logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  2. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  3. Li Amedê dem dema şanoyê ye
  4. Hozan Şiyar hat bibîranîn
  5. Di çarçoveya 'Şahiya Zarokan a Fîlman' de fîlm bi erzanî têne nîşandayîn

Şengul Ogur / Qaqibo

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo

Jineke Xinanî: Kitêbeke Biçûk

  • Dîrok: 03/02/2012

Jiyan diyalektîk e, pevçûna di navbera dijberan de ye. Li hemberî exlaq, siyaset, felsefeya pêşniyarkirî  û bi hêzê parastî, di takekes û civakê de berxwedaneke hêdî hêdî ya li hemberî pergala pirhêl e û guherîna takekes û civakê û di dawiya dawî de jî xwepêkanînek e.
Jiyan hem tez  hem antîtez û hem jî sentezek e. Tez antîtez û sentez li ser bingehên maddî, exlaqî, felsefîk pêk tên.
Însan hebûneke giyanewer e. Giyanwerbûna însên qadeke hesekî di însên de diafirîne. Di vê qada hesekî de însan bandorên têgihiştina hesekî bi rêya  hunerê veder dike. Jiyan, nakokiyên wê û daxwazên însên di hunerê de diteyisin. Edebiyat.. hevtemenê jiyana komînal helbest.. û têşeya xwe vegotina însanê modern: roman.
Helbesta di civakên berê de rasterast bi pêvajoya hilberîna aborî ve girêdayî bû û ji hêmayên çoşedar û motîvekar a kolekftîf mişt bû, bi xirabûna homejeniya civakê re, bi guherîna danûstandinên têkilîyên civakî yên li ser bingeha madî helbestê bi hevlayaniya vê guherînê ji hêla naverokê, teşeyê xwe ve guherî û li gel domdarkina heyîna xwe jî rapelikî derfeta  vegotineke berfirehtir ango roman.
Wekî miletekî  ev teşeyê edebî pir bi derengî ji me re bû derfeteke vegotina edebî. Ji Şivanê Kurmanca û heya niha libo libo em romanekê li ser romanekê dikin û  dîwarên Romana Kurd saz dikin.
Pêşeroj wê saxlembûna vî dîwarî nîşanî me bide helbet. Di pêşerojê de hostatî, zanatî, zîrektiya hostayên ku vî dîwarî lê dikin jî li ber tîrejên rexneya kurd wê zelal bibin.
Di vê serdema ku ayetên “dawiya dîrokê” têne xwendin, di vê serdema  post-kapîtalîst de ku êdî wekî teşeyekî edebî roman teqleqê dide xwe ku ber bi teşeyekî din ve bihilperike û derfetên vegotinên nû ava bike de, em hê bi çalepka ber bi  têgihiştina asoya romanê ve diçin.
Helbet bingehên polîtîk, siyasî, exlaqî, felsefîk ên vê derengmayina me hene. Û helbet divê ev di edebiyata kurd de, di romana wê de jî sedemên vê derengmayinê, vê hilweşînê û helbet rêya xwe xilaskirina ji vê kavil û dêristaniyê hem bi naverok û hem jî bi teşeyên xwe yên xweser ve peyda bibin.
Ku em vê “divêtî”ya çarenîn ku wekî zagona xwezayê ye ji pêşerojê re bihêlin û li firazeya xwe binerin em ê bi ti awayî nikaribin bibêjin ku edebiyata kurd a sedsala 21ê xweyî dîyalektîkê ye.
Gelek berhemên edebî yên kurd ya bi tûmî ji bingehên maddî yên miletê kurd dûr in yan jî heke li ser bingehên maddî yên kurd jî bin wêjevanên kurd ne xweyî wê sermîyana epîstem in ku bikaribin rewşa sosyo-ekonomîk, polîtîk, psîkolojîk analîz bikin û sedemên têkçûn, serkeftin û nakokiyên civaka kurd di berhemên xwe de temsîl bikin.
Karekterên ku ne xweyî bedenekê ne, heke xweyî bedenekî jî bin ev beden bedeneke ji hev de ketî, bêteşe ne. Nikarin di gotinan bînin ba hev, gotinên ji devên wan derdikevin jî yên kêliyê ne û bi ti awayî temsîlkariya teoriyekê, helwestekê, pirgirekekê, hêvîyekê nakin.
