logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Şengul Ogur / Qaqibo

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo

Kes nikare bibêje tu duh tunebûyî, tu îro jî tune yî

  • Dîrok: 05/12/2010

Wisa xuya dike ku tirk hê jî xwe wekî ezbeniyên kurdan dibînin û kurdan jî ji xwe re wekî benî dibînin. Ku nêzîkatiya tirkan a li kurdan  ne di  vê çarçoweyê de bûya, ma wê tirkan bi kîjan bîr û bawerî û hişmendiyê ji zimanê ku pêncî mîlyon kurd pê didin û distînin re ‘’zimanê nayên zanîn’’ bigotana û dîse bi çi hişmendiyê wê mafê kurdan ê herî xwezayî; bi zimanê kurdî xweparastin, wê wekî tawanekê bidîta û destûra xweparastina bi zimanê kurdî nedana?
Pêşî dive were gotin, bi ti hêncet û mahneyan, ti hêz û mekanîzma nikarin zimanekî ‘’wekî zimanê naye nasîn’’ bi nav bikin û ligel mafê perwerdehiya bi wî zimanî, nikarin xweparastina bi wî zimanî qedexe bikin, welew ku ew ziman zimanekî ji çend zimanên cihê pêkhatî be; welew ku ferhenga wî zimanî nîn jî be; welew ku ew zimanê di behsê de ji çil-pêncî peyv û bêjeyî pêkhatî jî be.
Ji bo ku ez bikaribim mafê xwe yê bi zimanê xwe dan û standinê bi dest bixim, pê perwerdehiyê bibînim û di hemû saziyên fermî de bikaribim bi zimanê xwe biaxivin, bixwînim û binivîsim, hîç divêtiyeke min nîne ku ji nav toza dîrokê ez dews û şopa zimanê xwe li ser hin kevir, lat û zinaran; parşomen û çerman bibînim.
Dibe ku zimanê min ‘’bêdîrok’’ jî be. Dibe ku ev ziman di hin labaratûaran de, di demeke nêz de hataibe çêkirin jî, lê ku wiha jî be, dîse ew mafê min heye ku ez bi vî zimanê ku wekî ‘’zimanê xwe’’ bi nav dikim bidim û bistînim.
Pêdivî nîne ku ez ji hinan re hin berhemên niviskî yê bi vî zimanî peyda bikim, li ber wan raxînim û bi wan bidim çespandin ku, ‘’va ev zimanê hûn dibêjin ‘nîne’’, heye’’ û heyina xwe ya niha li ser  dema bihurî, bi hinan bidim rewakirin. Loma tekana rewatiya heyina min a di dema niha de, heyina min a di dema niha de ye. Ev heyina min a di dema niha de, bo ku bikaribim heyina xwe bidomînim ji min re bes-sedem e. Loma mirov nikare ji mirovekî/e nûxwêdadayî re bibêje, ‘’tu mafê te yê jiyanê nîne loma tu doh nîn bû. Ji ber ku tu bikaribe ‘’îro’’ bijî dive tu doh jî hebe’’ û dest li ser mafê wî/ê mirovê yê heyina xwe domandinê deyne. Niha nêzîkatiya tirkan a li kurdan tam jî bi vî rengî ye.
Dive em bikaribin bibêjin, ‘’zimanê min zimanekî ji gelek zimanên cihê pêkhatî jî be, zimanekî hebana wê çil-pêncî peyvî jÎ be, zimanekî ‘’bêdîrok’’ jî  be, ev ziman zimanê min e û ez ê li her qada jiyanê bi vî zimanî bidim bistînim û li hemberî ti hêzê ez ê dev ji vî mafê xwe yê herî rewa, xwezayî, mirovî bernedim.’’
Dive em bikaribim bibêjin, ‘’ji ber ku ez bikaribim heyina xwe ya takekesî û civakî tevî hemû ûnsûrên ku min pêk tînin bidomînim, pêş ve bibim, pêdiviya min nîne ku ez xebatên arkeolojîk bikim. Li şûna vê dive hûn dev ji vê hişmendiya xwe ya ‘’hûn nefikirîn nîne’’ berdin. Loma heyina heyinê ji fikirîna te serbixwe ye. Tu bifikire jî, nefikire ev milet  û zimanê vî miletî heye û wê hebe.

 

gernus@msn.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Aktorên xwecih ên asîmîlasyonê

  • 25 Rêbendan 2011

Asîmîlasyon pirgirêkeke me ya herî mezin e û roj bi roj hemû dinyaya me bi dorfirehî dorpêç dike.Heta niha bi giştî em li ser sersedema asîmîlasyonê...

Mîmariya Helîm Yûsiv

  • 05 Sermawez 2011

Zimanê Helîm Yûsiv ê ku di çîrokên xwe de bi kar aniye qet balê nakîşîne ser xwe. Heke em wekî formalîstên rûsan bibêjin zimanê...

Ziman û Desthilatdarî

  • 31 Gulan 2011

Pirsgirêka kurdan bi zimên re heye. Ev serêşiya kurdan a bi zimên re ji serêşandineke felsefîk virdetir e. Serêşîneke polîtîk e; serêşandike hebûn...

Hemû Nivîsen Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hollanda porteqaleke tehl da Meksîkayê!

ad

Kovara Zarema jî xatir ji xwendevanên xwe xwest

ad

Nasnameyên xwe biguherînin!

ad

Şanoyek û Serpêhatiyek: Umît Aktaş

ad

2011: Fîlmê salê 'Bir Zamanlar Anadolu'da' ye

ad

Rojnivîskên Che hatin pêşkêşkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname