Cuma Mihemed / Kobanî
Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya rewşenbîr û wêjevanên li herêmê dê "Hefteya Wêjeyê" li dar bixe. Çalakî 29'ê mehê dê dest pê biken û 4 rojan bidomin.
Çalakî her sal li bajarekî tê lidarxistin û panel û semînerên li ser wêjeyê têne lidarxistin.
JIYANA MELAYÊ CIZÎRÎ
Endamê Dîwana Wêjeyê Aras Hiso têkildaîr mijarê wiha got: "Saziya Dîwana Wêjeyê her sal pirtûkan dinirxîne û dixwîne, destekê dide helbestvan û nivîskaran. Ji wê zêdetir jî salane çalakiyan li dar dixe, mîna Hefteya Wêjeyê. Par li Qamişloyê bû, îsal jî dê li Kobanî be.”
Li gor gotina Hiso çalakî îsal roja 29′ê mehê de dest pê dikin û 4 rojan dewam dikin; temamê wê li ser Melayê Cizîrî bin.
Aras Hiso diyar kir ku armanc ji lidarxistina çalakiyê li Kobanî piştgirîdayîn û pêşxistina çalakiyên wêjeyê li bajêr e û hewldana pêşxistina vê mecalê ye.
Hiso got ku dê mijara yekemîn li ser jiyana Melayê Cizîrî; bandor, helbest û karên wî di wêjeya kurdî de be.
REXNEYA WÊJEYÎ
Hiso diyar kir ku mijara duyemîn "rexnegiriya wêjeyî" ye. Dê di vê mijarê de rewşa rexnegiriya wêjeyî ya li herêmê piştî çend salan ji çalakî û berhemên wêjeyê were nirxandin.
Her wiha dê mijara sêyemîn jî, roman be; bi taybetî romana kurdî be. Li kêleka wê jî dê çalakiyên xwendina helbest û çîrokan û nîqaşkirina wan çêbe.
BEŞDARIYA JI BAJARÊN KURDAN
Aras Hiso hêvî kir ku ev çalakî ji aliyê naverokê ve dewlemend be û diyar kir ku dê gelek kes jî ji bajarên kurdan ên li derveyî Rojava û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bibin.
ANHA
Aras Hiso diyar kir ji gelek bajarên kurdan dê gelek kes beşdarî çalakiyên wêjeyî bibin.