Hin ji me jî radibin van karekterên ne xweyî bedenekê, van karkterên ku hê nebûne siha tiştekî jî wekî însanên rastîn, serkeftî, nûwaze nîşan didin û hildidin ezmanan.
Helbet ev jî bi me dide nîşandan ku çawa wêjesazên me ne xweyî wê kûrbûna xwendina doh, niha û peşerojê ne, em kesên xwendevanên van berheman jî ne xweyî xwendina van berhemên ji hev de ketî ne. Ji bo vê jî em van qerqoteyan, van karekterên ku ne xweyî îdealekê ne û heke xweyî îdealekê jî bin tenê îdela domdariya têkçûnê, serîtewandinê, koledariyê ne dipesînin û bi pesindariyekê dikevine nav şalaviya têkçûnê.
Yek ji berhema herî dawî min xwendî ku ji pesindariya bêexlaqtiyekê û koledariyê pê ve ne tiştekî din e pirtûka bi navê Jineke Xinanî ye.
Di vê pirtûkê de mirov hemû bêbingehiya epîstemîk a ‘afirîner”ê vê pirtûkê dibîne. Kareterekî ku temsîlkariya bêexlaqtiyê dike- ku di civakeke kurd de ti şerrtên bingehîn ên vê bêexlqtiyê nînin- ji hêla vebejêr(nivîskar) ve tê pesinandin û wekî karekterekî  îdeal be raberî xwendevan tê kirin.
Qesabekî kalemer ku çavên wî ji bilî goşt tiştekî nabîne û ev pîşeya wî kiriye ku  jinan tenê wekî “goşt” bibîne, derdikeve pêşberî me.
Pirtûka ku li ser masayekê bi vexwarina bîrayan dest pê dike û li ser wê masayê bi dawî dibe.
Ev pirtûk berhevkirina gotinên kelevajî yên serxweşên  ku jinê di nav çarçoweya objeyeke cinsî de pênase dikin, jinê dişibînin heywanan e.
Ji serê pirtûkê û heya dawiyê em ji bêaxlaqtiya ku hatiye pesinandin, berzkirin pê ve tiştekî din nabînin.
Bêexlaqtî, nêzîkatiya jinê tenê wekî objeyeke zayendî dinirxîne, nêzîkatiya ku jinê di nav kategoriya heywanan de bi cih dike, paradîgmaya ku jinê wekî “goşt” dibîne di nav ambalaja “evîn”ê de raberî xwendevan tê kirin.
Jina Qesabê Kalemêr ku dengê xwe ji bi exlaqtiya mêrê xwe re dernaxe wekî “jinên dilmezin” tê şîrovekirin.
Bi hemû awayî ev pirtûk ji pesindariya bêexlaqtiyê pê ve ne tiştekî din e.
Di vê pirtûkê de dîyalektî heye. Lê diyalektîkeke çawa? Ne dîyalektîka exlaqî ku karektêr antîtezekê li hemberî wî deynê, na!.
Diyalektîka di vê pirtûkê de dîyalektîka karekterên ketî ne, dîyalektîka ku di bêexlaqtiyê de, di hişmendiyeke bindest, kole de diafirîne.  Ev e karekterê îdeal ku ji xwendevanê kurd re tê raberkirin. Analîza wêjesazê me ev e.
Qesabê Kalemêr ku dema ku bi jieneke ereb, fileh, doxtor re rast tê, dibê “însan” belê, rasterast, di wateya Hegel de dibe “însan”lê dîse di wateya Hegel de ewqasî ji “însan”bûnê dûr dikeve.
Di Hegel de “însan” mirovê heqîqî ew însanê xwe pêk aniye. Ango koleyê ku bi azadbûnê xwe , xwe kiriye însan e. Dîyalektîka efendî-kole ya Hegel pevçûna di navbera kole(ne însan) û efendî(ne însan) de ye. Bi pêvajoyê re kole bi azadbûna xwe dibe însan û bi azadbûna xwe herwiha derbekê li efenditiya efendiyê xwe jî dixe, wî wekî efendî ji holê radike û wî jî dike însan.
Ku em vegerin diyalektîka Jineke Xinanî, dîyalektîka wiha pêk tê: Qesabê Kalemêr di dijberê xwe de, di jineke ne kurd de, di yeka ne misilman de, di yeka doxtor de dibe “însan”.
Ev “însan” însanê Şêrzad Hesen e.  Senteza wî wiha ye. Ev “însan” însanê îdeal, însanê xwe pêk anî ye.
