergerî ji peyama xwe ya rastîn, ji bergeha xwe ya fireh, ji wateya xwe ya kûr tiştinan winda dike.

Di vir de ez mînakekê ji rêzikeke xwe bidim: "gavên min bi ser gavên min ve nabin êdî." Di vê rêzikê de bêjeya "gav" di xwe de du wateyan dihewîne, dema ku ez hewl bidim vê wergerînim tirkî teqez wateya xwe ji dest dide.

Wekî din pirsgirêka wergera helbestê tenê ne wate ye; her wiha deng e jî. Helbesta xweser, bi zimanê ku pê hatiye nivisîn, di navbera bêjeyên ku helbestê pêk tînin de deng, muzîk, ritmekî diafirînin. Ev hêman jî yek ji taybetmendiya helbestê ya girîng e.

Ku dîsa ez mînakekê ji rêzikeke xwe bidim: "tu yî alaya min te li balan divim" di vê rêzikê de ahengiya deng heye, hinek musîkalîte heye. Min tîpa "b"yê li pêşiyê "ala"yê daniye û kiriye "bala".Dema ku ez wê wergerînim tirkî ahenga di navbera bêjeyan de namîne. Di rêzika xweser de "ala" dibe "bala" lê di tirkî de "bayrak" vediguhere "yuksek". Her wiha dîsa di heman rêzikê de "li balan" libabûna alayê jî bi bîra mirov dixîne. Wekî ku ji vê mînakê jî diyar dibe, wergerîna helbestê ya li zimanekî din, bi hemû xweseriya xwe ne pêkan e. Em dikarin bibêjin ku wergerîna helbestê ya li zimanekî din ji bo helbestê şikestinek e.

Sedema ku helbest bi hemû xweseriya xwe nikare li zimanekî din wergerê jî ew e ku helbest millî ye, helbest netewî ye.

gernus@msn.com

** 

Li ser wergerê nivîsên Şengul Ogur:

- Ji zimanê resen wergerî astengek e

-

-

 

Hin Nivîsen Nivîskar

NIVÎS(ZIMAN) Û MAF

  • 06 Pûşper 2011

Her çiqasî ramana modern bi quretiyeke aqilane pişta xwe dabe ramana mîtolojîk jî wê nekariya xwe ji gelek encamên ku ramanê mîtolojîk gihaştiye bişo.Ramana modern...

Wateya "Zî"ya Zîusudra bi kurdî ye

  • 30 Pûşper 2009

Zîusudra navê pêxember Nuh, ê di zimanê Sumerî de ye. Wateya Zîusudra, "’ê ku jiyan dîtî"ye.Heke em temenê ku Nuh pêxember jiyaye, serboriya...

Kes nikare bibêje tu duh tunebûyî, tu îro jî tune yî

  • 05 Berfanbar 2010

Wisa xuya dike ku tirk hê jî xwe wekî ezbeniyên kurdan dibînin û kurdan jî ji xwe re wekî benî dibînin. Ku nêzîkatiya tirkan a li kurdan  ne di ...

Hemû Nivîsen Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Helbestvan Keremo jî di nav de 11 kes hatin girtin

ad

Bayernê dest avêt bêrîkê û Kane bir Almanyayê

ad

Anli: 'Ji bo Sûrê heqê me tune em bêhêvî bin'

ad

Jinên Amedsporê bûn şampiyon

ad

'Cariye' û fîlmên din

ad

Emrêk qeybê kirdkî: Roşan Lezgîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname