Bêvila vê bêvilê naşewite. Ku hûn baş bala xwe bidin vê bêvilê, - heke hûn ne kor bin- hûn ê baş bibînin ku ji xeynî bêvila vê bêvilê hemû tiştên vê bêvilê şewitî ne; çavên wê, guhên wê, zimanê wê şewitî ne.
Ji ber vê sedemê jî ev bêvil kor e, ker e û lal e. Heke hûn biçin, li pêşberî vê bêvilê rawestin û ji bo qenciya wê, ji bo ku hûn wê ji rewşa wê ya malkambax haydar bikin, jê re bibêjin ku agir bi mala wê ketiye; wê ne xweyî çav, guh û ziman e, ew ê yekser bêvila xwe ji we bigerîne û heta hetayê ew ê bi serê zimên jî bi we re neaxive.
Ji ber ku bêvila vê bêvilê naşewite, hûn behsa şewata guh, çav û zimanê wê jê re bikin ew ê bi kenekî qebîh bi we bikene. Ji wê weye ku heke bêvileke wê ya ku neşewite hebe çi devereke wê jî naşewite.
Erê bêvila vê bêvilê naşewite.. Lê ev bêvil bêhnan jî nake. Heke vê bêvilê bikaribûya bêhnê bike ji dû û dûxan û bêhna kizîra çav, guh û zimanê wê, ew ê bi carekê re bifetisiya. Lê na… Li gel ku li lûtke û gopîtkên vê bêvilê mij û moraneke tîr a ji şewatê hêwiriye jî wê hay ji xwe nîn e.
Heke hin xwediyê vê bêvila kotîbûyî hebûna, bêyî ku dilê wan bi dudiliyekê bikutkute, bêyî ku bizrê rehm û dilpêşewitîne dest li wan bilerîzîne, bi carekê re wê kêra kalanî di wê bêvilê dane û ew ji qurm ve jê bikirana.
Xirama namûsê di serê vê bêvilê de nîn e. Hûn tifî ser çavê vê bêvilê bikin da ku hinekî li ber xwe bikeve, ew ê bibêje qey pêşkên baranê ne bi ser wê de hatiye û wê şikiriyê ji Xwedê re bike ji bo ku rehma xwe bi ser de şandiye.
Mirov dibêje qey dê li ser vê bêvilê şopa simên hespên artêşên barbaran, şûna şûrên wan ên nikilxwîn, şûna paletên debabe û zerîpûşan hene. Ku mirov bala xwe baş bidê vê bêvilê, çalên kûr û berfireh ên ku dirba şopên narincokên ku ji firokeyan pekiyane didin, hene.
Çîroka vê bêvilê dûr û dirêj e. Ez ne xweyî wê şiyanê me ku rabim û ji we re bi kitekitî çîroka vê bêvilê, vê bêvila ku bêvila wê qet naşewite ji we re bibêjim.
Vê bêvilê malik li min viritandiye. Ji wê roja ku vê bêvilê bêvila xwe xistiye jiyana min û hetanî niha min ne rihetî, ne aramî maye. Çi dema ku serê xwe datînim ser bêlgih da ku vê bedena xwe westiyayî li ber pêlên xewnan berdim, ev bêvil wekî tûjikekî tê xwe di betanê xewnên min re dike û xewnên min li min diherimî ne.
Ji bo vê jî heke rojek bê û ew derfet bi dest min bikeve, ez ê bi kêra xwe ya kalanî - ya ku ji bapîrên min ji min re diyarî maye - wê bêvilê ji qurm bibirim da ku heta hetayê ev bêvil careke din ne li wî rûyî ne jî li rûyekî din şîn were.
Loma vê bêvilê bêvil ne tenê ji xwe re; lê her wiha bêvil ji me re jî nehiştiye. Ji sedema bêhna ji vê bêvila kotî û genîbûyî ya ku seraqet bi awayekî pir xurt li hawirdorê belav dibe, min bêhna gul û kulîlkên rengîn ji bîr ve kiriye. Ji sedema vê bêvila ku kurm û kêzik; dûpişk û mar û mişkan ji xwe re kirine kun ez nema dikarim bi dilekî aram çavê xwe vekim û li der û dora xwe binêrim.
Xweziya xwe bi wê rojê tînim ku wê bêvilê bişewitînim, bikim kulmek xwelî û li çiyayekî bejnbilind ê ser ê di ezmanan de, li ber bayê zemanan berdim û wê mehkumî tunehiyan bikim!
Gelî xwendevanên rêzdar, tikaya min ji we ew e ku dema hûn li deverekê pêrgî vê bêvilê; vê bêvila ku kezeba min di devê min re derxistiye hatin, ji kerema xwe min haydar bikin. Da ku ez xwe jî û we jî ji xezeba vê bêvilê rizgar bikim.
Bi hêviya wê roja ku em ji bêhna wê bêvila kotî û genî rizgar bibin!