Qesabê Kalemêr ku beriya bi Leylaya ereb, fileh û doxtor re rast were, “heywan”ek e. Jixwe di gelek deveran de xweta ku diaxive ew bixwe jî xwe wekî heywanan dide nasîn. Loma ji Qesabê Kalemêr ku feresata wî goştê erzan bide û ji  jinan “goşt’ bistîne rasterast heywan e.
Lê vebejêr(nivîskar) wî bi ti awayî wekî heywan nîşan nade, ew di vebêjer de karektekî îdeal e, yekî zana ye, dema ku lê guhdarî dike, xemgîn dibe, dikeve nav xeyalan, evîn bi bîra wî tê, naxwaze dengê wî bibire, keser têne. Hemû tevgerên wî yên ku li ser ajayoke heywenî pêk hatin wekî hestên însanî raber dike. Ji bo vebêjer  ewqasî girîng e ku vegotina çîrokên Qesabê Kalemêr, sih salan xeyal dike ku wê binivîse, bi dehen caran nivîsiye û ji bo ku ne bi dilê wî ye avêtiye û careke din nivisiye.
Nivîskar gellekî li ser Jinên Xinanî xebitiye: 19 sal. Gelo berhema 19 salan çi ye:  Qesabê Kalemêr.
Qesabê Kalemêr ku heya beriya li Leylaya ereb, fileh, doxtorê diranan rast were heywan e. Lê piştî ku bi Leylayê re rast tê êdî gav bi gav xwe pêk tîne, dibe “însan”; însanê Şêrzad Hesen. Çawa?
Qesabê Kalemêr ku beriya bi Leylarê re rast were, wekî li jorê jî me gotî tim bi ajoyên heywanî yên cinsî nêzî jinan dibûn. Dema ku mirov li pirtûkê dinere mirov dibêje qey di wê civakê de pergaleke exlaqî nîne û her kes ji xwe re mere ye kî bibeze ser kê ye. Kalemerê me “goşt dide” û “goşt” distîne.
Divê em bi bîr bixin ku ev jinên beriya leylayê, jinên kurd, misilman û ne doxtor in! Ango ev ne jin in. Ji bo vê jî Kalemerê me nikare di wan de xwe pêk bîne û bibe “însan”
Jinên beriya Leylaya ereb, fileh û doxtor ango jinên kurd, misilman, û bê statû tenê objeyên cinsî ku peywira wan tenê têrkirina ajoyên cinsî yên Kalemêrê Qesab in. Ji bo vê jî hestên ku wî li hemberî Leylayê hîs kiribûn li hemberî jinên derveyî Leyalayê hîs nekirin.
Jina “însan” Leylayê bû.
Dema ku Kalemêr Leylayê dibîne: “Te digot qey sed sal in bendewarê xanimeke wisa giran û nazdar im”
Belê, îdeala Kalemêr Qesab, jina ku sed sal bû li bendê bû, ango jina îdeal, profîla îdeal ku Kalemêr dikarîbû tê de bibe “însan” Leyla bû. Sîmgeya însankir, azadkir, ji dinyaya îdeolojîk a Şêrzad Hesen wekî çirayekê vêketibû ew gihaştibû hawara wî!
Jixwe ev fîgura Leylayê dereng li Şêrzad Hesen xwiyanî  bûbû. Leyla di rûpela 54ê de-ku pirtûk 78 rûpel û nîv e!- gihaştibû Şêrzad Hesen. Bi wî awayî çîrokeke ku Şêrzad Hesen dikaribû bi dawî bibe peyda bûbû. Loma rizgarkar êdî peyda bûbû. Herçiqasî haya Şêrzad Hesen jê nebe jî Kalemêrê Qesab ne însan bû, bi awayekî exlaqî ne însan bû, bi etnîkî hem jî bi pîşeyî.
Kalemêr wekî exlaq ne însan bû loma dînamîka tevgerên wî yên civakî ajoya cinsî ya heywanî bû.
Kalemêr wekî nîjad ne însan bû loma ew kurd bû.
Wekî ol ne însan bû loma ew misilman bû.
Wekî pîşe ne însan bû loma ew qesab bû.
Belê, diviyabû Kalemêr bibûya însan. Ez nabêjim ku Şêrzad Hesen hay ji vê “neînsanbûn”a Kalemêrê Qesab hebû. Loma heya beriya Leylayê jî wî tim ev “neînsan” dipesinand.
Lê di derhiş de, wî dizanîbû ‘însan” çi ye: însan dijberê wî ye! Dîyalektîka felişî! Diyalektîka koleyê ji koletiyê razî! Helbet, ji vê dîyalektîkê jî wê “însan” derneketa. Însanê ji vê diyalektîkê derketa wê tenê “însan”ê Şêrzad Hesen be.
Em binerin bê Kalemêr neînsan bi vê diyalektîkê çawa rizgar dibe.

Rizgariya Exlaqî: Kalemêrê Qesab ku tenê bi ajoyê heywanî yê zayendî nêzîkatî li jinên kurd dikir, êdî gav bi gav ji vê ajoyê rizgar dibe, ajoyên zayendî vediguherin, hestê, hezkirinê, giriyê. Li ba Kalemêrê Qesab, di temsîlkariya Leylayê de jin(jinên kurd) dibine însan.

Rizgariya Nîjadî: Jina ku Kalemerê Qesab ne jineke kurd bû. Di Kalemerê Qesab de jinên kurd “goşt”bûn. Wî goşt bi erzanî dida wan û “goşt” ji wan distand. Dema ku behsa bêhna jinên kurd dikir bêhna heywanan dikir. Di sêwirandina Kalemerê Qesab de jinên kurd dişibiyan gelek heywanan. Ji bo vê jî jinên kurd ne hêjayî hezkirinê bûn, ew heywan bûn. Mirov nikare ji heywanan hez bike. Hezkirin, girêdana li heywanan nikarîbû Kalemerê Qesab rizgar bikira û ew bikira însan. Ji bo vê jî diviyabû wî ji yeka ne kurd hez bikira. Ev jî Leylaya ereb bû. Dikarîbû ji Leylaya ereb hez bike. Loma ew însan bû. Însan dikarîbû ji însanan hez bike, dikarîbû aşiqî Leylaya Erebe bibe. Û hezkirina li Leylaya ereb dikarîbû wî ji kurdbûna wî ya însan rizgar bike.
Leyla fîgureke antî-Kalemerê Qesab e. Di Jineke Xinanî de rizgarî di hezkirina antî-xwe de ye. Ji hêla erebbûnê ve jî di hezkirina dij-xwe de ye. Kopleks û rêya çareseriya rizgarbûna kesên bindest ev e. Encax bi hezkirina yekî/a dijî xwe ew dikar rizgar bibe, bibe însan. Diyalektîka însanê ketî pişaftin e. Xwe-kuştin e. Xwe-kuştineke rihî û mêjîyî ye.  Ji bo vê jî Kalemêrê Qesab karekterekî tîpîk e.
Di dema ku Kalemêr Qesab di bin nîrê ajoyên xwe yên heywanî de bû, herwiha şerê kurdan û hikûmetê jî bû. Di dema ku behsa çîrokên xwe yên di derbarê jinan de dike, di navê re çend tiştan dibêje. Em li helwesta wî binerin:
“Jixwe şerê kurdan û hikûmetê û şerê kurdan bi hev re nehatiye birîn. Gellek hevalên min ên herî şêrîn din av wan dol, newal, şax û çiyayan de hatin kuştin. Ji xeynî şerê bereya bavik, êl û mezheban, ku Milet qir kirin. Wiha xwiyaye belaya mezin tenê bi min nehisiye. Nizanim min çawa min ew hemû tevlîhevî kirin û li ser rûmet û mûmetê nehatim kuştin, mûcîzeya xwedê ye”
Ev “tevlîhevî”ya ku behs dike ne “tevlîhevi”yeke siyasî ye, lê “tevlîhevi”ya ku di demên di pey jinan de kiriye.


Rizgariya Olî: Kopleksa olî  jî bi komleksa nîjadî ve girêdayiye. Heke jinên kurd fileh bûna wê demê jî Leylaya ereb wê xweyî oleke derveyî filehtiyê bûya. Loma ji bo ku jinên kurdên di Jineke Xinanî de misilman in, diviyabû jina jê hez bikira, jina însan, jina rizgarkar ango diviyabû Leylayê ne misilman bûye. Ji bilî misilmanbûnê ji kîjan olê bûya ne girîng bû.

Rigariya Çînî: Kalemêrê me yekî Qesab e. Ango ji hêla çînî ve, bi hişmendiyeke burjuvayî ne pîşeyeke biqîmet e ku mirov jê fedî neke. Jixwe dema ku li Leylayê rast tê: wiha dibêje: “Bêtir min ji wê cilika li ber xwe şerm kir. Ji xeynî bêhna xwînê, bêhna qirşik û rîzê ji min dihat.”
Xwebiçûkdîtina wî ya ji hêla statûyê ve di pirtûkê de beriya ku çîroka Leylayê des pê bike:
“Li dinyaya xwedê min hez dikir jinên mêrên wan maqûl ên bajêr bigevizînim û wan di nav xwelî, toz û çopê de wer bidim. Bêsînotr dil dibijiyam wan, nizanim hewes an tol bû? Nizanim, te digot qey efendî, axa, begler û mixtar neyar û bavkuştiyên min in. Hê ji zaroktiyê ve min nefret ji wan dikir, ji ber bavê min cotkarekî rût û tazî bû”
Lê Leyla? Leyla doxtor bû. Ji hêla statûya çînî ve dikarîbû Kalemerê Qesab rizgar bike. Dikarîbû wî bike însan. Lê jineke kurd a Koçer a penîrfiroş ku bêhna pênîr jê dihat, nikarîbû Kalemerê Qesab rizgar bike. Ji bo vê jî ew neînsan bûn. Ji bo ku neînsan bûn ne hêjayî hezkirinê jî bûn.
Kalemerê Qesab li şûna ku xwe di xwe de, bi rêya têkoşînekê pêk bîne û xwe bike însan dikeve rêya teslîmbûyinê û bi teslîmbûyinê, “însanbûn”a xwe pêk tîne.
Li şûna ku ew jî tevî refa şerê kurdan û hikûmetê bibûya û bi vî awayî kurdbûna xwe rizgar bike û bibe însan, pişta xwe dide vî şerî û bi dû têrkirina ajoyên xwe yên heywanî dikeve. Helbet bi vî awayî nikaribe kurdbûna xwe rizgar bike û ji bo vê jî bi kuştina kurdbûna xwe; bi hezkirineke ji jineke ereb wê xwe rizgar bike û bike însan.
Li şûna ku ew di nav pergala kapîtalîst de di hêla pîşeyê de bi peş bikeve û di nav civakê de bibe kesekî ku hurmet jê re tê girtin, bi pîşeya wî biçûk neyê xistin, ew dikeve dû Leylaya doxtor û bi vî awayî dixwaze ji vê kopleksa çînî rizgar bike. Lê Leylayê zewicî ye. Kalê me xeyal şikestî dibe. Têk diçe. Û nabe însan, heya heyayê wê qesabê kurê cotkarekî rût û tazî be.
Heke vebejêr pesnê vî kalemerî nedabûya, dilê xwe nebijanda wî, têkçûna wî nîşan bida, rêya rastîn a rizgariyê di heman karekterî de yan jî di karekterekî din de bi danberhevî nîşan bidaya me yê bigota, “ bijî Şêrzad Hesen!”
Me yê bi tiliiyan ev pêşwazî bikira.
Lê ji bo ku ev karektêr, karekterê Qesab wekî karekterê “îdeal” hatiye raberkirin, ji bo ku wekî reçeteya rizgariyê li pêşiya me(kurdan) hatiye dayin, ji bo ku ti bingehên rasteqîn ên vî karekterî di civaka kurd de û di rasteqiniya pirtûkê bi xwe de jî nîn in, Jineke Xinanî, berheviya gotin û fantaziyên kelavajî yên serxweşên li ser maseyê ne.
Ji ber ku ev pirtûk ne li ser nakokî, pevçûn û encama dîyelektîkeke exlaqî, polîtîk, ramyarî, ava bûye, rastiya civaka xwe ne ya paşerojê ne ya niha û ne jî ya pêşerojê zevt nekiriye. Ew kitêbeke kêliyê ye.
Ji hêla estetîkê ve jî ji bilî herikbariyê ne xweyî ti hêjahiyê ve. 
Pêdiviyeke kurdan bi Jineke Xinanî nebû. Loma bi ti awayî ji ti pêdiviyekê re nabe bersiv.
Encam: Ya girîng ne ew e ku mirov “însanên ji rêzê” ji xwe re bike mijara kitêbekê; a girîng ew e ku mirov bikaribe ji “însanên ji rêzê”, ji “însanên biçûk” kitêbekê “ne ji rêzê” û “kitêbeke mezin” biafirîne.
Belê, Qesabê Kalemêr însanekî ji rêzê, însanekî biçûk e lê Jinên Xinanî jî biqasî karekterê xwe ji rêzê û biçûk e.

*** 

Nivîsa Şengul Ogur a din a li ser pirtûkeke din a Şêrzad Hesen:

- Xewna Şêrzed Hesen

 

***

 

Nivîsên di çarçoveya "Nivîskarên Diyarnameyê Pirtûkên 2011'an Dinirxînin" de hatine weşandin:

- Îlhamî Sîdar: Rexneya rexneyê û di wêjeya kurdî de pirsgirêka nûjeniyê

- Lokman Polat: Romana Serhildanê “ŞER LI ÇIYA”

- Şengul Ogur: XEWNA ŞÊRZAD HESEN

- Îsmaîl Dîndar: PÊNÛSA MÎNA MISASÊ’

- Çiya Mazî: MIRINA BÊSÎ Û XWESTINA JIYANEK BÊYÎ SIYÊ

- Cemil Oguz: PISTEPIST, AUSLANDER BEG Û DI MORGÊ DE

- H. Kovan Baqî: Kurmikê zimên û çirava wezîfedariyê

- Cihan Roj: LI DÊRÊ, FEQIYÊ TEYRAN, BAHOL

- 2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand (vaye lîste)

- Nivîskarên Diyarnameyê 'Pirtûkên 2011'an' dinirxînin

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Wergera helbestê

  • 01 Adar 2010

Roman yan jî çîrok bêyî ku zêde tişt ji xwe winda bike, ji zimanê resen dikare li zimanekî din were wergerandin. Loma di romanê de yan jî di çîrokê...

Serdest hewl didin navan bêwate bikin

  • 19 Kewçêr 2011

Cudahiya “Nav” û “Peyv”ê Di vê nivîsa xwe de em ê wekî peyvekê li ser peyva “peyv”ê û dîsa wekî peyvekê li ser peyva...

VEGERA KEMAL BURKAY TÊ ÇI WATEYÊ?

  • 03 Tebax 2011

Kemal Burkay vegeriya Tirkiyeyê. Rayedarên hikumeta tirk û çapemeniya tirk pêwendiyeke mezin nîşanî hatina Burkay a li Tirkiyeyê dan. Burkay jî hem berî vegerê...

Hemû Nivîsen Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo kî ye?

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Serokê Komeleya Nivîskaran Sefer, Martin Niemollerî bibîr tîne

ad

Diyarbakir BB lîderiya xwe didomîne

ad

Serê Gayan hat jêkirin

ad

Nameya wêjevanên kurd ji bo Berpirsê YE'yê Jan Figel

ad

Li ser “Bendewarên Adarê” a Mihemed Ronahî

ad

5 welatî paytextanê xwu bar kenê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026
news

Hozan Şiyar hat bibîranîn

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname